Derya Remezan: Kiryarên dewleta Tirk nikare îradeya vî gelî bişkîne

Siyasetmedar Derya Remezan têkildarî geşedanên dawî li herêmê her wiha lihevkirinên ku li ser doza Sûriyeyê tên kirin şîroveyên xwe anî ziman û wiha got: “Dewleta tirk taktîkên xwe yên siyasî diguherîne pêvajoyeke nû bi lihevkirina bi dewletê re heye."

ROJ HOZAN

Qamişlo - Bi salan e aloziya Sûriyeyê berdewam dike bêyî ku tu çareserî jê re bê dîtin an jî rêzdarî ji nêrîna gelê wê re were girtin. Hêzên hegemon li Sûriyeyê talan û xerabiyê dikin û hewl didin şoreşê ji wateya wê ya rast derbixin. Dewleta tirk di serî de serkêşiya kûrkirina aloziyê kir û bi hemû rê û rêbazên qirêj gelek herêm û bajarên Sûriyeyê dagir kir. Lê xeyalên wan heya cihekî pêk hatin. Ew dixwaze berî tifaqa Lozanê bi dawî bibe gelek bajar û herêmên Sûriyeyê ji Helebê heya Mûsilê dagir bike û împaratoriya xwe ya Osmanî vejîne. Her wekî din opozîsyona ku dewleta tirk piştgiriya wê dikir û wan weke amûr bi kar dianî, Tirkiyeyê xwe jê da alî. Êdî geşedanên siyasî berê xwe didin pêvajoyeke nû û guhertinên bingehîn û encamên wê yên xerab jî dîsa wê gelê Sûriyeyê êşa wan bikşîne. Têkildarî van mijaran siyasetmedar Derya Remezan nirxandin kir.

“Dewleta tirk nikaribû hêz û îradeya gelê me bişkîne”

Derya Remezan behsa êrîş û hedefgirtinên dewleta tirk ên li ser herêmê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Destpêkê ez dixwazim ji êrîşên dewleta tirk dest bi nirxandina xwe bikim ku bi rengekî ne rewa bi balafirên xwe gelê nava civaka me, hêzên me yên ewlehiyê û pêşengên me yên şoreşê hedef digre. Ev kiryarên dewleta tirk tên wateya ku di hemû şer û operasyonan de nikaribû hêz û îradeya vî gelî bişkîne. Ji bo wê em dibînin taktîkên xwe yên siyasî û dagirkeriyê diguherîne û bi van rêbazên qirêj êrîş dike. Piştî hevdîtinên dewleta tirk bi hevalbendên xwe, Rûsya û Îranê re li Tehran û Sûçiyê dema ku gefên xwe dikir Minbic û Til Rifatê dagir bike tu erêkirin jê re nehat dayîn ji ber her herêmek ji van herêman xwedî girîngiyeke ji bo Rûsya û Îranê. Li aliyê din erêkirineke jê re hatiye dayîn ku bi rengê hedefgirtinan êrîşî vîna civakê bike. Hêzên li Sûriyeyê garantor in ji dewleta tirk re rê vekirine ku kiryarên xwe bi vê rêbazê bide meşandin di bin navê goya ewlehiya sînorê xwe ji terorê de lê di armancên dewleta tirk de tê xuyakirin ku ew dagirkeriyê li herêmê dixwaze. Jinên pêşeng ên ji aliyê dewleta tirk ve hatin hedefgirtin li dijî terora DAIŞ’ê di gelek hemleyan de têkoşiyan e û cîhanê ji xetera wan xelas kirine. Rewşa heyî dide diyarkrin ku ev êrîş wê berdewam bikin.”

“Li gorî stratejiya siyasî hewldanên çareseriyê li Sûriyeyê tune ne”

Derya Remezan stratejiya siyasî ya dewletên hegomon li ser herêmê nirxand û wiha domand: “Ger em stratejiya siyasî binirxînin rawestandinek ji bo rewşa çareseriya aloziya li Sûriyeyê bi giştî heye. Yanî di halê hazir de tu hewldanên çareseriyê ji aliyê tu dewletan ve tune ye, bi taybetî piştî şerê cîhanî di navbera Rûsya û Okraynayê de. Rûsya jî weke dewleteke hegemon dixwaze xwe diyar bike li hemberî dewletên din weke Amerîka û Çînê ku cîhanê birêve dibin. Di nêrîna me de Rûsya jî heya astekê ketiye tengaviyê bi NATO’ yê re ji bo wê destekê dide dewletên ku bikaribin bê berjewendiyên xwe pêk bînin û wan ji xwe re bikin amûr. Niha em ber bi derbasbûna sedsaliya tifaqa Lozanê ve diçin, ev hemû wê bibin taktîk û siyasetên nû ku Rojhilata Navîn ber bi nexşeriyek nû ve bibin. Dewleta tirk jî dixwaze vê sedsalê berî bi dawî bibe qezenc bike ji bo wê em dibînin Erdogan dixwaze hilbijartinên xwe nêztir bike û xeyalên xwe bi avakirina împaratoriyeke Osmanî nû bike û bigihîje xaka Heleb, Mûsil û Kerkûkê. Ji bo wê em dibînin krîza Sûriyeyê wê heya demeke dirêj bidome. Em weke aliyê siyasî yê di herêmê de pêwîst e siyaseta xwe ya demokratîk berdewam bikin û sîstemeke ne navendî ji bo Sûriyeya pêşerojê ava bikin. Em di vê dema dawiyê de dibînin dewletên din jî dixwazin hêza me lawaz bikin ji bo wê ji me tê xwestin em xwedî biryarên demokratîk bin û civaka xwe ji hemû rengên êrîşan biparêzin.”

“Hêz û îradeya me heye”

Derya Remezan bang li gelê Sûriyeyê kir ku destekê bidin hev û aloziya xwe bi xwe çareser bikin û wiha bi dawî kir: “Banga min ji gelê Sûriyeyê re heye û ji aliyên siyasî re. Divê ku em pişta xwe nedin tu dewletan û bi xwe aloziya xwe çareser bikin. Hêza me îrade û gelê me ye ji bo em welatê xwe biparêzin divê nêrîn û biryara me yek be. Ewqas dem derbas bûye hemû dewlet derbasî Sûriyeyê dibin û tu îrade ji gelê wê yê resen re nehiştine ji bo wê bila em bi xwe hev qebûl bikin. Dîsa em dibêjin deriyê me ji çareseriyê re vekiriye û em bi hemû hêza xwe ya siyasî amade ne.”