‘Bi saya Rêber Apo jin di hemû waran de bûne pêşeng’

Endama RJAK’ê Banû Helepçeyî der barê tecrîd û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir ku jin bi saya fikrên Rêber Apo di hemû qadan de bûne pêşeng û li mafên xwe xwedî derdikevin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - 25 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kompleyek navneteweyî li girtîgeha Îmraliyê ye û bi awayekî derzagonî tecrîd li ser tê meşandin. Her ku diçe tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dibe û bi tu awayê rê nadin hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne.

Endama Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK Banû ya Helepçeyî der barê 25 saliya kamploya navneteweyî û tecrîda girankirî de axivî û got: “Abdullah Ocalan ji ber tunekirina îradeya gelê Kurd ev 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin.”

‘Tecrîd li dijî azadiya jinan e’

 Banû Helepçeyî bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha got: “24 sal derbas bûn ku Rêberê gelê Kurd bi kamployek navneteweyî hatiye girtin û li girava Îmraliyê ye. Em jî weke jinên Azadiya Kurdistanê RJAK li dijî tecrîdê derdikevin û vê tecrîdê şermezar dikin. Ev girtin bi komploya navdewletî li dijî Rêberê me bû. Dixwestin weke serokên din bînin serê Rêberê me Abdullah Ocalan, da ku şoreşa gelê Kurd vemire.”

Bi felsefeya xwe komployê têk bir

 Banû Helepçeyî da zanîn ku cihê kêfxweşiyê ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikr û felsefeyek demokratîk derxistiye û wiha domand: “Rêber Ocalan rê neda ku şoreş bisekine û her ku çû mezintir bû, gel hişyar bû. Me Rêberek heye, em xwedî fikir û felsefeya xwe ne. Ji ber wê em gelê Kurd li ser lingên xwe ne û vê kamploya navdewletî şermezar dikin ku li dijî Kurdan bi taybetî li dijî jinan e, bi saya Rêberiyê me xwe dît. Ev bû 25 sal tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin. 22 meh e bi tu awayî rê nayê dayîn ku tu hevdîtinên malbat û parêzeran pêk were. Her çendî gelek caran malbat û parêzer serlêdan dikin jî her dem an ev serlêdan tên redkirin an jî bêbersiv dimînin. Em jî weke gelê Kurd û jin heta vê tecrîdê neşkînin û Rêberê xwe bi awayek fizîkî azad nekin em ê nesekinin.”

‘Rêber Ocalan Rêberê hemû mirovahiyê ye’

Banû Helepçe destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêberê xwe xwedî li mafên xwe derdikevin û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê hemû mirovahiyê ye. Ji ber mirovahî û doza jinan hatiye girtin, ji ber di cîhanê de mêrê yekem bû ku hest û doza jinan raxist ber çavan û xwedî li rola jinan derketiye û jin bûne xwedî hêza leşkerî û bîrdojî. Ji ber wê niha jin di cîhanê de xwedî fikrên xwe ne, ev cihê kêfxweşiyê ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan em jin li mafên xwe xwedî derdikevin.