Rûken Ehmed: Pêwîstiya Sûriyeyê bi yekîtiya gelan heye

Ji rêveberiya Kobanê Rûken Ehmed bal kişand ser Şerê 3’yemîn ê Cîhanê û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ku wê şerê 3’yemîn ê Cîhanê di Rojhilata Navîn de be û di navenda Kurdistanê de be. Pêwîstiya Sûriyeyê bi yekîtiya gelan heye.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo  – Sûriye, niha şahidiya guhertinên siyasî yên bilez û zêdebûna aloziyan dike. Di nav veguherînên herêmî ku rewşa Rojhilata Navîn ji nû ve diguherînin de, vê yekê rasterast bandor li ser şert û mercên ewlehî, siyasî û jiyanê yên li welêt kiriye û deriyê qonaxek tijî pirsgirêk û guhertinên bi taybetmendiyên ne zelal vekiriye.

Di rewşa dîrokî ya Rojhilata Navîn de hemû pêkhate bi jiyanek hevbeş dijiyan’

Ji rêveberiya Kobanê Rûken Ehmed derbarê rewşa siyasî ya ku Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriye tê de derbas dibe de, ji ajansa me re  axivî û rewş zelal kir. Rûken Ehmed da zanîn ku Rojhilata Navîn di 200 salên dawî de ji dewletên netewî gelek zirar dîtiye û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Li Rojhilata Navîn di vê sedsala 21’an de, ji bo hêviyên gelan û rewşeke aram, tekoşînek bê hempa hat meşandin. Di rewşa dîrokî ya Rojhilata Navîn de hemû pêkhate bi jiyanek hevbeş dijiyan. Lê di 200 salên dawî de û bi taybetî bi avakirina dewletên netewî re, siyasetek hat meşandin ku Rojhilata Navîn xirab bikin, bi şer re rû bi rû bihêlin û bê rol bikin. Ji ber vê yekê civakê gelek zirar dît û bi taybetî jî di nav civake de jî jinan.

Rojhilata Navîn bihuşta cîhanê bû

Rûken Ehmed destnîşan kir ku ya ji şerê ku di Rojhilata Navîn de hat meşandin herî zêde zirar dîtiye, pêşeroja Rojhilata Navîn bûye û wiha domand: “Şerê ku di navbera gelên li Rojhilata Navîn de hat kirin, bû sedema kuştina bê sînor. Komkujî li ser çand û hebûna gelan hat kirin û koçberî hat jiyîn. Wê yekê jî zirarek mezin da civakê û di serî de jî da jinan. Dibistan hatin hilweşandin û bajar hatin wêrankirin. Rojhilata Navîn bihuşta cîhanê bû, lê ji ber van aloziyan her ku çû rewş xirabtir bû. Di sala 2013`an de Rêber Apo di peyama Newrozê de got pêwîst e Rojhilata Navîn vegere ser eslê xwe, eslê Rojhilata Navîn jî jiyanek hevbeş bû û bê şer û pevçûn bû. Lê belê siyaseta dewletên netewî, qirkirin, şer û mijûlkirina gelan a bi vana re ye.”

Di navbera 22 dewletan de kirin bi hezaran perçe

Rûken Ehmed bal kişand ser Şerê 3’yemîn ê Cîhanê û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ku wê şerê 3’yemîn ê Cîhanê di Rojhilata Navîn de be û di navenda Kurdistanê de be. Rûken Ehmed diyar kir ku ev jî pêk hatiye û dîtine û wiha pê de çû: “Di sala 2000`î de êrîş li ser Îraqê hat kirin. Di sala 2014`an de li ser Mûsil, Şengal û Rojava û heta îro jî berdewam e. Bandora wî şerî ya erênî ew bû ku pergal û rola dewletên netewî hat hilweşand. Di Rojhilata Navîn de û  bi taybetî di navbera Ereban de, kirin 22 dewlet û di nava 22 dewletan de kirin bi hezaran perçe.

Temenê dewletên netewî heta cihekî temam bû pêwîst e hilweşin

Rûken Ehmed diyar da zanîn ku dewletên netewî pirsgirêkên civakan çareser nakin û wiha got: “Eger şerê cîhanê ji aliyê civakan be, wê ew sîstemên dewlet netew ji holê rabin û civak xwe bi xwe xwe birêve bibe. Ji ber ku dewletên netewî pirsgirêkên civakan çareser nakin, dewletên netewî heta cihekî temenê wan temam bû, pêwîst e hilweşin. Ew jî eger xwe bi rêxistin bike û xwe birêve bibe, wê ew şerê cîhanê bikeve xizmeta civak, jin û pêşeroja Rojhilata Navîn. Lê ger ku civak xwe bi rêxistin neke û ne hişyar be, li hemberî vê siyaseta qirkirinê, wê carek din li dijî civakê were bikaranîn û civak wê sedselek din jî wenda bike.” 

