Siyasetmedarên Urdunê banga bilindkirina têkoşînê kirin

Siyasetmedarên jin ên Urdunê bang li hemû jinan kirin ku ji bo bidest xistina azadiya xwe têkoşîna xwe bidomînin û ji bo guhertinên qanûnî yên ku mafên jinan diparêzin hewl dan bikin.

Urdun- Parlamenterên jin ên Urdunî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandinan kirin. Ji parlamenterên jin Mayada Shreîm, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan roja bilindkirina têkoşînê ye.

Mayada Shreîm diyar kir ku jin di mezinkirina nifşan û avakirina siberojê de xwedî roleke mezin in û wiha got: "8'ê Adarê ne tenê rojek pîrozbahiyê ye, di heman demê de roja ku jin daxwazên xwe diqîrin, rola jinan ya di têkoşîna xwe ya civakî de derdixe holê ye û jinên ku bi salan lehengiyên mezin nîşan dane bi bîr bînin e."

‘Me di beşdarbûna jinan a siyasetê de gavên girîng avêt'

Siyasetmedar Asma Al-Rawahneh anî ziman ku di mijara beşdarbûna jinên Urdunî ya nava siyasetê de gavên girîng avêtine û wiha axivî: “Partiyên nû yên siyasî dibêjin ku dê hejmara jinên ku nûnertiya jinên Urdunê di parlamentoyê de bikin, zêde bibe. Em wek jinên Urdunî armanc dikin ku bi têkoşîna xwe li cîhanê bibin mînak. Jinên Urdune divê wateyê de ji bo li ser qadên jiyanê bicih bigrin ked didin.”

Ji jinan re banga bilindkirina têkoşînê

Parlamenter Zeyneb Al-Bedoûl jî bal kişand ku jinên Urdinî her tim li ser daxwazên xwe israr dikin û ji bo mafên xwe têdikoşin û wiha got: “Jinên Urdunî dema pirsgirêkên xwe li qadê tînin ziman, ji bo çareserkirina pirsgirêkan zextê li saziyên pêwendîdar jî kirine. Bi vê boneyê ez 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim û bang li hemû jinan dikim ku têkoşîna xwe bilind bikin û rola xwe ya di nava civakê de bilîzin."

'Hebûna yasayan têrê nake, ya girîng pêkanîna yasaya ne’

Siyasetmedar Safaa Al-Momanî jî bal kişand ser pirsgirêkên jinên Urdunî dijîn û diyar kir ku divê mafên jinan bi qanûnan bên ewlehî kirin. Safaa Al-Momanî da zanîn ku jin di bin zextê civakî de ne û diyar kir ku tenê hebûna qanûnan ne têrkêr e, ya herî girîng pêkanîna yasaya ne.”