Ezab Ebûd: Partiya Sûriyeya pêşerojê ji nava krîza Sûriyeyê ava bû

Piştî desthilatdariya Partiya Baasê pir rengiya siyasî li Sûriyeyê kêm bû lê damezrandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê di dîroka Sûriyeyê de, ji bo jin û civakê xaleke girîng e.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Mibic- Seroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Ezab Ebûd di çaremîn salvegera damezrandina partiyê de piştrast kir ku di encama rewşa Sûriyeyê ji sala 2011'an ve Partiya Sûriyeya Pêşeroj xwe wek projeyek ku mafên hemû Sûriyeyiyên bi riya nexşeyên çareseriyê ku diyaloga Sûrî - Sûrî ye dixe bin temînatê. Ji dema damezrandina Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve di 27'ê Adara 2018'an de ev partî bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyeyê dixebite li ser kar û xebatên partiyê û plansaziyên wê yên pêşerojê ajansa me bi Seroka Partiya Sûriyeya Pêşeroj ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Ezab Ebûd re hevdîtin pêk anî .

 Şert û mercên ku bûn sedem hûn Partiya Sûriyeya Pêşerojê ava bikin çi ne ?

Di destpêkê de em şehîdên xwe yên ku di avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê de xwedî rûmeta herî mezin in bi bîr tînin û di pêşxistina meşa têkoşînê ya vê partiyê de ji roja 27'ê Adara 2018'an ve pêwîst bû partiyek siyasî bê avakirin. Bi hêviya ku pêşengeke siyasî ku bikaribe kêşeyên qonaxê bişopîne li gorî şert û mercên dijwar ku gelê Sûriyeyê dijîn. Di dema qeyrana ku piştî têkçûna çareseriyên ji aloziya Sûriyeyê re hatin dayîn kûrtir bûn û çareseriya leşkerî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve, nekirina reformên demokratîk û her wiha opozîsyonê ku ne xwediyê projeyeke siyasî ye bikaribe kêşeyên qonaxê bi cih bîne. Di encama destwerdanên derve de ku şert û mercên heyî yên li Sûriyeyê îstîsmar kirin, em di qeyraneke rast de dijîn ku tevgera girseyî tê de bi pêş neketiye. Ji ber vê yekê diviyabû partiyeke siyasî ava bibûya ku hemû neteweyên li Sûriyeyî bigihîjîne ewlehiyê.

Partiya Sûriyeya Pêşeroj piştî 4 salan ji damezrandina xwe çi bi dest xist?

Partiya Sûriyeya Pêşerojê di 4 salên damezrandina xwe de bingeheke gel ava kir û 11 meclis li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin. Her wiha rêxistinên me yên herêma navendî jî hene weke Encûmana Îdlibê lê ev ofîs di nav herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ne û em armanc dikin ku bi riya wan zêdetir hevahengiyê bi hundirê Sûriyeyê re bikin û têkoşînê di hundir de geş bikin. Ji ber ku projeyên Partiya Sûriyeya Pêşeroj ne projeyeke herêmî ye, her dem li ser yekitiya çarenûsa gelê Sûriyeyê û yekitiya erdîngariya Sûriyeyê radiweste.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê avakirina bingeheke hezkiriyan ji xwe re dike armanc. Hûn heta kîjan astê dikaribûn bigihîjin vê armancê?

Li herêmê bingeheke me ya bi hêz heye tevî ku ev çar salên partiya me çêbûye jî li gel van pêşketinan û avakirina bingeha rêxistinê, em li ber deriyê sêyemîn konferansa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ne ji bo avakirina bingeheke rêxistinî ya rast û ji nû ve avakirina bingeha rêxistinê. Ji bo ku ev bingeh bibe xeleka partiyê di gihandina ramanên xwe yên avakirina civakeke demokartîk, siyasî û exlaqî de, projeya partiyê projeyeke niştîmanî ye ku di hemû warên siyasî, aborî, civakî û çandî de xizameta hemû gelên Sûriyeyê dike.

Ji bo ku ev bingeh bibe xeleka partiyê di gihandina armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk, siyasî û exlaqî de, projeya partiyê projeyek niştimanî ye ku di hemû warên siyasî, aborî, civakî û çandî de xizmeta hemû gelên Sûriyeyê dike, tevî hemû zehmetiyan ji ber ku tevgera siyasî ya rasteqîn ji bo herêmê nû ye endam û endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê xwedî îradeya pêşketinê ye ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê.

Weke Partiya Sûriyeya Pêşerojê dirûşma we pirdengî, demokrasî û ne navendî ye. Heta çi radeyê ev dirûşm pratîze bû?

