Sozdar Xalid: Parastin bi qasî azadiyê girîng e û Minbic bi saya gelê xwe hat rizgarkirin

Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Minbicê û gundewarê wê Sozdar Xalid di salvegera destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê de destnîşan kir ku girîngiya parastinê ji rizgarkirinê kêmtir nîne.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Di 1'ê Hezîranê de salvegera destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ye. Beriya 6 salan, di 1'ê Hezîrana 2016'an de şêniyên bajarê Minbicê piştî bi salan di bin tarîtiya çeteyên DAİŞ'ê de mabûn, dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destpêkirina hemleya rizgarkirina bajar ragihand, bi hilatina tava azadiyê re kêfxweş bûn. Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Minbicê û gundewarê wê Sozdar Xalid ku şahida destpêkirina hemleya rizgarkirinê bû ji ajansa me re axivî û diyar kir ku parastin ji rizgarkirinê ne kêmtir e û ruhê biratiya gelan rê li ber gef û êrîşên dijminan yên li ser herêmê digire.

*Zêdetirî 5 sal di ser destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê re derbas bûne, tu dikarî me vegerîne wan rojan û behsa wan rojan ji me re bikî?

Piştî ku di sala 2014'an de çeteyên DAİŞ'ê bajarê Minbicê dagirkirin, şêniyên wê rastî gelek kiryarên hovane hatin, ji ber vê yekê ev hemle weke bersivdayîna daxwazên şêniyên Minbicê ên ji bo rizgarkirna ji çeteyên DAİŞ'ê hat. Minbic bajarê yekemîn bû ku hemelya rizgarkirinê lê hate destpêkirin. Hemle bi hevkarî, îrade û israrê dest pê kir. Hemle ne tenê li ser asta leşkerî hate destpêkirin, piştî avakirina Meclîsa Leşkerî û Sivîl di Adara heman salê de li ser asta sivîl jî hemle hat destpêkirin. Êşa ku şêniyên Minbicê dema ku di bin destê çeteyên DAİŞ'ê de bûn kişandin êşeke pir dijwar û zehmet bû.

*Di çarçoveya amadekariyên hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê de we çi gav avêtin û weke rêveberî hûn rastî çi astengiyan hatin?

Me destpêkê dest bi avakirna Mecîlsa Leşkerî û Meclîsa Sivîl kir. Her du meclîs jî ji xort û jinên ciwan ê Minbicê pêk dihat da ku bi hemû îradeya xwe karibin bajêr rizgar bikin û bi rêve bibin. Ji bo astengiyan jî bi îmkanên berdest pêşengiya hemleyên dikirin da ku bi windahiyên herî kêm serketinê bi dest bixin.

*Weke Meclîsa Sivîl we çawa bi hêzên leşkerî re hemleya rizgarkirinê û rêxistina gel bi rê ve bir?

Hêzên leşkerî li eniyên pêş bûn, lê hêza rêxistinî ya ku Meclîsa Sivîl temsîl dike di rêza duyemîn a hemleyê de cih girt. Hemelyê sê mehan dewam kir. Di wê demê de rêxistinkirina gel erkê Meclîsa Sivîl bû. Di dema hemleyê de Mecîlsa Sivîl nezî 126 komîn li bajar û gundan ava kir û di nava wan de komîteyên biçûk ên xizmetguzariyê ji bo birêvebirina kar û barên gel û bicihanîna pêdiviyên wan ên bingehîn hatin avakirin. Ji bo berfirehkirina bingeha rêxistinî, li gund û bajaran meclîsên ku ji bo komînan bibin referans û gel birêve bibin hatin avakirin.

*Şêniyên Minbicê hemleya rizgarkirinê çawa pêşwazî kirin? Rola wan di hemelyê de çi bû?

