‘Li milekî pêvajo li milekî gef nayê qebûlkirin’
Hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê Almaz Romî bal kişand ser helwesta nezelal a dewleta Tirk a li hember banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û got ku gefên tên xwarin helwesta dewletê nîşan dide.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di 27’ê Sibatê de, 'Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan' bi bangeke dîrokî pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' da destpêkirin, ku armanc ew bû ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştîxwaz çareser bibe. Ev bang ji bo avakirina civakeke demokratîk û hevgirtî li ser bingeha wekhevî û edaletê bû. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi Kongreya xwe ya 12’êmîn bersiv da bangê û bi merasîma çek şewitandinê dawî li şerê çekdarî anî. Lê belê, li hember van gavên şoreşgerî yên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê û gelê Kurd ve hatine avêtin, dewleta Tirk heta niha jî tu gavên şênber neavêtiye.
Di gel ku li Meclîsa Komara Tirkiyeyê komîsyonek hat avakirin, heya niha di warê zagonî de gavên pêwist nehatine avêtin, lê rayedarên dewleta Tirk gefên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomînin.
Hevseroka Desteya Ekolojî ya Kantona Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Almaz Romî, geşedanên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gefên li ser herêmê nirxand.
‘Gelê Kurd li dora felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kir’
Almaz Romî nirxandina xwe bi gotina “Pirsgirêka Kurd û Tirk xwedî zemîneke dîrokî ye ku gelek buyerên giran dihewîne” destpê kir û wiha berdewam kir: “Nakokiyên di navbera Kurd û Tirkan de xwedî kokên kûr in. Ev pirsgirêk bi taybetî piştî girtina Rêber Apo dijwartir bû û veguherî şerekî mezin. Di vê çarçoveyê de, Rêber Apo ji bo gelê Kurd gelek projeyên çareseriyê pêşkêş kirin. Gelê Kurd li dora felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kir û wekî eniyeke berxwedanê xurt bû.”
‘Rêber Apo tevî tecrîdê her tim di hewldanên aştiyeke mayînde de bû’
Almaz Romî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tevî şertên giran ên tecrîdê her tim di hewldanên çareserkirina pirsgirêkê û avakirina aştiyeke mayînde de bûye: “Rêber Apo ji bo ku pirsgirêka Kurd û Tirk ji kokê ve çareser bibe, di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. PKK’ê, gelê Kurd û dostên wê di vê çarçoveyê de xebatên şênber meşandin û xwedî li banga Rêber Apo derketin. PKK bi kongreya xwe ya fesixkirinê ev daxwaz bi awayekî fermî û şefaf raxist ber çavan.”
‘Helwesta dewleta Tirk ne zelal e’
Derbarê helwesta 'dewleta Tirk' de, Almaz Romî got: “Dewleta Tirk aliyekî vê pêvajoyê ye û gavên wê çarenûsa pêvajoyê diyar dike. Lê belê, li hember gavên Rêber Apo, dewleta Tirk tu helwesteke erênî nîşan nedaye. Berovajî, daxuyanî û kiryarên wan niyeta wan a nezelal eşkere dike.”
Almaz Romî bal kişand pergala îşkence ya li Îmraliyê ku hê jî didome û got: “Rêber Apo ev pêvajo da destpêkirin. Divê tecrîd bi temamî bê rakirin, mafê hêviyê bê dayîn û Rêber Apo wekî kesayetiyekî siyasî rasterast di rêvebirina pêvajoyê de cih bigire. Heta niha tenê şandeya DEM Partiyê peyamên Rêber Apo radigihîne, lê ev têrê nake. Malbat, zanyar, rojnamevan û kesên din jî divê bi rehetî bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, da ku hawîrdora wî firehtir bibe û pêvajo bi lez bimeşe.”
Gefên li ser Rojava
Têkildarî destwerdanên dewleta Tirk li Sûriyê û gefên wî yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Almaz Romî wiha axivî: “Rêber Apo ji destpêkê ve got ku çareseriya li Tirkiyê tê wateya çareseriya li Sûriyê. Lê dewleta Tirk di vê yekê de nakok e; li aliyekî li gel wan pêvajoya çareseriyê destpê kiriye, li aliyê din gefan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.”
‘Guhertina hişmendiyê divê’
Almaz Romî ji bo pirsa me ya “Gelo ev pêvajo çawa dikare serkeftî be?” bi vê nirxandinê dawî li axaftina xwe anî: “Rayedarên Tirk vê pêvajoyê wekî ‘dawîlêanîna terorê’ pênase dikin, ev yek niyeta wan jî nîşan dide. Heta ev hişmendî neyê guhertin û 'dewleta Tirk' hebûna Kurdan bi awayekî destûrî, demokratîk û aştîxwaz qebûl neke, serkeftina vê pêvajoyê zehmet e.”