Ayşe Albirgsî: Di hilbijartinê de em koteya ji sedî 30 napejirînin

Ji rêveberên jinên Lîbiyayê Ayşe Albirgsî di derbarê hilbijartinên bên kirin û di navê de jî rol û giringiya jinê de nirxandin kir û got: “Emê hewilbidin kotaya jinê di hilbijartinê de zêde bikin, ji bo wê jî em civîn û çalakiyan çêdikin.”

IBTÎSAM IGFÎR 
Lîbiye - Bingazî-rêveberiya Karûbarên Jinan a Fermandariya Gîştî ya Artêşa Lîbiyayê û kordîntora Gîştî ya Hêzdarkirina Jinên Lîbî, Ayşe Albirgsî, bi daxuyaniyeke ji ajansa me re darbarê yekemîn civîna hevrêziya di nav bera komîteya navendî ya hilbijartina şaredariya hikumetê û komîsyona civaka sivîl de nirxandin kir.
Ayşe Albirgsî,teqez kir ku, ew wek  hevahengiya karûbarên jinan di rêvebiriya gîştî de, wê ne tenê li ser asta şaraderiyê be, wê di hilbijartinên gîştî de hêzê bidin jinê û wiha domand: “Heya rola jinê hîn bi hêz û bandor be, para wan ne tenê ji sedî 30 be lê belê wê ji sedî 40 an 45 jî di hilbijartinê de bê hedefgirtin.” 
Di derbarê çalakiyên weke civîn û teşwîqkirina jinan ji bo beşdarî hilbijartinê bibin de jî wiha berdewam kir: "Civîn pir serkeftî û girîng derbaz bû û ew civîna hevahengiya di nav bera komîteya hilbijartina navendî û komisyona civaka sivîl de, bi amedebûna hijmareke mezin ên jinan hazir bûbûn.
Li ser civînê Ayşe gotina xwe wiha domand, di civîna ku roja şemiyê 9’ê çileyê hatiye li darxistin de li bajarê BINGAZî, bi amedebûna endama komîteya navendî ya hilbijartina şaraderiyan Fewziye Albirisî, sroka rêveberiya meclîsa komisyon û şêwirmend Mabrûka Baltemr, endama demezrandina destûrê Dr Ibtîsam Behîh û hevahengiya gîştî ya jinên Lîbî Dr Ayşe Albirgisî, her wisa gelek rêvebirên rêxistina civaka sivîl û jinên femînist amede bûn.
Ayşe li ser girîngiya civîn ev nirxandin kir: "Civînên wiha ji bo pişgiriya jinan di hilbijartinê de pir girîng in. Divê jin rola pêşgiriyê bidin xwe, her wisa divê mêr jî aligiriya jinê bike. Li ser girîngiya rola wê di destê, perlemanan û wezeratan de xwedî rol be û di nav hemû xebatan de cih bigire. Ji bo berdewamiya kar sazkirin û li darxistina civînan em ê bixebitin.
Wê goftogo û semînerên derbara hilbijartinê de were lidarxistin. Her wisa wê dewreya perwerdê were vekirin û komîte  bi riya komîteya navendî ya hilbijartinê were avakirin û dest bi xebatên xwe li herêmên rojhilat, başûr û navendê bidin meşandin.”
Di derbarê hemahengiyê di vê qonaxê de jî Ayşe wiha dom kir: "Dê komîteya hevrêziyê di vê qonaxê de xwedî roleke mezin be. Em jî dê hewil bidin ku hijmarek jinan tevlî hilbijartinê bikin, divê xwedî hêzek bin, bi vê tenê em bes nabînin, em bi dewletên herêmî re jî têkiliya xwe berferehtir dikin, weke Yekîtiya Dewletên Ereban, Yekîtiya Afrîqî û Yekîtiya Ewripayê têkîldarin. Ev jî ji bo hêzkirina rola jinê ye.
Di darbarê guhertina nêrîna civakê ji pêvajoya hilbijartinê de, rewşa hilbijartinên borî li ber çavan hat girtin û ezmun jê hatin girtin. Emê bi pêngava hişmendî kirina civakê rabin, bi riya perwerdeya civakê bi gîştî û ên jin bi taybet em kar bikin. Dê were zanîn ku jin dikare di warê siyasî, rêvebirî de cîh bigire û xwedî biryar be. Me xwegihandye gelek saziyên dewletê, wezaretan û desteyan jî. Em hewil didin ku aligeriya wê di warê  werzîş,çand, siyaset, civakî, akademî û doplomasî de jî xurt bikin.”
Di dawiyê de Dr Ayşe Albirgisî spasiya hemî beşdarên civînê kir û yên ku ji bo aligeriya wan di vê pêngavê de bûn alîger ji bo hilbijartina pêşerojê. Her wisa spasiya ajansa (NUJINHA) ku bi mijarên wiha re mijûl dibe jî kir.