Li Lîbyayê jin û hilbijartinên serokatiya meclis û hikûmetê

Jinên siyasetmendarên Lîbyayê ji bo hilbijartinên dê 24’ê Kanûna sala 2021’an despêbike de xebatên didin meşandin ku bikarin vîna jinan di rêveberiya nû de bidin dîtin.

IBTÎSAM AXFÎR 
Binxazî-  Neteweyên Yekbûyî 1’ê Sibatê roja Duşemê ragihand ku 21 endamên wê di hilbijartina meclisa wezareta Lîbyayê de û 24 jî dê wekî namzed di meclisa seroketiyê û hikûmetê de cih bigrin. Hilbijartin dê di 24’ê Kanûnê de dê bê lidarxistin.
Tê ragihandin ku du jinan ji herêma rojava ji bo hilbijartinên meclisa seroketiyê xwe pêşniyar kirine lê ji herêmên rojhilat û başûr, tevî çalakiyên wan ên siyasî û civakî yên ji bo piştgiriya pêşketinên mafên jinan di qadên civakî û siyasî de beşdarî çênebûye. Ji bo vê jî ajansa me bi parêzer û çalakvana mafên mirovan Fatime Şinêb re hevdîtinek kir. Fatime li ser mijarê got:  "Beşdariya jinan di qadên siyasî de pir girîng e, bi taybetî di tomarkirina peyamên Navdewletî de tê tqezkirin ku li ser benda 1325’an girîngiya beşdarbûna jinan di qada siyasî de dinirxîne.  Ji bo vê jî divê rola jinan di mijara wekheviya bi mêr re were pêşvebirin. Ji ber ku jin xwedî jêhatiyên zêde ne divê di serokatiya dewletê de cih bigrin, tenê bi wezaretan nemîne."
“Gihîştina jinan destkeftiya me ye”
Fatime Şinêb wiha domand: “Em ji bo hilbijartina hikûmet û wezaretê bi gelek jinan re civiyan lê hîn jî baweriya wan kêm e. Bidestxistina seroketiyê ji bo jinan, ji kîjan herêmê dibe bila bibe serkeftinek ji jinan re ye. Bi taybetî piştî pêşkêşkirina bernameya hilbijartinê ya ku ji hêla Mamoste Îman Al-Keşir ve hat ragihandin û qebûlkirinek cidî qezenc kir.” 
Fatime  diyar kir ku divê jin ji aliyê jinan ve bên birêvebirin ji bo biryargirtinê û got:“Hêvîdar im di hilbijartinên pêş de jinên herêmên rojhilat jî beşdar bibin û di çeperên rêveberiyê de cih bigirin çi di karûbarên derve, hundir û mafan de be ji ber ku jinên lîbyayî xwedî hêzeke wisa ne ku dikarin pêvejoyan biguherînin" 
Normên civakî dibin bend
Ji bo tevlibûna jinan a herêmên rojhilat di dewreyên din de jî got: “Jinên lîbyayî jêhatî, xwedî sebir û hêzeke ji baweriyê ne lewre em ê bi wan re bicivin da ku di hilbijartinên pêşî de xwedî rol bin. Em vê yekê baş dizanin demek dixwaze lê em ê bi zextê li ser nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên li Lîbyayê jî bikin ku bibin alîkar.
Zîhniyeta zilam rêveberiya jinan qebûl neke
Nûçegihan Hind Al-Honî ku tevli hilbijartina Kongreya Neteweyî ya Lîbyayê bû û xwedî tecrube ye, zextên ku jin di dema hilbijartinan de dibînin bi van gotinan anî ziman: “Civaka Lîbyayê xwedî zîhniyetek bavksalarî ye. Pêşengiya jinan di qadên siyasî de red dike. Dive mêr alîkariya jinan bikin. Ne ji ber ku ew xurt û zana ye ji ber ku jiyan hevpar e.” 
Hind gotinên xwe wiha domand: "Divê feraseta li Lîbiyayê were guhertin. Ango gotinên wekî "Cihê jinê li malê ye." Jinên ku gihîştine asta xizmetê, dikarin karê xwe bikin jixwe di wê baweriyê de ne ku dikarin di hilbijartinan de jî xwe îfade bikin û di rêveberinê de cih bigrin. Em civakek ku bi jêhatiyan bawer nakin û zagon lê nîn in, tenê hêz (qebîle, hêza sultan û pere ) lê heye ne. Ya din jî ji ber ku biyolojiya jinan ji ya zilam cudatir e, ditirse ku kevneşopiyên civakî derbas bike.”
Bêbawerîbûn dibe bend
Hind çîroka serpêhatiya xwe ya di hilbijartina Kongreya Neteweyî ya Lîbyayê ya di Sibata 2011’an de wiha vedibêje: "Ez ne bi tenê bûm di vê hibijartinê de. Xwenda bûm û ji malbatên mezin bûm. Gelek jin jî hebûn, ji ber ku bernameya hilbijartinê kampanyaya bi wêne, armanc û belavkirina wê heye, yek ji nûnerên hilbijartî ez ji xwe re xwestibûm. Dema wêneyên min hatin belavkirin nameyek ji min re şand û di nameyê de wiha nivîsîbû: "Pir xweş e ku ez kesek hemû kes îro lê temaşe dike ji xwe re bînim." Ruxmî alîkariya malbatê û bi baweriyek xurt beşdar bibûm tu astangî min nedîtin lê dibêjim bêbawerî astengiyan çêdike û destkeftiyan pûç dike.”
Hind di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di medyaya civakî de hin jinên lîbyayî hene di bin navê" Tirind"  de wêneyên rizgariya jinan radixînin ber çavan. Dîmen nikare bibe mijarek ji pratîk û rizgariya wê xeyalî dimîne. Ji ber ku nikare di nav civaka Lîbyayê de rol bigire. Lê belê kesayetên xwedî hişmendî yên ku dikarin guhertinekê pêk bînin hene, lê piştgirî tune ye, her tim şerê wan tê kirin. Kesayetiyên xwedan fikrên jiyanî, xwediyên hêza piştgirî û pere ne lê ne xwediyên serokatî û siyasetê ne, helbet kesên nezan in."
Paralîtîk û serdestiya hebûnê
Helbestvan Ayşe Bazama jê dibêje; "Şelel" ew komên ku cih ji çalakiyên jinan re nehiştine, her tim civînên ku tên lidarxistin ji bo eynî kesan in. Ji bo piryar û planan bêyî ku nêrîna jinan binirxînin, civînan li dar dixin, ji bo vê jî astangiyan li hemberî beşdariya jinan çêdikin.
 Ayşe wiha bi dawî kir; "Ji bo vê jî jinên welathez û xwedî wijdan beşdarî hilbijartinan nabin bi hebûna kesayetiyên xwehez tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin û li ser ekranan xwe nîşan didin lê çand, zanîn û zîrekbûna wan jî yek carî nîn e."