Evîn Paşo: Dewleta tirk dixwaze bi hedefgirtina jinan tola têkçûna xwe bistîne

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo êrîş û hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk ve nirxand û got: “Jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriye de bi şoreşê re qedera bi hezaran jinan guhertin û ji koletiyê ber bi azadiya mayînde ve birin."

ROJ HOZAN

Qamişlo - Dewleta tirk bi kiryarên xwe yên hovana vîna jinan hedef digre û êrîşî destkeftiyên şoreşa jinan dike. Di nava van salên şoreşê de bi dehan jinên siyasetmedar, çalakvan û şervan bûne hedefa êrîşên dewleta tirk û şehîd bûne. Dewleta tirk hêza jinan weke metirsî li ser pergala xwe ya serdest dibîne ji ber di sîstema wan de pêwîst e jin her kole bimînin û serî bitewînin. Her çiqas êrîş dijwar bin jî dîsa jin li derdora doz û rêxistina xwe dibin xelek û têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Êdî dewleta tirk jinan weke dijminê xwe yê yekemîn dibîne û her dem bi balafirên xwe yên bê mirov her derê Bakur û Rojhilatê Sûriyeye dike hedef. Ev kiryarên bêexlaq rastî bêdengiyeke navneteweyî tên di encamê de dewleta tirk bêyî ku hesabê tu kesê bike êrîşên xwe pêk tîne. Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo nirxand kir.

“Êrîşên dewleta tirk li dijî biryara jinan û doza wan a azadiyê ye”

Evîn Paşo di destpêka nirxandina xwe de behsa destkeftiyên jinan di nava salên şoreşê de kir û ev tişt got: “Di nav dîroka şoreşgerî û têkoşîna jinan de her wiha bi ruhê ku em dijîn me jinan gelek destkeftî di hemû qadên şoreşê de mayinde kirin. Em jin di nav sîstemeke netew dewlet de bûn, û rola me heya hatibû paşguhkirin. Şoreşa me ya jinan li dijî vê sîstemê bû, dikaribû bi vîna jinan bide hilweşandin û li şûna wê sîstemeke wekhev û bi edalet bide çêkirin. Ger jin di vê şoreşê de ne pêşeng bûna ewqas rastî kiryarên hovana yên dijminan nedihatin lê jinan biryara xwe ya azadî û serkeftinê daye. Gelek qadên ku jin jê hatibûn dûrxistin, bi saya şoreşê careke din jê re pêşengî kirin. Rêgeza esasî ya projeya me ya demokratîk azadiya jinan bû ji bo wê êrîşên heyî di asta yekemîn de vê projeya me hedef digrin. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re qedera bi hezaran jinan guhertin û ji koletiyê ber bi azadiya mayinde ve birin ji bo wê bi rengekî sîstematîk jin hedef tên girtin.”

“Rojane jin bi hemû cureyên tundiyê tên hedefgirtin”

Evîn paşo bal kişand ser hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên terorîst ve û wiha domand: “Em dibînin jin rojane li hemaberî hemû cureyên tundî û êrîşan re rûbibû ne. Tên hedefgirtin, koçberkirin, tecawizkirin û qetilkirin. Dixwazin di şexsê jinên pêşeng de îradeya hemû jinên civakê bişkînin. Îro li herêmên dagirkirî girtina jinan û xistina wan a zindanê kiryareke herî hovane ye, dewleta tirk dixwaze di şexsê hedefgirtina jinan de tola têkçûna xwe bistîne. Parastina jinan ji êrîş û kiryarên dewleta tirk ne tenê erka me ye, erka hemû mirovên ku nasnameya jinan hilgirtine ye û erke hemû mirovahiyê ye. Ez dixwazim balê bikşînim ser hedefgirtina jinên şervan, jinên ku di qadên berxwedanê de li hemberî terora herî xeter di cîhanê de şer kirine. Dema şervanên jin di qada cenge de şehîd dikevin, dibin sembola têkoşînê lê ji ber dewleta tirk nikare di qadên şer de li hemberî jinan li ber xwe bide bi hedefgirtina bi balafiran êrîşî jinan dike. Exlaq û pîvanên şer jî dewleta tirk binpê dike û li derveyî qada cengê jinan dike hedefa balafirên xwe. Îro ne exlaqê mirovahiyê ye li beramberî êrîşên dewleta tirk li ser jinan cîhan bêdeng bimîne û jinan bi van êrîşan re rûbirû bihêle.”

“Li dijî êrîş û hedefgirtinê em xwedî ruhekî têkoşer in”

Evîn Paşo bang li jinan kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk xwedî rihê têkoşînê bin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e em weke jin ji van êrîşan haydar bin û di ferqa xeteriya wan de bin ji ber ku ev êrîş li dijî doza azadiya me tên kirin û em ê jî li gorî wê xwedî ruhê têkoşînê bin. Sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîstema jinên azad e û parastina vê sîstemê û destkeftiyên wê ji jinan tê xwestin. Soza jinan her têkoşîn û berxwedan e û jin di soza xwe de bi biryar in.”