Li Başûrê Kurdistanê sedema kêmbûna jinan di siyasetê de

Hertim pirsa ku çima jin bejdarî siyastê nabe yan jî beşdariya wan kême li herêma Kurdistanê tê pirsîn. Siyasetmedarên jin sedema vê weke aqlê mêrsalarî bi nav dikin.

TERZE TEHA
Silêmanî - Li herêma Başûrê Kurdistanê asta bejdarbûna jinan di siyasetê de gelek kême û ew jinên ku di qada siyasetê de xebat didin meşandin li gora bandora partiya xwe kar dike û eve jî di keve xizmeta aqlê mêr de. Di derbarê bejdarnebûna jinan li herêma Kurdistanê di qada siyasetê de jinên siyastmedar ji ajansa me re axivîn.
“Ji ber kevneşopiyên civakê jin bejdarî siyasetê nabin”  
Mamosta, çalakvan û şîrovekara siyasî Sînor Kerîm sedemê bejdarnebûna jinê di siyasetê dê wiha pênase dike: “Zîhnyeta Desthilatdara li ser bingehê kolekirina jinê avabûye. Ji ber siyaseta desthilatdariyê li hemû cîhanê li ser aqlê mêrsalarî avabûye û desthilata mêr bi rêve dibe. Li herêma Kurdistanê ji ber vê siyaset weke mulkê mêran hatiye diyar kirin, ji ber kevneşopiyên civakê jin bejdarî siyasetê nabin. Bi biryara welatên Rojhilata Navîn ên ku mêrsalarî têdane ev yek bûye sedem ku jinê marjinal bikin. Ew jinên ku bejdarî siyasetê birine ji aliyên kesukarên xwe ve weke şerm tê dîtin. Di şikandina asoya jinê de desthilata mêr hêza xwe xistiye meriyetê. Hemû evane jî bi awayek derketine ber çavan, ev xalên me rêz kirin sedemên serekene ku jin bejdarî siyasetê nebin. Bi navê siyasetê azadî ji holê hatiye rakirin. Destdirêjî li ser hizrê kesayetiya jinê hatiye kirin. Eve jî bûye sedem ku jin baweriya xwe nemîne ku bejdarî siyasetê bibe.”
“Wêne û dengê jinê bi hev re jinê diyar dike” 
Sînorê bal kişand li ser cudahiya navbera wêneyê jinê û dengê wê û wiha dom kir: “Di welatên sermeyar de tenê rengê jinê heye, lê belê weke deng ne ewqas bi hêze nikare daxwaza mafê jinê bike. Di civaka Kurd de giringî nade hêza jinê, hemû bi awayekê li jinê temaşe dike. Ji ber wê gelek caran ew jinên di nava siyasetê de cîh girtine jî ji xebatên siyasî dur dixin û dixwazin xwe ji vê rizgar bikin. Siyaseta Başûrê Kurdistanê hemû tekele, ji ber siyaset û desthilatdar di vê herêmê de têkel bûye, divê siyaset mulkê giştî be. Lê belê jêre astek hatiye diyar kirin, wê derbas nake. Asta şiyarkirina civakê li gel siyasetê xwedî hêze ku civak zêdetir siyasî be û çavdêriyên wê li ser desthilata siyasetê çêdibe.”
“Sîstema hevserokatî ji bo derxistina hêza jinê ye”
Hevseroka Şaredariya Binarê Qendil Awêz Ismail jî diyar kir ku sîstema hevsorakatî weke sistemek guncawe ku hêza jinê dide diyarkirin ji bo bi destxistina mafê jinê pênase dike û got: “Di sîstema hevserokatiyê de hevsengiya rêgezan diparêze. Di demekê de sîstema sermeyader dixwaze jin ji cewherê xwe dur bikeve, ev sîstem ji bo me jiyaniye û divê em lê xwedî derkevin. Li her cihekê de divê sîstema hevserokatiyê were ava kirin. Di vê sîstema hevsorkatiyê de qet gendelî çênabe û cîh ji xirabiyan re nîne. Partî û aliyên siyasî ruyek yê ciwaniya siyasetê nişanî hemwelatiyên vê herêmê nekirine, tenê wisa li jinê kiriye ku jin hîs bikin karê siyasetê ne karê jinê ye. Niha jî dema li gel jinan behsa siyasetê dikin xwe gavek paş de dikêşin dibêjin siyaset ne karê jinê ye lê belê beşek jê siyasetê weke karê xwe dibînin û karê siyasetê dikin.”