Hêvîdar Xalid: Pêşeroja Sûriyeyê bê jinan nabe

Rojnamevan û Nivîskara Kurd Hêvîdar Xalid tekez kir ku divê jinên Kurd û Sûriyeyê, li hemberî entegrasyona ku jinan ji maseya danûstandinan, nûnertiya siyasî û destûrî dûr dixe, rêxistina xwe ava bikin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Di demek ku li Rojavayê Kurdistanê xalên entegrasyonê ku di navbera QSD’ê û Şamê de di 29’ê Çileyê de hatibû îmzekirin, bend tên bicihanîn. Her wekî diyar dibe ku hêj îradeya jinan nehatiye naskirin û cih ji taybetiya wê re nayê veqetandin.

Rojnamevan û Nivîskara Kurd Hêvîdar Xalid ji ajansa me re çavdêriyên xwe, alternatîf û gavên şênber ku divê ji aliyê kê ve bên avêtin, nirxand.

Kîjan hişmendî Şamê bi rêve dibe?

Hêvîdar di destpêkê de got ku peymana 29’ê Çileyê di demek ku krîz û şerekî siyasî rû dida de, ji bo hemû aliyên li Sûriyeyê qonaxek nû, zehmet û pir zirav bû û wiha berdewam kir: “Bi entegrasyonê re li Rojavayê Kurdistanê gelek guhertin û nîqaşên girîng rû dan. Jina Kurd li vir gelek destkeftî û serkeftinên mezin jiya û qezenc kiribû. Lê piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina hikûmetek nû ji bo Sûriyeyê ku paşxaneya wê HTŞ ye, rewş guherî. Em baş dizanin ku ev desthilat ji ku hatiye, paşxaneya wê tev sîstem û hişê ku pê Şamê birêve dibe çi ye. Lewma ev hişmendiya îro têkoşînek bihêz li ser me ferz dike.”

‘Heta vê kêliyê ti stratejiyên hikûmetê ji bo jinan li asoyan xuya nabe’

Hêvîdar diyar kir ku desthilata ku xwe dispêre şerîetê, îro destkeftiyên jinan xistiye bin xeteriyê û wiha pêl da gotina xwe: “Pêdivî hebû ku jin sîstema ku dabû avakirin ji sîstema hevserokatiyê, xweparastin, xwerêvebirin û xwerêxistinkirinê biparêze. Ti stratejî û planên hikûmeta an jî fikrek wê ji bo ku jin çawa di warê zagonî, destûrî û wekhevî de di Sûriyeyê de cih bigrin, beşdar bibin û rol bilîzin, heta vê kêliyê jî nîne. Îro li Meclîsa Gel a Sûrî ji rêjeya sedî 10 ango 0.48, jin di nav de cih digrin, wate ji 210 endaman, tenê 22 jin di perlemana Sûriyeyê de hene. Ev rade nûnertiyek gelek kêm e ji jinan re, ji lewra diviya nûnertiya jinan ji sedî 20 bûya. Ji ber nebûna stratejî û projeyan rêjeya beşdarbûna jinan li Sûriyeyê qels e.”

‘Bi vî hişî Sûriye ava nabe’

Hêvîdar Xalid helwesta rayedarek qada perwerdehiya Sûriyeyê bibîr xist û got ku ger jin heybeta perwerdehiyê dibe qey mêr vedigerîne? Û wiha qala hişmendiya ku îro tê ferz kirin kir: “Li vir behsa tundiyê tê kirin ku divê civak bi hişmendiya mêr, desthilatdarî û tundiyê were birêvebirin. Bi wateyek din; dixwazin jinê ji rewş û geşedanên li Sûrî dûr bixin. Hewldanên hikûmetê û rayedarên wê ji jêbirina jinan ji rûyê Sûriyeyê, Efganîstanê tîne bîra me ku çawa tevgera Talîban destkeftiyên jinan têk bir. Hewl tê dayîn ku Sûriyeyê veguherînin Efganîstana duyemîn. Bi aqilê ku keç û lawan ji hev cûda dike, hîcabê ferz dike û zanista jinan hedef digre, nikarin Sûriyeyê ava bikin.”

‘Ji hikûmetek xwe li ber tabloya keziya jinek Kurd ranagire çi tê hêvîkirin?’

Hêvîdar tekez kir ku bê pêşengiya jinê, beşdarbûna di navendên biryardanê û wekheviya destûrî ya dadmend de Sûriye ava nabe û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ev rewş yekser bandorê li pêşveçûna entegrasyonê li Rojavayê Kurdistanê dike. Di hatina şandeyan bo Rojava de aqil û hişmendiya mêran derdixin pêş û fikrê jin û hebûna wê paşguh dikin, çimkî hemû şandeyên ku tên jî mêr in. Nemaze bûyerên ku li Hesekê çêbûn û komên ji hikûmetê hêza xwe digrin, êrîşî tabloyên slogana Jin Jiyan Azadî û keziyên jinan kiribûn. Hikûmetek ku xwe li ber tabloyê keziyê jinên Kurd ranagire çi bendewarî û hêvî jê tê kirin? Ji lewra ancax jin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin.”

