Jinên Ereb di xebatên siyasî de hevparên bingehîn in

Di van deh salên dawî de banga ji bo bihêzkirina jinan û beşdarbûna wan a jiyana siyasî bi awayekî berbiçav zêde bûne.

RÎM MIHEMED

Reqa – Jin bingeha civakê temsîl dikin lê rejîmê girîngiya rola jinan di beşdarbûna di qada siyasî de nas nekir. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevlikirina jinan a qadên cuda kar kir û jinên Ereb teşwîq kir ku tevli karên siyasî bibin, tevî kêşe û astengiyên ku civak li pêşiya wan derdixe.

"Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê rewşa jinan guherî"

Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Suhêl El-Snûh diyar kir ku di sed salên dawî de, fikra beşdarbûna jinan di xebatên siyasî û demokratîk de li welatên Ereban bi pêş ketiye û wiha pê de çû: "Gelek welatan peymanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan û jinan pesend kirine û di destûrê de cih girtine lê di pratîkê de nehat cîbicîkirin. Ji ber ku jin bi zelalî beşdarî siyasetê nebû, dilgiraniyek mezin hebû lê piştî şoreşên Ereban rewşa jinan guherî, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştî ku jin beşdarî şoreşa Rojava bûn. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî gelek qadên siyasî û îdarî bûn. Jin di sîstema Rêveberiya Xweser de xwedî cihekî zelal e û ji sedî 50 temsîl dike."

"Jin ji bo aştî û aramiya siyasî li herêmê xwedî roleke mezin in"

Suhêl El-Snûh da zanîn ku têkoşîna li dijî çand û zîhniyeta serdest a di nava civakê de û kevneşopiyên ku rê li ber beşdarbûna jinan di nava siyasetê de digrin, di encama têkoşîna jinan û rola wan a di nava tevgera gel de pêk hat û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em weke rêxistinên femînîst divê hemû jinên Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di pêvajoya siyasî û dîplomatîk de amade bikin, gelek jin hene ku dikarin vî karî bikin lê pêwîstiya wan bi piştgiriya me heye. Jin ji bo aştî û aramiya siyasî li herêmê xwedî roleke mezin in. Divê em ji bo jinên ku di pêşerojê de me temsîl dikin bibin destek.

"Jinên Sûriyeyê di dema krîzê de rastî êş û azaran hatiye"

Suhêl El-Snûh eşkere kir ku jinên Sûriyeyê di dema krîzê de rastî êş û azaran hatiye û wiha got: "Gelek jin hene bi tenê zarokên xwe xwedî dikin. Jinên Sûriyeyî gelek berdêl dane. Jin li herêmên di bin kontrola rejîmê de hîn jî ji gelek mafên xwe mehrûm in û rastî gelek zehmetiyan tên. Ez hêvî dikim ku pêşketinên jin li herêmên bakur û rojhilat pêk anîne, bi giştî li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê çêbibe. Çanda serdest û kevneşopiyên kevnar ên ku ji her alî ve jinan dorpêç dike. Jin beriya salên şer guh nedida mafên xwe lê tevî dijwariya şer, jinan di nava vê êş û azarê de dikaribûn mafên xwe nas bikin."