Dewleta Tirk lîstikên xwe li ser hebûna gel û olan ava dike’

Rûken Ehmed anî ziman ku pêwîst e gelê Sûriyeyê  ji siyaseta qirêj ya dewleta Tirkiyeyê ku dixwaze li ser Sûriyeyê pêk bîne, hişyar be û wiha berdewam kir: “Eger Sûriye bi hemû pêkhateyên xwe, li hemberî şerê qirkirinê yê ku li ser Sûriyeyê tê ferzkirin hişyar be, wê Sûriye bibe mînaka Rojhilata Navîn, di warê demokratîk, erdnîgarî û dîroka xwe ya pirrengî de ku bi hev re Komara Sûriyeyê ava kirin. Lê ku Sûriye ji mudaxeleyên derve re vekirî be, hemû pêkhate bi hev re xwe birêxistin nekin û li pêşiya axftinên nefretê neyên girtin, wê Sûriye bibe mînakek ne baş ji Rojhilata Navîn re. Rewşa jin û ciwanan di xeteriyek mezin de ye. Dewleta Tirkiyeyê bi awayê ku wê Sûriyeyê ji aloziyan bi rizgar bike nêz dibe. Pêwîst e gelên Sûriyeyê vê yekê qebûl nekin. Dewleta Tirkiyeyê lîstikên xwe li ser hebûna gel û olan dide avakirin. Pêwîst e hişyarî ji aliyê siyaseta dewleta Tirkiyeyê ve ya qirêj ku dixwaze li ser Sûriyeyê bide meşandin, hebe.”

Wê sedsala 21`an sedsala azadî û wekheviyê be

Rûken Ehmed anî ziman ku gelê Kurd xwedî dîrokek kevnar e û wiha pê de çû: “Em wekî gelê Kurd, di demeke pir hesas û girîng de derbas dibin. Wê sedsala 21`an sedsala azadî û wekheviyê be. Ji bo ku em bi rengekî demokratîk hemû pêkhate di Rojhilata Navîn de, wekî gelê Kurd xwedî dîrokekî kevnar in û xwesteka me ew e ku di erdnîgariya Kurdistanê de jiyan bikin.”

‘Pêwîst e hemû gel xwedî li vê pêvajoyê derkevin

Rûken Ehmed da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiya banga aştî û civaka demokratîk dike û wiha axivî: “Tekoşîna banga aştî û civaka demokratîk tê kirin û pêşengtiya wê jî Rêber Apo dike. Dawî li şerê çekdarî anî, partiya ku 52 salan ava kiribû fesih kir û çek şewitandin. Ji bo ku aramî û aştiyek demokratîk pêk bê, hemû gav avêtin. Ev gav wê rewşa hemû pêkhateyan diyar bike. Ev pêvajoyek dîrokî ye û pêwîst e hemû gel xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”

Jinan rolek girîng li ser erdnîgariya Sûriyeyê lîstine

Rûken Ehmed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta demkî jinan qebûl nake û wiha bidawî kir: “Di 6`ê Çileyê de şerekî dijwar hat pêkanîn û xwestin bikin şerê Kurd û Ereban lê ew jî dawî lê hat. Ji bo ku aştî û entegrasyonek demokratîk pêk bê, gela tekoşînek bê hempa meşandin. Pêwîst e em entegrasyonê rast bigrin dest. Entegrasyon ne helandin e, hevdû temam kirin e. Di dîroka kevnar a Sûriyeyê de, jinan rolekî girîng li ser erdnîgariya Sûriyeyê lîstine. Em jî wekî jinên di Şoreşa Rojava de û heta roja îro di hemû waran de, me xwe îsbat kir. Hikûmeta demkî dibêje di nava artêşa Sûriyeyê de jin tuneye, her kes dizane ku jinan DAIŞ têk birin. Pêwîst e jin di nava hemû sazî û dezgehên heyî de cih bigrin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi yekîtiya gelan û parastina axa Sûriyeyê heye.”