‘Nêzîkatiyên ku hikûmetê diyar nekirî divê jin diyar bikin’

Hêvîdar hewce dît ku li beramberî ewqas zehmetî jin hevgirtina xwe ava bikin û di qada destûrî û zagonî de bikevin liv û tevgerê û wiha pê de çû: “Divê her maf û daxwazek jinan di destûra Sûrî de bicih bibe. Hikûmetê heta niha nêzîkatiyên xwe ne ji rewşa jinan ne jî ji Zagona Rewşa Kesane re diyar kiriye û ne jî destkeftiyên jinan dan ber çavan. Ev hemû jî divê jin diyar bikin, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê modelek jinan heye ku divê di warê zagonî de were mîsogerkirin û parastin.”

‘Divê YPJ hebûna xwe ya zagonî û destûrî bidest bixe’

Hêvîdar da xuyakirin ku heta niha hikûmeta veguhêz bersiv nedaye YPJ’ê ku di Sûriyeya pêşerojê de hebe û rol bilîze û gavên ku divê bên avêtin wiha vegot: “Heta niha hikûmetê ti bersiv ji bo entegreya YPJ’ê nedaye. Divê YPJ wek YPJ bimîne û hebûna xwe ya zagonî û destûrî li Sûriyeyê biparêze û bidest bixe. Ev ji bo hemû tevgerên jinan jî derbasdar e. Eger wiha neyê parastin, wê ewqas destkeftî, bi polîtîkayên ferzkirî re têk biçin.”

Avakirina  rêxistineke xwedî stratejiyeke  demdirêj

Hêvîdar bal kişand ser jinên Kurd, Ereb û Suryan-Aşûr û destnîşan kir ku ew dikarin hevbendiya xwe, desteya netewî û komîteyan ava bikin. Hêvîdar Xalid sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Jin li Rojava dikarin komîteyan ava bikin, aboriya wê bicih bînin , bi xwe birêve bibin û xwe perwerde bikin.

 Komîte û saziyên wê ava bikin, divê bikin malê her kesê/î ku bi îradeya jinan were birêvebirin. Eger jin hêza xwe hevbeş nekin, nikarin li Rojava rêxistina xwe ava bikin. Lê eger bikaribin îradeya xwe bikin yek û rêxistina xwe ava bikin, makanîzmeyên hevbeş çêbikin wê demê dikarin li hemû Sûriyeyê jî bandora xwe çêbikin û berava Sûrî de beşdar bibin. Eger ev têkoşîn di destûrê de tacîdar nebe wê jin nikaribin di Sûriyeya pêşerojê de xwe îfade bikin.”

Hêvîdar got ku hikûmet nahêle jin bibe berpirsyara asta yekem a li welat û wiha domand: “Divê li beramberî vê paşguhkirina bi qesd a dûrxistina jinan, xebat were kirin. Di heman demê de jî divê êrîşên ku tên kirin jî bê bersiv nemînin. Erka niha avakirina rêxistinek bihêz, xwedî stratejiyek demdirêj û vîzyonek zelal e. Ji bo ku bikaribe gavên mezin bavêje û ji bo nivîsandina maf û destkeftiyên jinan di destûrê de rol bilîze. Rojava dikare rol bilîze. Ji ber ku em di qonaxek pir nazik re derbas dibin, hewcedarî heye jin lobiyek xwe ava bike. Potansiyelek jinan heye û bûye xwedî wê zanebûnê ku eger bibin yek, dikarin hişmendiya dijminê jinan ê cîhadîst û tundrew têk bibin.”

‘Pêwîstiya civaka Sûriyeyê bi hişmendî û fikra jinan heye’

Hêvîdar da zanîn ku ji erkdayînên şeklî, zêdetir erk dikeve ser milê jinan û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Erkdayînên şeklî tenê têr nakin, jin hewcedarî lîstina rola xwe di nûnertiya xwe ya siyasî û îdarî di ya hemû saziyên hikûmetê yên civakî û jinan de ye. Pêwîstiya civakê bi hişmendî û fikra jinê heye îro. Ji ber ne tenê jinên Kurd jana vê hişmendiyê dikşînin, Ereb û Durzî jî bûne mexdûrên vê sîstemê.”

‘Ji bo kiryarên li dijî jinan divê komîteyên şopandinê ava bibin’

Hêvîdar di dawî de got ku daxuyaniyên şermezarkirinê tenê têrê nakin û bi van gotinan daxwaza avakirina komîteyan kir: “Avakirina komîteyên şopandinê û hesabpirsîna ji kujer û sûcdaran yek ji makanîzmeyên herî zêde pêwîstiya jinên Sûrî pê heye.

Ji bo ku dawî li senaryoyên li ser jinan werin. Çimkî rewşa jinên Sûrî xirab e û rûbirûyê gelek bûyerên tundiyê, kuştin û revandinê jî tê. Rojek li Sûriyeyê derbas nabe ku jin nayên kuştin. Parastina jinan ji berprisyartiya hikûmeta Sûriyeyê ye. Ji ber ku kiryarên li dijî jinan çêdibin di bin kontrola hikûmetê de tên kirin, ne komên deryasayî ne. Divê saziyên mafên mirovan û hemwextî wê saziyên mafê jinan diparêzin li ser rûyê erdê kar bikin, makanîzmeyên xwe yên parastin û cezakirinê biafirînin. Ji lewra ji dûr ve bi daxuyaniyan, şopandin û şermezarkirin tenê têr nake.”