Remziye Mihemed: Êrîş û planên qirkirinê li ser gelên herêmê hene

Endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed êrîşên dewleta tirk nirxand û da zanîn ku pergala komplo pêk anî, pergala ku tecrîdê giran dike, pergala ku çavên xwe li hemberî van êrîşan digre yek e loma hêviya gel ji wan hêzan nîn e.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Dewleta tirk ji 5’ê Cotmehê ve êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li dijî herêmê balafirên şer, balafirên bêmirov, top û çekên giran pêk tîne. Her wiha di van êrîşan de binesaziya herêmê armanc digre. Di êrîşên ku îstasyonên santralên elektrîkê, av, gaz û petrol tên hedefgirtin de heta niha 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji 59’an zêdetir kes jî birîndar bûne. Endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed rewşa dawî ya herêmê nirxand.

Remziye Mihemed di serî de destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk her dem hebû û wiha got: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê me nehatiye rawestandin, pê re jî herêmên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kiriye. Kiryarên wan ên dagirkeriyê jî li dijî gel, xweza, cihên dîrokî û cihên nasnameya gelê herêmê dide naskirin mîna Êzidî, misliman û xirîstiyan, bi êrîşên xwe gel armanc digre. Ji lewre ev êrîşa ku ji 5’ê Cotmehê ve dest pê kiriye, berdewamiya van kiryaran e. Bi salan e komplo li dijî Rêber Apo tê meşandin, bi taybetî em hatin roja 9’ê Cotmehê ku girêdayî hev e.”

‘Bi armanca qirkirina gelan êrîşa dawî dest pê kir’

Remziye Mihemed diyar kir ji bo ku pergala gel a wekhev û aram têk biçe, dewleta tirk êrîşên qirkirinê pêk tîne û wiha domand: “Gel dikarî li hember ewqas kiryaran şoreş pêk bîne û pergala xwe ava bike. Gel dikaribû pergalek ava bike ku kes nikaribû destên xwe dirêjî wê pergalê bike û muhtacê tu hêzên mîna dewletê bibe. Gel dikare xwe bi xwe debara xwe bi rê ve bibe, pergala xwe ava bike û hêza xwe bimeşe. Loma ji bo ku ev pergala gelan vala derkeve û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê berdewam bike û qirkirina gelan pêk bîne, bi vê armancê êrîşa dawî dest pê kir. Par di 19’ê Mijdarê de jî êrîşek wiha pêk anî û li wir cihê ewlehî û binesaziya herêmê armanc girt. Dewleta tirk, dewletek dagirker e loma ji bo ku qirkirina gelan pêk bîne, êrîşên bi vê rengî pêk tîne. Ev ne cara ewil e û ne ya dawiyê. Pergala Tirkiyeyê, dewleta tirk û hikûmeta Erdogan, ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye naskirin û pergala wan jî baş tê nasîn ku her qirkirina gelan dide meşandin.”

‘Bi îradeya gel binesaziya herêmê hat avakirin’

Remziye Mihemed bal kişand ser binesaziya herêmê ku bi dest û ezmûna gel hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Ji dewleta desthilatdar re hêzek mezin lazim e ku dewlet û welatê xwe bi rê ve bibe loma xerckirinên mezin çêdibin yan jî ji bo ku tu pergala xwe pêk bînê, mesref û hêz lazim e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi îradeya gel me dikaribû pergala xwe ava bikin. Di aliyê xizmetguzarî, binesazî, ewlehiyê û parastinê de hat avakirin. Heta pergala gel hat avakirin ku gel çawa xwe di komîn û meclisan de bi rêxistin bike hat avakirin. Me ji tunebûnê hebûn ava kir. Gel ji bo ava wan hebe, kedek mezin dan û sazbûna wê dan çêkirin. Her wiha riyên di navbera bajaran de ava kirin. Gel xwe bi xwe pêdivî bi dest xistin û bi ezmûnên xwe binesaziyek baş danîn. Di aliyê kehrebeyê de, dewleta Sûriyeyê bi salan e xizmet ji gelê vir re nekiriye bi taybetî ji gelê Kurd re. Pergalek gel xwe bi xwe dikaribû ji bo jiyan bike bi destên xwe ava kir. Gelek hêz hene û bi salan e li ser piyan in ku bi desthilatdariya xwe dewletê bi rê ve dibin lê nikaribûn vê karê pêk bînin lê li vir îrade, yekitî û hevgirtina gel hebû, ji bo xwe ked dan û ji bo xwe ava kir.”

