‘Yekbûn û hevpeymanên jinên Sûriyeyê pir girîng e’

Endama Komîteya Têkiliyên Giştî ya Encumena Sûriyeya Demokratîk Darya Ramadan da zanîn ku jinên Sûriyeyê vê dawiyê bi gelek binpêkirin û dûrxistinê re rûbirû dimînin û banga avakirina yekbûn û hevpeymanên jinên Sûriyeyê ya di vê qonaxê de kir.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Jinên Sûriyeyê di bin desthilatdariya cîhadîstên tundrew a HTŞ'ê de bi gelek binpêkirin û dûrxistinê re rû bi rû ne. Tevî vê ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wek modelek bêhempa xuya ye ku pencereyek hêviyê ji bo pêşxistina rola jinan û hêzdarkirina wan a di hemû waran de vedike. Ji bo ku jinên Sûriyeyê rola xwe di jiyana civakî, siyasî û leşkerî de bilîzin, avakirina hevpeymanên jinan di nav welêt de pir girîng e. Ev yek dê bihêle ku jin li hember dijwariyên ku tên pêşiya wan, biserkevin.

Endama Komîteya Têkiliyên Giştî ya Encumena Sûriyeya Demokratîk Darya Ramadan ji ajansa me re got ku jinên Sûriyeyê bi astên girîng ên binpêkirin û dûrxistinê re rûbirû ne. Darya Ramadan tekez kir ku jin bi awayekî sîstematîk ji cihên biryardayînê hatine dûrkirin û di salên şer de rastî gelek cureyên tundiyê hatine. Bûyerên ku li Şam, peravê û Suweydayê rû didin, nîşan didin ku jin hê jî rastî binpêkirinan tên.

Jinên Sûriyeyê di navbera binpêkirin û serkeftinan de ne

Darya Ramadan bal kişand ser binpêkirinên ku li hin herêmên Sûriyeyê ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve li dijî jinan tên kirin û wiha got: "Ev rewş tirsnak e. Aqûbeta zêdetirî 30 jinên Elewî ku ji bûyerên li peravê ve wenda ne, ne diyar e. Her wiha rewşa zêdetirî 70 jinên Durzî yên ji bûyerên li Suweydayê jî nayê zanîn. Ev hemû di nav bêdengiya navneteweyî û herêmî de diqewime ku asta paşguhkirina êşa jinan aşkera dike. Li aliyek din em nikarin vê rastiyê jî veşêrin ku şoreşê tevî hovîtiya xwe, ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pencereyek hêviyê vekiriye da ku xwe bipêş bixin.”

Destkeftina jinan a girîng

Darya destnîşan kir ku jinên li van herêman karîne xwe birêxistin bikin û modelek zindî ya jinan pêşkêş bikin ku dikarin guhertinê bikin. Darya got ku rola wan di hemû waran de berbiçav bûye û wiha pê de çû: “Hêzên Parastina Jinan di rasthatina li DAIŞ'ê de roleke girîng lîstine, ev destkeftiyek e ku nayê paşguhkirin. Jin di çalakiyên siyasî de derketine holê û dengê jinên Sûriyeyê di forumên navneteweyî de temsîl kirine. Tevî şer û wêrankirinê, jinan şiyana xwe ya derbaskirina êş û azaran û afirandina rastiyek nû û dadperwertir îspat kirine."

Hêviyên ku pêk nehatine

Darya Ramadan diyar kir ku hêviyên ku gelê Sûriyeyê ji bo serdema piştî hilweşîna Baasê hebûn, bi taybetî di warê mafên jinan de, nehatine bicîhanîn û wiha berdewam kir: "Berdewamiya paşguhkirina ku îro ji hêla rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve tê jiyîn, dilşikestinek mezin e. Ji Kongreya Serkeftinê bigre heta vê kêliyê, tu pêkhateyek Sûrî bi taybetï jinan, di temsîlkirina pêşeroja welêt de rolek nelîstine. Heta di îlankirina destûrê de jî hebûna jinan tenê fermî bû. Jinên ku di rêveberiya demkî de dixebitin divê nasnameya jinan temsîl bikin. Em Ayşe El-Dibis a ku rêvebera Ofîsa Karûbarên Jinan a di rêveberiya demkî de ye, rexne dikin. Ji ber ku diviyabû mafên jinan biparêze û bipêş bixe, lê mixabin berovajî vê yekê kir."

