‘Divê em li dora rêveberiya xwe ya xweser û destkeftiyên xwe bibin xelek’
Endama Konseya Rêveber a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser herêmê axivî û pêyama “Divê em li dora rêveberiya xwe ya xweser û destkeftiyên xwe bibin xelek” da.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Êrişên dijwar li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve, berdewam dikin. Di encama van êrişan de bi dehan welatiyên ku piraniya wan jin û zarokan in, hatin qetilkirin. Her wiha bi taybetî li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê çeteyan ve gelek kiryarên dijmirovî, îşkence, binpêkirin û revandinê çêbûn.
Herî dawî bûyera kuştina 3 endamên Kombûna Jinên Zenûbiya ya ji aliyê çeyetên girêdayî Tirkiyê ve, bû sedema bertekên mezin. Endama Konseya Rêveber a Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf jî têkildarî qetilkirina endamên Kombûna Jinên Zenûbiya û êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji ajansa me re axivî.
‘Sûcên li Efrîn û Serê Kaniyê dubare dibin’
Ebîr Hesaf da zanîn ku kiryar û sûcên tên kirin li Rojhilatê Sûriyê bi dîroka nêz ve girêdayî ye û wiha got: “Di sala 2018’an de dema ku çeteyên girêdayî Tirkiyê yên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” herêma Efrînê dagir kirin, nêzî 300 hezar kes bi darê zorê hatin koçberkirin û li Şehba, Heleb û Til Rifetê bi cih bûn. Bi awayekî zehmet û bi derfetên herî kêm di nav dorpêçê de jiyan. Paşê di sala 2019’an de bi heman şêweyî êrişî herêma Serê Kaniyê û Girê Spî kirin. Di encama wê êrişê de careke din bajêr dagir kirin û nêzî 150 hezar kes ji gelên resen neçarî koçberiyê kirin. Heta îro jî ev welatî di kampan de dijîn.”
‘Gelê Efrînê careke din neçarî koçberiyê bû’
Di pêvajoya dagirkirinê de bi sedan jin hatin kuştin, tecawizkirin, îşkencekirin, girtin û revandin. Kiryarên gelek qirêj û dijmirovî li welatiyan, bi taybetî gelê Kurd ê li wan herêmên dagirkirî diman, pêk hatin û heta îro berdewam dikin. Ji 27’ê Mijdarê ve di çarçoveya êrişên “Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra)” ên li ser Helebê de û ketina rejîma El-Esed, gelê Efrînê careke din neçarî koçberiyê bûn û niha derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
‘Mafên mirovan tên binpêkirin’
Ebîr Hesaf destnîşan kir ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê zagonên navneteweyî yên mirovî binpê dikin û wiha berdewam kir: “Di hemwextê van êrişan de, Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rastî êrişan tê. Tirkiye û çeteyên girêdayî wê bi dijwarî li Rojhilatê Sûriyê li Minbic û Dêra Zorê êriş dikin. Rojane welatiyên herêmê ku piraniya wan jin û zarok in tên kuştin. Çend komkujî li dijî hejmarek kesên ji heman malbatê pêk hatin. Li aliyekî din, tevî hemû zagonan em dîmenên hovane dibînin çawa dîlan dikujin di hundirê nexweşxaneyan de û li kolanan.”
‘Kuştina jinan sûcekî ku nayê efûkirin e’
Ebîr Hesaf kuştina 3 jinên têkoşer ên Kombûna Jinên Zenûbiya şermezar kir, daxwaza rawestandina êrişan kir û wiha derbirî: “Herî dawî sê endamên Kombûna Jinên Zenûbiya ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve bi awayekî hovane hatin kuştin. Ev kiryar di asta navneteweyî de divê werin şermezarkirin. Gere îro her kes li dijî van kiryaran helwesta xwe diyar bike. Gelê Kurd bi taybetî êdî bêbawerî nêzî zagonên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan dibe, ji ber ku li ser rûyê erdê nayên pêkanîn.”
‘Banga hevgirtin û wekheviyê’
Ebîr Hesaf bang, ji bo rawestandina êrişan bang li hêzên navneteweyî, li tevahiya pêkhateyên Sûriyê kir ku hevgirtin û wekheviyê esas bigrin. Ebîr Hesaf diyar kir ku gelên ku li hemberî terora DAIŞ’ê şer kirin, îro ji aliyê çeteyan ve bi pêşengiya Tirkiyê tên armancgirtin û wiha got: “Banga me ji tevahiya hêzên navneteweyî ew e ku îro dengê xwe bilind bikin ji bo rawestandina êriş û binpêkirinan. Çarenûsa me tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e. Gere em destên xwe bidin hev û li dora rêveberî û destkeftiyên xwe bibin xelek. Pêwîst e em hev qebûl bikin û hembêz bikin, ji ber ku êşa me yek e. Heta êriş berdewam bikin, em ê hemû di xeterê de bin. Ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêwîst e li tevahiya Sûriyê ji bo sîstemeke demokrat, wekhev û ne navendî, xebat werin kirin da ku em hemû pêkhate bi maf û azadiya xwe bijîn.”