Pêşwaziya şêniyan ji hêzên leşkerî di dema rizgarkirinê de tijî hezkirin bû, pêşwazî li hemû şervanan kirin û hêvî û xweşbînî di wan de dîtin û piştî rizgarkirinê yekser cilên xwe yên reş ji xwe kirin. Rola ku gel di hemleya rizgarkirina Minbicê de lîstin, ne kêmî rola hêzên leşkerî bû, gel di hemleya rizgarkirina Minbicê de bi peywendiyên xwe yên berdewam bi hêzên leşkerî re alîkariya rizgarkirina bajêr kirin.

*Hemleya rizgarkirina Minbicê di serî de ji bo rizgarkirina civak û jinan bû, vê yekê bandoreke çawa li ser jiyana jinan kir?

Asta ku niha jin gihiştiyê bi saya fedekariya şehîdan e û bi saya hemleya ku ramana tarîtiyê ji bajêr derxistiye. Ger em vegerin rojên dema Minbicê di bin dagirkeriya çeteyên DAİŞ'ê de bû, em ê bibînin ku zexteke mezin li ser jinan dihat kirin, ji ber ku ew neçar bûn ku cilên reş li xwe bikin, ji malê denekevin û gelek sînorên din jî li ser wan hatibûn ferzkirin û her tim jin bê qîmet didîtin. Niha destkeftiyên jinan û hebûna wan ji sedî 50 di warê leşkerî, siyasî, tenduristî, aborî, perwerdeyî û hemû qadên jiyanê de em weke tolhildana ji DAIŞ’ê dibînin.

*Rizgarkirina bajêr hevsengiya siyasî ya aliyên ku piştgiriya DAİŞ'ê dikirin çawa guhertiye?

Bajarê Minbicê yek ji bajarên herî mezin bû ku DAİŞ tê de bi cih bibû û xala derbasbûnê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derve de bû, ji ber vê yekê şerê li dijî DAİŞ'ê zehmetiyek mezin bû û ev şer ji bo DAİŞ'ê û alîgirên wê şikestineke mezin bû. Di wê heyamê de tirkiyê gelek bertek nîşan dan ji ber ku ew mezintirîn piştevanê DAIŞê bû û bersiva tirkiyê ya ji bo têkçûna DAİŞ'ê piştgiriya çeteyên Mertalê Feratê û pêşdeçûna li bajarê Babê bû û ev hewldanek bû ku temenê DAİŞ'ê dirêj bike û projeya Osmaniyan li herêmê berfireh bike. Heya roja îro jî hîn tirkiyê bi gefa dagirkirina Minbic û Kobanê û bombebarana hovane ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê me dike.

*Meclîsa Sivîl a Minbicê piştî rizgarkirinê li ser çi planan xebitî?

Gava yekem piştî rizgarkirinê avakirin û aktîvkirina komîteyan bû, di nav de komîteya şaredariyê ji bo vegerandina binesaziyê, me bal kişand ser sektora perwerdehiyê ji ber ku hewce bû ku zarok vegerin xwendinê ji bo avakirina nifşek ku bikaribe pêşengiya civakê bike û me giranî da ser piştgiriya sektora tenduristiyê jî.

*Şeşemîn salvegera destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di bin gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmê derbas dibe, hûn van gefan û dema wan çawa dibînin?

Çawa ku gelê Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rizgarkirina bajêr girt ser xwe, parastina wê jî girt li ser milê xwe. Heta ku projeyek demokratîk hebe wê gefên tirkiyê bidomin ji ber ku ew qebûl nake herêmek ku xwe bi xwe bi rê ve bibe hebe û rêxistinbûna gelan ji bo xwe nahêle tirkiye bigihê armancên xwe. Dîroka tirkiyê şahidê piştevaniya ji terorîzmê ye, çi li Lîbya, çi Sûriyê û çi li Azerbaycanê be û yek ji sedemên piştevaniya tirkiyê ji rêxistinên terorîst valakirina qeyranên navxweyî û bidestveanîna ajandayên xwe li navçeyê ye. Em weke gelê Minbicê bi taybetî û gelê Sûriyê bi giştî em ê dagirkeriya dewleta tirk qebûl nekin.