Jinên Sûriyeyê di yasayan de jî maf negirtine

Darya derbar mafên jinan ên di nava zagonên welêt de anî ziman ku rewşa yasayî ya jinên Sûrîyeyî jî pir nazik e û wiha got: “Nêzî 50 salan e ku ew ji zagonên rewşa kesane yên ku neguherîne, tewar bi guhertina hikûmetê re jî, êş dikişînin. Van zagonan rê nedane jinan ku rolên xwe pêşve bibin an jî beşdarî biryardayînê bibin. Tiştê ku rewşê xirabtir kiriye ew e ku gelek plan bi zanebûn jinan ji cihên biryardayînê yên li ser asta herêmî û navneteweyî dûr xistine. Tevî kotaya ku ji jinan re di hin saziyan de hatiye veqetandin jî, fermî nîne û ne bes e."

Ezmûneke ku Sûriyeyê heq dike

Darya Ramadan destnîşan kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnek cûda heye ku dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê mîna modelek îdeal xizmet bike. Durya bi van gotinan behsa vê ezmûnê kir: "Ew pergalek hevserokatiyê bikar tîne, ku jinan di biryardanê de dike şirîkên rastîn, ji asta herêmî di komun û hemû saziyên din de destpê dike. Jin mafên xwe bi wekhevî distînin. Herêm bi jiyaneke sosyalîst, di navbera jin û mêran de tê tekûzkirin ku tê de Hevpeymana Civakî ya herêmê mafên jinan nas dike û dengek dide wan. Ji bo pêkanîna edaletê ji bo jinan, Zagona Malbatê di sala 2014'an de di demek ku Sûriye ji krîz û şerê navxweyî dikşand de hate derxistin. Jinan şiyana xwe ya têkoşînê îspat kirine. Ji ber vê em dikarin bêjin ku ezmûna Rêveberiya Xweser li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên mezin ber bi azadiya jinan, dayîna mafên wan û aktîvkirina rola wan a di civakê de bidest xistiye. Ew modelek e ku hêjayî xwendin û pîrozkirinê ye."

Jin piştgiriyê didin guhertinê

Darya Ramadan tekez kir ku wan bi jinên li hundirê Sûriyeyê re danûstandin kirine da ku ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve bikin. Darya ragihand ku demek beriya niha serdana paytext Şamê kirine û ev agahî dan: “Li wir em bi jinên Elewî, Durzî û Sunnî re civiyan. Ev civîn derfetek bûn ji bo diyalog û nîqaşên li ser rewşa jinan û zehmetiyên ku ew di jiyana xwe ya rojane de dikşînin. Me ezmûna xwe bi wan re parve kir û ew pir eleqedar bûn ku li ser rêbaz û mekanîzmayên rêxistinkirinê, çawaniya rêxistinkirina xwe û gelek mijarên têkildarî pêşeroja jinan li Sûriyeyê fêr bibin. Civîn tenê bi nîqaşan sînordar nebûn, lê li ser medyaya civakî gelek caran bangewazî hebûn ku banga rêxistinkirina têkoşînek jinan li ser bingeha modela Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin. Em bi riya rûniştin, semîner û konferansan deverên nîqaşê vedikin, da ku rewşa li Sûriyeyê û rola siyasî ya jinan nîqaş bikin. Dilsoziya ku me dighîne hev ev e ku em hemû jin in û divê ji bo mafên xwe li Sûriyeyê têbikoşin. Ji ber vê divê em destê alîkariyê dirêjî hev bikin, hevpeymaniyên jinan ên bihêz di nav welêt de ava bikin û li ser projeyên hevbeş ên ku xizmeta doza me ya jinan dikin, bixebitin."

Yekîtiya jinan gelek girîng e

Darya Ramadan banga yekkirina dengên jinan ji bo pêşerojeke çêtir ji bo jinên Sûriyeyê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê em li ser mafên xwe yên yasayî û çawa em dixwazin ew di destûrê de werin nivîsandin, bi balkişandina ser zagona rewşa kesane, nîqaş bikin da ku hebûn û mafên jinan di hemû saziyên Sûriyaya pêşerojê de mîsoger bikin. Yekîtiya jinan li Sûriyeyê di vê qonaxê de pir girîng e. Ji bo ku bikaribin ber bi Sûriyayeke pêşerojê ve ku tê de wekhevî, demokrasî, azadî û edalet serdest be, biçin. Hebûna jinan di cihên biryardanê de riya aştiyê ye û ber bi avakirina Sûriyayeke nû ve ye ku li ser bingeha têgihîştin û edaletê ye. Ji ber vê em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berpirsiyariya me êdî ne tenê bi parastina destkeftiyên me ve sînordar e. Erkê me ye ku em her jineke Sûriyeyê ya ku ji mafê xwe yê jiyanê, azadiya xweîfadekirinê û jiyana di aştiyê de bêpar maye, biparêzin. Têkoşîn berdewam dike û guhertina rastîn di rewşek hevpariya de, ne di bindestî an nebûnê de dest pê dike."