‘Em ê dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bikin serkeftina hemû jinan’

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziya Mihemed êrîşên li ser şoreşa jinan tên meşandin nirxand û got: “Em ê bi tevahî rêxistinên jinan ên cîhanî re dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikin serkeftina tevahî jinan.”

ROJ HOZAN

Qamişlo-Serkeftina jinan di qadên şoreşê de esasê wê yê bingehîn xwe dispêre têkoşîneke demdirêj. Îro jin bi vîneke xurt şoreşa xwe gihandine asteke xurt û nirxên wê ji hemû rengên êrîşan diparêzin. Her çiqas vê şoreşê şaxên xwe fireh kir ku îro bûye şoreşeke jinan a cîhanî, dijminên vê şoreşê di nava tevgerê de ne ku wê bin bixin. Têkildarî mijarê Berdevka Kongra Star a Rojava Remziya Mihemed êrîşên ku li ser şoreşa jinan tên meşandin û têkoşîna jinan li dijî wê nirxand û ji me re parve kir. 

‘Dewleta tirk hemû çekên xwe ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne’

Remziya Mihemed behsa plan û êrîşên ku şoreşa jinan rastî wê hatine kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Plan û êrîşên ku li ser Kurdistanê bi giştî tên meşandin ji kiryar û komkujiyan, her wiha hedefgirtinên ku çêdibin wekî şerekî taybet li ser vîna gel em didin pênasekirin. Zîhniyeta dewleta tirk li ser qirkirina gelê Kurd xwe ava dike bi rengekî ku hemû çekên xwe yên qedexe dike xizmeta şerê li dijî Kurdan de. Niha em derbasî saleke nû dibin û dê sedsaliya hevpeymana Lozanê bi dawî bibe, dewleta tirk dixwaze xwe bike qehremanê sedsala 21’ê ku careke din mîrasê împeratoriya osmanî bi van êrîşan vegerîne. Çiqas bikaribe hedefa xwe bi cih bîne, ewqas dikare serkeftina xwe ji cîhanê re mayinde bike. Îradeya Kurdan heya roja îro nehiştiya dewleta tirk bi van serkeftinên xwe şad bibe ji ber ku li hemberî wan bersivdayîneke xurt û têkoşînek tê meşandin. Her çiqas hovîtî li ser Kurdan hatibe meşadin jî her kes xwe bêdeng dike. Em dikarin van şerên demdirêj bi şerê li dijî DAIŞ’ê re bidin girêdan ka çiqas ew zîhniyeta qirêj dixwest îradeya şoreşê têk bibe, îro têkoşîna jinan sembola jinên cîhanê ye. Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” me jinan mohra xwe li dîroka hemdemî xist.”

‘Şoreşa jinan bûye şoreşa azadiya hemû civakan’

Remziya Mihemed bal kişand ser têkoşîna jinan li dijî kiryarên desthilatdariyê û ev yek anî ziman: “Şoreşa jinan di asta Rojavayê Kurdistanê de nemaye, îro em dibînin ev nêzî du mehan e li Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî tundiya li ser jinan li qadên têkoşînê ne. Rast e tundî li ser jinan taybet tê meşandin lê bi rengekî xurt li ser civakê jî tê meşandin. Dibe ku heya niha bêdengiyeke berbiçav li cîhanê di mijara jinan de hebe lê îradeya gel her tiştî derbas dike. Têkoşîna jinan nasnameya wan e ji bo wê pêwîst e di her alî de em xwedî li şoreşa xwe derkevin. Şoreşa me bûye şoreşa azadiya tevahî civakan û dê bibe şoreşa azadiya tevahî cîhanê. Hedefgirtina jinên têkoşer ji destpêka şoreşê ve heya niha berdewam dike, ji ber ku dema jin dikaribin xwe birêxistin bikin û di cihên biryarê de bibin xwedî misyon her wiha çeka xwe li dijî kiryar û dagirkeran rabikin wê demê hêzên serdest jinan ji bo berjewendiyên xwe xeter dibînin. Dijminên me dizanin ku jinan şoreş li ser piyan hiştiye ji bo wê jinên ku bi taybetî di nav xebatên rêxistinî de nei tên hedefgirtin. Bi rêbazên hedefgirtinan xwestin esasê şoreşa me sist bikin û bi riya jinên pêşeng qirkirinek pêk bînin.”

‘Bila têkoşîna me ji bo parastina nirxên şoreşa me be

Remziya Mihemed di dawiyê de banga hevgirtin û yekrêziyê li jinan kir û ev tişt got: “Niha ya girîng ji bo me hevgirtin û rabûna xurt a jinan li her çar aliyên Kurdistanê ye. Em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin û ev merhele wê hebûn û tunebûna me diyar bike. Me şoreşa xwe anî asteke bilind û her kes me nas dike ji bo wê niha em nêzî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan 25’ê Mijdarê dibin,  bila em vê rojê bi hevgirtina tevahî jinan xurt bikin. Bila têkoşîna me ji bo parastina nirxên şoreşa me be û em ê bi tevahî rêxistinên cîhanî re dirûşma”Jin jiyan azadî” bikin serkeftina tevahî jinan.”