Ji bo teşwîqkirina beşdariya hilbijartinan kampanya hat destpêkirin

Komeleya Rojnamegerên Jin ên Iraqê kampanyaya bi navê "Bihêlin ew biryar bidin" da destpêkirin da ku jin bikaribin beşdarî hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê yên di 10'ê Cotmeha 2021'ê de werin lidarxistin bibin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Komeleya Rojnamegerên Jin ên Iraqê ku di 19'ê Tîrmeha sala borî de hat damezrandin, bi riya kampanyaya ku di 22'ê Tebaxê de dabû destpêkirin hewl dide piştgiriya  jinan bike ku bikaribin beşdarî hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê bibin.
Ji bo agahiyên der barê kampanyayê de, ajansa me, bi damezrînera kampanyayê û endama Komeleya Rojnamegerên Jin ên Iraqê, Raya Faeq re hevdîtinek pêk anî. Raya Faeq diyar kir ku bi kampanyayê hewl tê dayîn ku tevlibûna femînîst a dadmendan misoger bibe û got ku ew daxwaz dike berendamên jin an berendamên ku wê temsîl dikin hilbijêrin, bêyî ku destwerdana mêr ji hêla hawirdora civakê ve were ferzkirin.
Raya Faeq diyar kir ku kampanya dê bi riya malperên tora civakî, bi taybetî Facebookê berdewam bike, ji ber ku Facebook li welat bêtir tê bikaranîn û wê bi riya malpera komeleyê biweşîne û her wiha dê hevpeyvînên çapemenî û televîzyonê ji bo danasîna wê bên kirin.
Ji bo kampanyayê vîdyoyên bi zimanê Erebî û Înglîzê hatin amadekirin
Der barê mekanîzmaya bicihanîna kampanyayê de wiha dibêje: "Destpêk bi têkiliya bi rojnamegerên jin re bû da ku razîbûna xwe ji bo beşdarbûna kampanyayê werbigirin. Vîdyoyên bi Erebî û Înglîzî hatin amadekirin ji bo danasîna kampanyayê. Em bang li hemû endamên komeleyê dikin ku hastagê li ser rûpelên xwe yên kesane û tevahî malperên tora civakî belav bikin."
Raya Faeq hewl dide ku di navbera pankartên hilbijartinê û pankartên kampanyayê de girêdanê çêbike da ku piştgiriyê bide beşdarbûna jinan wekî dengdêr û berendam û wiha didomîne: "Em hewl didin pankartên biçûk ên ku ji bo kampanyayên hilbijartinê li navendan hatine daliqandin çap bikin. Zêdebarî lidarxistina semînerên diyalogê ji bo nirxandina çalakiyên kampanyayê, ji bo gihîştina hejmara herî gengaz a jin û mêran da ku jin di azadiya hilbijartina nûnerên xwe de bêyî tixûbdariyên civakî kêfxweş bibin." 
“Pêwîst e qalibên civakî yên li ser jinan hatine ferzkirin biguherin”
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Iraqê teqez dike ku jin xwedî mafên wekheviya siyasî, aborî, civakî û medyayî ne her wiha pêwîst e qalibên zayendî yên ku ji aliyê civakê ve li ser wan hatine ferzkirin biguherin.
Der barê ramana kampanyayê û bicihanîna wê de, Cîgira Seroka Komeleya Rojamegerên Jin ên Iraqê Israa Tariq got: "Fikra destpêkirina kampanyayê piştî ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan got ku nerazîbûnek pir ji hêla hemwelatiyan ve ji wergirtina kartên xwe yên biyometrîkî heye, derket pêş. Ev jî tê vê wateyê ku ew nikarin beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin û mafê xwe yê destûrî bi kar bînin da ku hilbijêr nûnertiyê di parlamentoyê de bikin, nemaze piştî pejirandina pergala pirdeverî."
Her wiha wê destnîşan kir û got: "Ji ber ku jin di civaka Iraqê de ji hemû maf û azadiya xwe sûdê nagirin, heta ger qerta dengdêrek jî bistînin, hewirdora civakî mudexeleyî biryara wê dibe. Ji aliyê din ve, dibe ku jin bêyî zextên civakê nexwazin beşdarî guheztinê bibin. Tiştê ku me ji rojnamegerên jin ên ku boykota xwe ya pêvajoya hilbijartinê ragihandin jî dîtiye ev e. Ji ber wê yekê me biryar da ku em kampanyayek medyayî organîze bikin da ku ji jinan bixwazin beşdarî hilbijartinên parlamentoyê yên ku di 10'ê Cotmeha îsal de werin lidarxistin bibin. Bi riya xebatê ku li ser medyayê, werin lidarxistin, temaşevan hedef tên girtin da ku jinên xwedî mafê dengdanê ango kesên ji 18 salî mezintir bikaribin beşdar bibin."
“Ev gaveke baş e”
Israa Tariq li ser radeya aktîfbûna civaka femînist bi kampanyayê re dibêje: "Em bawer dikin ku ew baş e û me ev ji şopandina komên jinan ên li ser medyaya civakî nas kir û dît." 
Der barê performansa jinan di parlamantoyê de di rûniştinên berê de, Israa Tariq got: "Dikare were gotin ku performansa jinan di parlamentoyê de ne di asta mebesta me de bû û ev dikare ji hêla partiyên ku peyv û biryarên xwe ferz dikin ve were vegotin. Her wiha hejmara wan li gorî zilaman kêm bû, di heman demê de cih nedaye wan ku xwe îsbat bikin."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komeleya Parastina Azadiya Çapemeniyê li Iraqê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Iraqê damezrand da ku bi guhertinên di qada medyayê der barê xebata jinan de gav biavêje û valahiya di xebata jinan a di çapameniyê de dagire.
Rojnamegerên jin ên Iraqê ji ber ku cesaret kirine pêşdaraziyên der barê rola jinan di civakên serdestiya mêr de tune bikin, rastî zehmetî, gef û êrîşan tên.
https://www.youtube.com/watch?v=BLRE6G1cwUQ
https://www.youtube.com/watch?v=l5pXWk1dPJs