"Rewşa jinên Efganistanê di metirsiyê de ye divê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin"

Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Xelîl rewşa jinên Efganistanê nirxand û got: "Divê jinên Efganistanê koletî û bindestiyê qebûl nekin. Pêwîst e têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re bingeh bigrin û ji bo bi destxistina mafê xwe, rêxstinbûna xwe ava bikin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Tevgera Talîban di 16`ê Tebaxê de dest danî ser Efganistanê. Tevgera ku bi tundirawiya xwe û kiryarên xwe yên weke DAIŞ`ê tê naskirin, di roja yekemîn a destdayîna ser Efganistanê de jiyana gel bi rengekî neyînî guhert. Di 18`ê Tebaxê de Emerîkayê û 20 dewletên din daxuyaniyeke hevar dan û metrsiya xwe ji bo rewşa jinên Efganistanê anîn ziman. Çekdarên Tevgera Talîban di roja yekemîn de Nîqab li ser jinan ferz kirin her wiha gelek jin rastî lêdanê hatin. Di heman çarçoveyê de çekdaran gelek zarokên keç û jinên ciwan revandin da ku bi zorê bi wan re bizewicin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevger û rêxistinên jinan metirsiya xwe ji bo xetera li ser jinên Efganî anîn ziman û helwestên xwe nîşan dan. 
Berdevak û endama koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl rewşa jinên Efganistanê ji ajansa me re nirxand û piştgiriya xwe nîşan da.
"Efganistan di encama siyaseteke navneteweyî de teslîm bû"
Mizgîn Xelîl di destpêkê de rewşa li Efganistanê nirxand û got: "Bi salan e şer û siyaseteke navneteweyî di hundirê Efganistanê de dihat meşandin. Tevgera Talîbanê di bingeha xwe de rêxistineke tundraw e ku ji aliyê Emerîkayê ve ji bo şerkirina li hember hêzên Rûsyayê û bicihanîna berjewendiyên wan, ava kir. Tevgera Talîban di naveroka xwe de mafên mirovan û bi taybetî yê jinan binpê dike. Her wiha ola Îslamê bi rengekî tundraw bi kar tîne. Emerîkayê xwe bi salan li Efganistê bi rêxistin kir û qaşo xwe berpirsar nîşan dida lê me dît ku xwe di encama siyaseteke qirêj de vekişand û çarenûsa wî gelî ji Tevgera Talîbanê re hîşt."
"Jinên Efganistanê bi kiryarên herî tund re rû bi rû ne"
Mizgînê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên ku jin pê re rû bi rû dimînin û got: "Tevgera Talîbanê çawa derbasî Efganistanê bû, yekser êrîş û kiryarên herî hov li hember jinan bi kar anîn. Di destpêkê de biryar girt ku bi darê zorê zarok û jin bi wan re bizewicin. Ev kiryar tên wateya kirîn û firotina jinan û di tu zagonên navneteweyî de nayên qebûlkirin. Her wiha careke din me dît ku yekser cilên reş li jinan kirine. Civaka Efganistanê bi salan e di bin siyaseta Emerîkayê de dijî, îro bi kiryarên herî tund re rû bi rû dimîne. Tevgera Talîbanê bi hişmendiya mêrê serdest û zayendperest pergaleke desthilatdar dide meşandin. Bi taybetî jî zagonên herî hişk û tund li ser jinan pêk tîne. Kiryarên ku îro li Efganistanê tên kirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve tên kirin. Ji ber vê em difikirin ku Erdogan û Talîban di heman riyê de û bi heman hişmendiyê hukimdariyê dikin."
"Di sedsala 21’emîn de jin di encama siyaseta hêzên hegomonîk de tên qirkirin"
Mizgînê dirêjî da axaftina xwe û got: "Li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek pêk hat. Jinan pêşengiya vê şoreşê û şerên li hemberî terora DAIŞ`ê kirin. Bi taybetî jî Yekîneyên Parastina Jinan ku ji tevajî jinên cîhanê re bûn hêvî û sembola têkoşînê. Ji lewre me dît ku dema dewleta tirk herêm dagir kir, di destpêkê de vîn û hebûna jinan hedef girt. Li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî çeteyên dewleta tirk jin revandin, tecawiz û qetil kirin. Her wiha cilên reş (Nîqab) bi zorê li wan kirin. Di sedsala 21’emîn de jin rastî êrîşeke mezin tên. Ji lewre rewşa jinên Efganistanê ji rewşa jinên din ne cudatir e. Hemû êrîş weke xelekekê hev temam dikin. Jin dibin qurbaniya siyaset û şerê berjewendiyan ê di navbera hêzên hegomonîk de. Em dibînin ku di her serdemekê de tevger û rêxistineke teror tê avakirin û li hemberî gelan tê bikaranîn. Vekişîna hêzên Emerîkayê ji Efganistan her wiha bêdengiya wan û hêzên Rûsyayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember kiryar, dagirkerî û êrîşên dewleta tirk, tenê ji me re tiştekî teqez dike. Divê em weke gelên Rojhilata Navîn baweriya xwe bi tu hêzên biyanî neynin."
"Em piştgiriyê didin jinên Efganistanê"
Berdevaka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Efganistanê kir ku xwe li hemberî tundî û zordariyê bi rêxistin bikin û gotinên xwe bi dawî kir: "Weke Kongreya Star ku me tecrube girtiye,  em bang li jinên Efganistanê dikin ku li hember desthilatdarî û hovîtiya Tevgera Talîbanê têbikoşin û xwe birêxistin bikin. Divê em weke jin baş bizanbin ku tu hêz nikare ji bilî parastina rewa me biparêze. Divê jinên Efganî pêşengiyê ji civaka xwe re bikin, xwe li ser bingeheke rast birêxstin bikin û hêzên xwe yên xweser ava bikin. Em jî weke Kongreya Star bi dil û can piştgiriya xwe didin jinên Efganistanê."