Ayşegul Dogan: Ev pêvajo bêyî derfetên ragihandinê çawa dikare lezê bi dest bixe?

Berdevka DEM Partî’yê Ayşegul Dogan di derheqê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin de got: “Em dixwazin ku hevdîtinên pêwîst bi Birêz Ocalan re di zûtirîn demê de bên lidarxistin û em bawer dikin ku divê ev yek bileztir bibe.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Ayşegul Dogan behsa karesatên dawî yên li Riha, Dîlok, Meletî û Amed’ê kir û wiha got: “Mixabin, ev karesatên ku wekî karesatên xwezayî têne nîşandan lê di rastiyê de encamên ne xwezayî diafirînin. Di van karesatan de herî kêm 50 welatî birîndar bûn. Em dibêjin Xwedê rehma xwe li kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bike û em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wan re dixwazin.”

‘Amedspor bûye dengê hevpar ê bi mîiyonan kesên ku demokrasî û aştiyê dixwazin’

Ayşegul Dogan, Amedsporê ji bo ku derbasî Lîga Super bûye pîroz kir û wiha pê de çû: “Ev şampiyoniya ku Amedsporê di Lîga Super de bi dest xistiye ne tenê destkeftiyek e. Amedspor ji tenê tîmek werzîşî wêdetir bûye. Çima? Ji ber zextên ku pê re rû bi rû maye. Ji ber polîtîkayên cudakar. Cezayên girtina stadyûmê dîtiye. Qedexeyên lîstikên derve dîtiye. Bi her cûre zextên aborî re rû bi rû maye. Lê çi kir? Li ber xwe da û di encamê de, klûbê hemû zehmetî derbas kirin û di xala ku îro gihîştiye de, bûye dengek ji bo dengê hevpar ê bi milyonan kesan ku demokrasî û aştiyê dixwazin.”

'Pêşniyara MHP’ê pirsgirêkan careke din eşkere kir’

Ayşegul Dogan li ser pêşniyara Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya derbarê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ya wekî "koordînatorê pêvajoya aştiyê û siyasîkirinê” jî wiha got: “Wekî DEM Partî, em bawer dikin ku xurtkirina pêvajoya aştiyê, vekirina rêya siyasîkirinê û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk ji bo Tirkiyeyê neçariyek e. Ji ber vê yekê, em bê guman her beşdariya avaker û erênî ya ji bo vê mijarê watedar dibînin. Ger em bi vê pêşniyarê re li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê, nemaze pirsgirêka Kurd ku bi salan e li benda çareseriyê ye, bi rêbazên demokratîk û aştiyane nîqaş dikin, divê em jî bizanin ku vê pêşniyarê bi rastî ev pirsgirêk careke din xuya kirine. Dîsa, divê pêşniyarên wiha bi awayekî werin nirxandin ku dikarin piştgiriyê bidin avakirina çareseriyên bê-pevçûn, demokratîk û aştiya civakî. Di dawiyê de, Serokê MHP’ê pêşniyarek dike, nîqaşekê vedike û hewl dide ku ji perspektîfa xwe beşdariyek rêber pêşkêşî nîqaşek berê vekirî bike.”

‘Avakirina platformek diyaloga demokratîk pir girîng e

Ayşegul diyar kir ku ew balê dikişînin ser mijarekê ku dikare hin nezelaliyan ji holê rake û ragihand ku di vê mijarê de pêşniyarên cûrbecûr ên partiyê hene. Ayşegul wiha domand: “Avakirina platformek diyaloga demokratîk pir girîng e. Hem ji bo avakirina aştiyê û hem jî ji bo vekirina qada siyasîkirin û siyaseta demokratîk, ji bo me pir girîng e ku Birêz Ocalan, aktorê sereke, bê guman bikaribe mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne û şert û mercên ku ew bikaribe rola xwe wekî aktorek sereke bikar bîne werin afirandin. Ji ber ku, wekî ku me ji destpêkê ve got, ev ne nîqaşek nezelal e; em balê dikşînin ser mijarekê ku dikare çend nezelaliyan ji holê rake.”

‘Derengketina pêvajoyê fikaran çêdike’

Ayşegul Dogan ragihand ku di pêvajoyê de derengketin hene, destnîşan kir ku di pêvajoyê de zehmetî û nezelalî hene û wiha domand: “Derengketin hene. Ev derengketin fikaran çêdike. Ji destpêkê ve di derbarê sêwirandina pêvajoyê de hin nirxandin hene. Di derbarê sêwirandinê de nîqaş û pêşniyar hene, ku dikarin dem bi dem li gorî her helwestek siyasî, çi erênî be çi neyînî, biguherin. Lê li gel van hemûyan, em dizanin ku ev pêvajo pir hêja, pir girîng û pir stratejîk e. Divê nêzîkatî wiha be.”

