“Bê Kurdan çareseriya aloziya Rojhilata Navîn negengaze”

Komisyona Jinên KNK’ê li ser malpera zoomê rewşa siyasî ya li herêmê û giştî cîhanê nirxandinên giring kir û got: “Bê Kurdan ne pêşeroja Sûrîye ne jî ya Iraqê nikare bê zelalkirin.”

Navenda Nûçeyan - Komisyona Jinên Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) ê bi mebesta nirxandina rewşa siyasî li ser asta cîhanê û herêmê nêzîkatiya wan li pirsa Kurd, şêwirek bi beşdariya jinên siyasetmedarên Kurd bi rêya malpera zoom li darxist.
Şêwirê diyar kir ku Rojhilata Navîn û giştî Cihan, di guhertinên mezin re derbas dibe û wiha domand: “Hêzin cîhanê û yên herêmê jî li gor berjewendîyên xwe tevdigerin. Ji bo pergala xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin, siyasetek taybet dimeşînin û dixwazin her kesê bixin jêr kontrola xwe. Kurdistan jî ji hêla siyasî, aborî, leşkerî û hêla erdnîgarî ve bi vê rewşê bandor dibe.” 
“Nêrîna hêzên der ve li Kurdan” 
Şêwrê di, beşa yekê de li ser têghîştina hêzên derve ya di derbarê Kurdistanê de rawestiya û di vê beşê de siyaseta Emerîka li himberî Kurdan hat nirxandin û ev tişt hatin nirxandin. Di nirxandin û niqaşan de hate destnişan kirin ku Emerîka piştî hilbijartina Joe Biden siyaseta xwe li ser esasê parastina berjewendîyên welatê xwe dimeşîne, lê gengaze hinek guhertin jî çêbike û wiha berdewam kir: “Siyaseta Emerîka di dema Trump de zêdetir dijî Kurdan bû. Ev him zerar da Emerîka him jî da Kurdan. Di dema Trump de gelek heremên Kurdan li Rojava bi alîkarîya Trump ji alîye dewleta Tirk ve hatin dagirkirin. 
Dewletên Yekîtiya Ewropa û Rusya jî bi berdewamî di çerçoveya berjewêndîyên xwe de, xwedîyê  heman cure siyasetêne. Nezikbûna wan ji bo Kurdan gorî berjewendîyên wan in. Di Yekîtîya Ewropa de zêdetir sîyaseta kevin dijî Kurdan tê karanîn. Lê hinek dewletên YE êdî nikarin wek berê nêzî Kurdan jî bibin. Rûsya jî dikare bê gotin ku, êdî Kurdan dibîne û dizane bê Kurd ne pêşeroja Sûrîya ne jî ya Iraqê nikare bê zelalkirin. 
 Lê, hemû hêzên ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ne di nav rikberî û pevçûnan de ne. Her çend car caran li hev werin jî ev lihevhatinên taktîkîne. Ji ber berjewendîyan êdî nikarin hevkarîyên stratejîk pêk bînin. Li alîyê din hemû ji ber destkeftîyên Kurdan îro mecbûr mane Kurdan bibînin û li gorî wê jî tevbigerin. Kurd êdî di Rojhilata Navîn de dîtwarin.” 
“Stratejîya qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin”
Şêwirê pilan û siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan didome jî wiha anî ziman: “Dewletên dagîrker ên Kurdistanê di serî de dewleta Tirkiyê jî, ji hêza Kurdan ditirsin û stratejîya qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin. Dewleta Iranê jî tenê bi rê û rêbazên xwe ji ya Tirkan cûdatire. Siyaseta dijminatî li himberî Kurdistan bê navber dimeşînin û dixwazin Kurdistanê di nav alozî, şer û qeyranan ku li Rojhilata Navîn hene bifetisînin û deskeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Ev rewş, hem metirsî hem jî derfetan ji kurdan bi xwe re tîne. Ji bo vê yekê divê Kurd hesas nêzî vê rewşê bibin û tevbigerin.” 
Hat tekez kirin ku kurd di roja îro de xwedî hêzin û wek aktorekî serekeyî li herêmê û di nava hêzên navneteweyî de tên dîtin û wiha dom kir: “Bi taybet hezên navdewletî êdî diznin ku bê çareseriya pirsa Kurd nikarin ji qeyran û aloziyên Rojhilata Navîn derkevin. Kurd bi avakirina siyaseta demokratîk îro di asteya herêm û cîhanê de bûne minak. Ji bo ku dîplomasîya Kurd ya îro pêngavên mezin davêje, encam bigre pewîstî bi yekrêzî û yekîtîyê heye. Heya niha dîplomasîya Kurd ji ber parçebûna sîyasî nikare ji derftên heyî encam bigre.” 
“Bandora qeyîrana aborî li ser Başurê Kurdistanê”
Şêwirê di beşa duyêmîn de jî niqaş li ser rewşa navxweyî li Kurdistanê kir. Bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê û peywendiyên li gel hikumeta Iraqê hat rawestîn û wiha pêde çu: “Hebûna qeyîrana aborî xelkê Kurdistanê bandor dike. Pirsgerikên navbera hikumeta herêm û hikumeta navendî de, ne şefafiyeta desthiladariyê roj bi roj dibe sedema kûrbûna pirsgirikan. Nakokîyên navbera hêzên Kurdistanî û  itifaq nebûna wan dibe sedem ku hebûna Kurdan di nav merkezê de lawazbimîne. Disa destewerdana Tirkiye li Başurê Kurdistanê hat nirxandin û berfirehbûna dagîrkeriyê bûye sedema nerazîbûnan. Avakirina îtîfaqa neteweyî dikare Kurdan di sîyaseta Iraqê de bike hezek sereke.” 
Bi gîhîştî di niqaşan de dubare hat gotin ku yek girtina partî û alîyên siyasî li ser bingeha yekîtiya netewî dikare him li herema Rojhilata Navîn, him jî di sîyaseta navdewletî de rê ji serkeftina Kurdan re veke. Jinên Kurd jî bi têkoşîn û rêxistina xwe pêşengî ji siyaseta demokratîk û guhertinê di asta Rojhilata Navîn re dikin. Dikarin pêşengî ji xebata yekîtiya netwetewî re jî bikin.