Ji dema damezrandina partiyê ve, me daxwaza çareseriyeke aştiyane ji krîza Sûriyeyê û pêkanîna xwestekên Sûriyeyê kir lê dirûşmên piralî, demokrasî û ne navendî di nav prensîbên partiyê de ne. Partî nikare wan bi temamî bi cih bîne ji ber ku şert û mercên dijwar ên Sûriye di wan re derbas dibin û aloziya Sûriyeyê hê jî bê çareserî ye. Em di şert û mercên zehmet de dijîn ji bo bidestxistina van prensîban, ji ber ku pêwîstiya wan bi gotûbêjên cidî ji aliyê hemû aliyên beşdar di krîza Sûriyeyê de heye. Her wiha pêwîstiya lihevkirinên siyasî yên ku hemû gelê Sûriyeyê li ser li hev kirine pêk bîne û ev pernesîb li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê têne sepandin. Ji ber ku projeyeke demokratîk ji bo herêman heye bi rêveberiya xweser tê temsîlkirin. Em vê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftî dibînin. Tevî kêşeyên derve û şerên  ragihandinê yên ku ev proje dikşînin jî em hewl didin vê pirojeyê li hemû Sûriyeyê bi pêş bixin, em dikaribûn xwe bigihîjînin her tax û gundî û bi fedakariya partiyê re baregeha me ya girseyî berfirehtir bû, hejmara şagirtan pir zêde bû.

We heya çi astê hewl da rêjeya jinan di nava partiyê de zêde bikin da ku nêrînên xwe parve bikin û civaka xwe temsîl bikin?

Berê jiyana siyasî li Sûriyeyê ji sala 1963'an û vir ve hema bêje tunebû û hatina Sûriyeyê ji bo rejîmeke totalîter ku sitemkarî û dûrketinê dike bû sedema ku tu welatiyekî Sûriyeyî di jiyana siyasî de rola xwe nebîne û têgeha siyasetê di mejiyê civakê de tunebû. Di nav komeke diyarkirî ya civakê de bû û mafê tu welatiyekî tunebû ku deng bide û partiyan bi rêxistin bike û he kesê ku destpêşxerî li xwe kir di encama rejîmên otorîter de rastî girtin û zindankirinê hatin. Ji ber vê yekê projeyên Partiya Sûriyeya Pêşerojê xaleke girîng e di dîroka Sûriyeyê û  jiyana jinan de. Em di destpêka damezrandinê de ji bo tevlibûna partiyê û bi taybetî jinan bi zehmetiyan re rû bi rû man lê jin dikaribûn di rêverberiya vê partiyê de xwe nîşan bidin û konferansa berê fêkiyên têkoşîna jinan bû ku di nava pêkhateyên partiyê de avakirina mecliseke taybet a jinan hebû. Bingeha girserya jinan bi awayekî eşkere bi pêş ketiye û rola wê di asta serokatiya partiyê de derketiye holê. Çi serokatiya giştî çi jî Serokatiya Encûmana girêdayî partiyê be.

Nexşeya we ya çareseriya aloziya Sûriyeyê çi ye?

Krîza Sûriyê tenê bi riyên siyasî yên aştiyane û pabendbûna zêdetir bi pernesîba diyaloga Sûrî –Sûrî dikare bê çareserkirin tevî bêcîdiyetiya hin aliyên naxweyî û derve jî em di wê baweriyê de ne ku ji bilî vê diyalogê tu çareserî ji krîza kûr re nabe û em bang li hemû alî û hêzên siyasî yên ku bandorê li qada Sûriyeyê dikin berdwam bikin da ku encamên erênî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê peyda bikin. Tevî hebûna dagirkerî û terorê û hebûna hin herêmên di bin desthilatdariya zaliman de ku sedema sereke ya vê qeyranê bû, di pêkhateya wê de tê temsîlkirin. Ji ber vê yekê ev krîz ancax bi pejirandina sîstemeke demokratîk, ne navendî, piralî û beşdariyê ku prensîba biratiya gelan ji xwe re esas digre çareser dibe.

Piştî 4 salan ji damezrandina partiyê, peyama we çi ye ?

Îro û bi vê munasebetê em soza şehîdên Partiya Sûriyeya Pêşeroja nû dikin ku em ê li ser peymanê bimînin û li ser riya ku wan bi xwîna xwe ava kirine em dimeşin. Em ê gavên cidîtir bavêjin ji bo rûbirûbûna hemû şert û mercên ku hewl didin nehêlin em meşa xwe û projeya xwe ya demokratîk temam bikin û peyamên hezkirin û aştiyê ji hemû gelê Sûriyeyê re dişînin.