‘Ji bo vê pêvajoyê qanûn, demokrasî û azadî pêdiviya herê bingehîne’

Ayşegul Dogan diyar kir ku salek di ser fesîxkirina PKK’ê re derbas bûye û derbarê rêziknameyên qanûnî de derengketinek çêbûye û got: “Di vê salê de, çek hatin şewitandin û îmhakirin. Biryara vekişînê hate ragihandin. Hat gotin ku ev biryarek bêveger bû. Mînak, yek ji pêşengtiya çek şewitandin û îmha kirinê kir  Bese Hozat bû. Piştre, hin siyasetmedaran gotin ‘Xwezî ew bikaribana vegerin’. Ji bo kesên ku çekên xwe bi şewitandinê tune kirin, lê ew nekarîn vegerin. Çima ew nekarîn vegerin? Ji ber ku bingehek qanûnî tune bû ku vegera wan gengaz bike. Hêviya me ew e ku ev qonax zû bipêş bikeve û qanûnek bi rastî berfireh, ne kategorîk, were afirandin û ev derfet bi vî rengî were bikaranîn. Ev tiştên ku divê di pêvajoyê de biqewimin in; qanûn, demokrasî û azadî ji bo vê pêvajoyê pêdiviyên herî bingehîn in.”

‘Damezrandina nexşerêyek nû ji bo serdema nû’

Ayşegul Dogan tekez kir ku saziya siyasî pêdivî bi gavên wêrek, avaker û çareseriyê heye û wiha got: “Damezrandina nexşerêyek nû ji bo serdema nû, destnîşankirina zimanê serdemê, nêzîkbûna bi baldarî ya nexşerêya siyaseta ku were meşandin, çêkirina rêziknameyên pêwîst li Tirkiyeyê ji bo berfirehkirina qada siyaseta demokratîk, mîsogerkirina civakîbûna aştiyê û afirandina îmkanên qanûnî yên ku dê bingehê ji bo vê pêvajoyê bi piştgiriyek civakî ya bihêz veke, pêwîst in. Ji ber vê yekê ji vê perspektîfê ve, divê hemû aktorên siyasî zimanekî berpirsiyar bikar bînin û nêzîkatiyek bigirin ku îhtîmala aştiyê zêde bike.”

Ayşegul Doxan di nava gotinên xwe de balkişand ser şert û mercên xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê kanal werin vekirin da ku Birêz Ocalan bikaribe bi raya giştî re têkilî deyne. Divê rojnamevan bikaribin pirsên xwe bipirsin, yên ku dixwazin biçin û wî bibînin divê bikaribin rasterast biçin û wî bibînin û pirsên xwe bipirsin, divê şert û merc wisa bin ku ew rasterast beşdarî vê pêvajoyê bibe, divê ew bikaribe di bin wan mercan de bi ragihandina rasterast bi awayekî azad piştgiriyê bide vê pêvajoyê, em behsa aktorê sereke yê pêvajoyê dikin. Ev pêvajo bêyî derfetên ragihandinê çawa dikare lezê bi dest bixe? Bi rastî, wî bi xwe di peyama xwe ya dawî de, ku bi rêya Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM bi nivîskî hate weşandin, bal kişand ser vê yekê. Ji ber vê yekê, rastiya ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM ji mehekê zêdetir nekariye bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike, an jî bi wî re hevdîtin nekiriye û hevdîtin nehatiye sazkirin, hem di raya giştî de fikaran çêdike û hem jî dibe sedema pirsên cûda. Ji ber vê yekê, em dixwazin ku hevdîtinên pêwîst bi Birêz Ocalan re di zûtirîn dem de pêk bên û em bawer dikin ku divê ev yek bileztir bibe.”

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye

Ayşegul Dogan bal kişand ser 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî û amadekariyên hatine kirin û wiha bidawî kir: “Em li ser zimanê bi milyonan welatiyan diaxivin, lê dîsa jî, wekî ku hûn dizanin, zextên li ser zimanê Kurdî di seranserê dîroka Komarê de bi awayên cûrbecûr berdewam kirine. Lê heta îro jî, Kurdî hîn jî bi bandor hedefa polîtîkayên cudakar de ye. Ev polîtîka, bêyî ku pêşketina zimanê Kurdî bê gotin, mafên bingehîn ên ku bingeha peymanên navneteweyî û destûrê pêk tînin û her weha mafên mirovan ên gerdûnî, wekî axaftina bi zimanê dayîkê, wergirtina perwerdehiyê bi zimanê dayîkê û wergirtina xizmetên giştî bi zimanê dayîkê hedef digirin. Dema ku em bi taybetî li zimanê Kurdî dinhêrin, mixabin, ew qedexe ye û ev berdewam dike.”