‘Li Efrînê kiryarên li dijî jinan zêdetir bû’

Rêvebera Mala Jin a herêma Efrînê Yesmîn Qadêr diyar kir ku rewşa jinên li Efrînê ber bi xirabûnê ve diçe û rojane rastî kiryarên hovane û xirab tên, bi ketina HTŞ'ê re li Efrînê zêdetir bûne."

HESNA MIHEMED

Şehba – Bi dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve rojane kiryarên li ser sivîlan zêdetir dibin. Ev bû pênc sal in bênavber dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê kiryarên dijmirovî li ser welatiyên herêmê didomînin. Rojane jin tên hedefgirtin bi îşkence, tecawiz û kiryarên xirab re rûbirû dimînin. Li gorî bîlançoya meha Cotmeha 2022'an a malpera çalakvanên Efrînê bi dehan e jin rastî revandin, îşkencekirin, tecawiz û qetilkirinê tên, jinek bi temen mezin a bi navê Henîfa Musa Owlo ji gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê di encama pevçûnên di navbera çeteyan de hat qetilkirin. Her wiha jina bi navê Şukran Hecî Xelîl a 36 salî ji welatiyên gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê ji aliyê çeteyan ve rastî tecawizê hat. Ev kiryar hemû bi armanca tunekirina civaka Kurd li ser Efrîniyan tên kirin.

Rêvebera Mala Jin a herêma Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yesmîn Qadêr der barê revandin û îşkencekirina jin li Efrînê bi me re axivî.

‘Efrîn di nava destên çeteyan de maye’

Yesmîn Qadêr di destpêka gotina xwe de bal kişand ser kiryarên li dijî jinan li Efrînê û wiha bi lêv kir: "Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ve ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê ve kiryarên xirab û îşkence li ser welatiyan tên kirin û heta îro berdewam dikin. Bi taybetî li ser jinên Efrînê kiryarên revandin, îşkencekirin û hwd. ên xirab didomin. Di van demên dawî de piştî derbasbûna çeteyên bi navê Cebhet El Nusra ango Heyet Tehrîr El Şem a Efrînê re li ser jinan kiryarên xirab zêdetir bûn. Jin li Efrînê di bin zextan de dijîn. HTŞ li Efrînê nahêle parçeyek ji bedena jinan ango porê wan xuya bike û wan ceza dike. Di heman demê de şêwazên şerê taybet jî li ser gel didin meşandin. Li Efrînê aramî û aştî heye divê her kes vegere cih û warên xwe. Dema welatî vedigerin jî rastî îşkenceyên giran tên û poşman dibin."

‘Çarenûsa gelek jinên Efrînê ne diyar e’

Di nav gotinên xwe de Yesmîn Qadêr diya rkir ku jin li Efrînê ji ber zextên çeteyan û kiryarên wan digihîjin asta xwekuştinê û wiha got: "Li Efrînê ji ber ku zext û kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê zêdetir dibin, gelek jin hene vê yekê li ser xwe qebûl nakin ji ber wê neçar dimînin xwe bikujin. Di heman demê de rêjeya revandina jinan û îşkenceya li ser wan zêde bûye. Ev yek jî dibe sedem ku ji bo xwe ji vê zilmê xilas bikin serî li xwekuştinê bidin, hinek ji wan jî berê xwe didin kantona Şehbayê. Her wiha rêjeya revandina jinan jî gelek zêde bûye û çarenûsa wan heya vê kêliyê ne diyar e. Bi salan e gelek ji wan, di zindanên çeteyan de heya roja îro dîlgirtî ne."

‘Xwedî helwest bin’

Yesmîn Qadêr bang li rêxistinên navneteweyî û kesên berpisiyar kir ku xwedî li mafên jinên li Efrînê derkevin û li dijî kiryaran bêdeng nemînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em Mala Jinan her dem hewl didin xwe bigihîjînin hemû jinan û wan ji zilim û bindestiya çeteyan xilas bikin. Banga me ji hemû rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî re heye ku xwedî li mafên jinên li herêmên dagirkirî derkevin û li dijî zîhniyeta dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê helwesta xwe nîşan bidin da ku pêşî li kiryaran bê girtin."