‘Keda ku bi destên gel hatiye avakirin xirab dike’

Remziye Mihemed diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze pêla koçberiyek nû veke û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo binesaziya ku bi destê gel hatiye avakirin, netehemulkirina dijmin û dewletên desthilatdar rû da. Ev ezmûn bi serkeftî ye û gel xwe bi xwe bi rê ve dibe, ji bo ku vê ezmûnê û destkeftiyên vala derbixin, êrîş dike. Êrîşa ku ev çend roj in pêk tê, piranî li ser cihên xizmetê ye. Di heman demê de li kêleka din jî dixwaze bi van êrîşan tirsê çêbike ku gel êdî di van saziyan de kar neke, ji aliyê din ve jî koçberiyek nû bide çêkirin. Dewleta tirk her dem êrîş dike, ew êrîş vala derdikevim loma dixwaze her êrîş bike ji bo gel bêhêvî bibe û rê li ber koçberiya nû veke. Hêza ku hatiye avakirin dixwaze xirab bike.”

‘Dewletên navneteweyî qanûnên ku derxistine binpê dikin’

Remziye Mihemed bêdengiya hêzên navneteweyî wiha nirxand: “Ji bo daxuyaniya hêzên navneteweyî tu hêviya gelê herêmê ji wan saziyan nîn e. Salên dirêj e şoreş pêk hatiye û gelek êrîşên mîna terorên DAIŞ’ê û dewleta tirk çêdibin, me kesek li kêleka xwe nedît. Me şerê li hemberî terora DAIŞ’ê meşand ku belayek li ser cîhanê bû lê gelê herêmê dikaribû çeteyên DAIŞ’ê ji holê rabike. Heta niha jî gelek çeteyên DAIŞ’ê di destê me de ne ku mehkemeyên wan çênebûne. Her wiha gelek malbatên çeteyan di kampan de ne em xwedî li wan derdikevin. Heta niha ji bo ku mehkemeya navneteweyî çêbibe, lê herkes çavê xwe lê girtiye. Di heman demê de êrîşên salane yên dewleta tirk li ser herêmê me çêdibin û kiryarên dagirkeriyê pêk tên, êrîşên li ser jin zarok û gelan çêdibe, ava gel tê qutkirin, ev êrîş hemû li hember me çêdibin, lê kes bertek nîşan nade û helwestek nadin. Qanûnên mafê mirovan û ya navneteweyî ya aştî, aramî û azadî ku hemû îmze kirine, binpê dikin. Ji bo gelê kurd û gelê herêmê giştî ji bo ku daxwaza azadiyê dikin, her kes bêdeng dimîne û çavên xwe lê digirin.”

‘Çawa li dijî tecrîdê bêdengî heye, li dijî êrişan jî bêdengî heye’

Remziye da zanîn ku ew projeya gelan dest pê kirine, gel xwe bi xwe bi rê ve dibe, xwe ava dike û pergala xwe dimeşîne û wiha domand: “Ev proje rêberek ku ji bo aştî, mirovahiyê û aramiyê bang dike, tecrîdek girankirî dijî. Ev proje hemû bi hev re girêdayî ye û êrîş her ku diçe zêdetir dibe. Ev bêdengiya ku ji bo tecrîdê bi salan e dewam dike, êrîşên ku li dijî gel pêk tên jî, bêdengiyek cîhanî heye, ji ber pergal yek pergal e, pergala ku komplo destpêkiriye, pergala ku tecrîdê giran dike, pergala ku çavê xwe li van êrîşên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire, yek pergal e. Êdî gel hêvî di wan hêzan de nabîne û berê xwe nema dide wan û gel xwe bi xwe têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bike. Her wiha bangawaziya gelê me êdî, ji kesên demokratîk, saziyên sivîl ên mafên mirovan diparêzin e, em êdî bang li dewlet û desthilatdaran nakin.”

‘Asayiş bi ked û xwêdana xwe herêmê û gelê xwe diparêze’

Remziye Mihemed êrîşên herî dawî yên dewleta tirk li dijî navenda asayişê wiha nirxand: “Di 5’ê Cotmehê de jî asayiş hedef hat girtin 6 şehîd çêbûn. Ewlekariya herêmê ji asayîşê tê xwestin, ewlekariya herêmê ya gel e û xwe ji her êrîşî diparêze, heta terora ku li hemberî herêmê çêdibe gel diparêze loma dewleta tirk van êrîşan dike. Dewleta tirk dixwaze, gel ji hêza xwe ya parastinê qut bike, naxwaze zarokên gel biçin parastina gelê xwe bikin. Ji ber asayiş ji pêdiviyên pir kêm, ji karên bi destê xwe, ji hêz û keda xwêdana xwe herêma xwe û gelê xwe diparêze. Êdî dagirkerî, çi kesên ku xizmeta herêma xwe dike, berê xwe dide wan. Hêzên me yên asayişê ewlehiya gelê herêmê dikin û êdî êrîş li ser wan çêdibin. Berxwedana gel çiqas xurt dibe, ev êrîş zêdetir dibin. Gel ji bo 9’ê Cotmehê roja komploya li dijî Rêber Apo, xwepêşandan li dar xist, me dît gel vê komployê vala derxistiye, bi sekn û helwesta xwe dibêje, em van komployan qebûl nakin û wê berxwedana me berdewam bike.”

5 karkerên jin di êrişan de birîndar bûn

Remziye Mihemed êrîşa herî dawî ya li gundê Bişêriyê yê girêdayî Zirganê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de 5 karkerên jin birîndar bûn wiha nirxand: “Mirov êdî li kiryarên dagirkeran ecêb namîne, bi taybetî jin û zarokan hedef digre. Ev ne care ewil e ku jinan hedef digre. Bi taybetî li cihên dagirkirî jin û zarok rastî kiryarên dermirovî tên. Bi salan e li dijî Zirganê jî êrîş çêdibin, gelê herêmê bi giştî êşên mezin dikşîne û azara ku jin dijîn pir zehmet e, ruxmê wê jî gel û jinên herêmê pêdiviyên xwezayî yên herêmê dixwazin bi dest bixin.”

‘Heta dagirker ji xaka me dernekevin dê gel helwesta xwe bidomîne’

Remziye Mihemed got ku wê bi helwesta gel dagirkerî ji xaka wan derkeve û wiha got: “Hêza jinan û bi rêxistinbûna wan çawa ku 12 sal in pêşengiya şoreşê kiriye, wê ev hêz û têkoşîn berdewam bike. Bi birîndarkirina jin û zarokan wê ev têkoşîn nesekine. Îro tevahî jinên Kurd, Ereb û Suryan tevli çalakiya şermezarkirinê bûn û dirûşmên ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gel û berxwedana Rojava avêtin loma bi van êrîşan nikarin hêza jinan qels bikin û wê nikaribin îrade û hebûna me tune bikin. Asta berxwedana jinan bilind dibe, wê têkoşîna wan xurtir bibe û yekitiya jinan pêk were.”

Remziye Mihemed herî dawî helwesta gel li dijî êrîşên dewleta tirk wiha nirxand: “Wê helwesta gel her hebe, heta dagirkerî ji xaka me derkeve. Çalakî û xwepêşandanên ku li herêma me çêdibin nîşan didin ku êdî tehemula dagirkeran ji hêza wan re nemaye. Xaka me rastî guhertina demografîk tê, xaka me tê dizîn, zeviyên me tên dagirkirin êdî ev dagirkeriya ku çêdibe li derveyî mafên mirovan û exlaqê mirovahiyê ye. Loma wê berxwedana gel her dem berdewam bike û wê hêviya xwe her dem mezin bikin. Hêviya me zêdetir bi rêxistinbûna jin, jinên ku di nava şoreşê de û pêşengiya şoreşê kirine her bilind bibe. Hêviya me ew e ku em ê bi pêşengiya jinan, azadiya herêmê û Rêber Apo bi dest bixin.”