Iraq di nava şikestina siyasî û nakokiyên eşîran de ye

Nakokî û aloziyên li Iraqê zêde bûne, çarçoveya aliyên siyasî bûye şerê eşirtî. Ev hikumeta li Iraqê zêdeyî 20 salane hatiye pêkanîn, lê belê ew demokrasiya li Iraqê nekariye ji daxwazên gel re bibe bersîvek.

Navenda Nuçeyan - Roja înê di dirêjiya çalakî û nerazîbûnên bi deh hezaran kesên aligirê tevgera Muqdet Sadir li herêma Kesk ya navenda Bexda nimêja înê kirin. Ev nimêja roja înê bi deh hezaran kesê guh nedan germahiya hevînê û bejdar bûn.

Nakokî û aloziyên di navbera aliyên cûda yên siyasî, bawerî û eşiretên Îraqê de rû dane, bi gelek caran aliyên siyasî di çarçoveya netewî de komdibin û danûstandinê dikin û heta astekê hemahengiyek hebû, lê belê niha çarçove hatiye guhertin û kombûn aliyê Şia, Sunî, Kurdan û her wiha Tirkmenan ve tê kirin.

Ev hikûmeta li Îraqê zêdeyî 20 salane pêkhatiye û ev 10 mehe hilbijartinn pêşwext yên Îraqê hatiye kirin lê ew demoqrasiya ku li Îraqê heye heta niha nikariye hikûmetek nû pêkbîne ku ji daxwazên gel re bibe bersîv. Herwiha niha jî li Îraqê rêjeya hejariyê metirsîdare û herku diçe zêdetir dibe.

Li Iraqê rewşa siyasî îflas kiriye

Heta niha rewşa siyasî ya Îraqê iflas kiriye, ji ber vê yekê hêzên siyasî zêdeyî 10 mehe piştî hilbijartinê nekarîne serok wezîr û serok komar hilbijêrin ku aştî û ewlehiyê ji bo gelê Îraqê pêk were. Li gora şîroveyan cûdahiya niha ya di navbera çarçoveya hemahengî û tevgera Sadir de ye ku wisan kiriye girseya gel li qadanin, Ji ber aliyên siyasî li pey destkeftiyên xwe yên taybet digerin.

Ew çînên siyasî piştî guherînên sala 2003’an erkê kar rakir û siyaset girt ser milê xwe, ji bo berdewamkirina desthilatê û şikandina wê çend caran bûye sedemê rêgiriyê, li her pêşketinekê di pêvajoya siyasî ya Îraqê de sedemê wê bi ne aramiya li Îraqê ve girê didin.

Di nava komên siyasî yên Îraqê de, niha nakokiyên di nava dû bilokên Şîa de li ser berjewendiyê siyasî tê encamdan û tu projeyên nîştîmanî yê alîgirên tevgera Sadir û çarçoveya hemahengiyê ya yektiya Îraqê nîne, qeyrana baweriyê di nava gelek hêzên medenî û tevgera Sadir de heye.

Di çarçoveya hemahengiyê de hêzên diyar yên Şîa yên weke biloka dewleta yasa bi serokatiya serok wezîrê pêşî Nûrî Malikî neyarê tevgera Sadir û biloka Feteh ku nûnertiya wê komkorina girseya gel dike ku feraksyona dilsoziya Îranê dike.

Di meha Cotmeha sala 2019’an de xwepêşandanên nerazîbûnê de bi sedan kes hatin kuştin û bi deh hezaran kes birîndar bûn. Hebûna gendeliyan û xwestekên aliyên siyasî û bandora Îranê ya li ser Îraqê wiha kir ku hemû gelê Îraqê rabe ser piyan.

Aliyên siyasî hewil didin girseya gel li taxan kom bikin. Li gorî beşek ji şîrovekarên siyasî ew xwepêşandarên alîgirên Sadir ku roja Înê bi sedan kes amade bûn û piştgiriya daxwazên girseya gel dikin. Li gorî beşek din jî nerazîbûnên li qadan di bin bandora aliyên siyasî de ne, ji bo bi dest xistina destkeftiyên xwe yên taybet, ji wana daxwazên tevgera Sadir bandor li ser hebe ji bo zêdekirina nakokiyan. Sedir  hewil dide ji bo bihêzkirina desthilata xwe û ew hewla destpêkirina xwepêşandan û çalakiyan li qadan kirin ku yek ji rêya bingehîn ya ji bo hilweşandina parlementoyê bû.

Tevî ev 9 mehin li Îraqê hilbijartin hatiye kirin nekarine hikûmetek avabikin

Ev 9 mehin li Îraqê hilbijartinên pêşwext hatiye kirin, lê belê heta nekarine hikumetek avabikin û her roj nakokiyên li Îraqê zêde dibin. Di nava çarçoveya hemahengî û tevgera Sadir de nakokî serî hildaye, bi serkirdeya Muqdet Sadir piştî hilbijartinên pêşwext û hilweşandina parlementoyê, ev jî wek encamek ji bo rizgarbûna rewşa Îraqê dibînin, lê belê beşek kiryarên di nava çarçoveya hemahengî ku ji Nûrî Malîkî serokê Îltilafa dewleta yasa û Qeysî Hez Elî serokê Îsaîbî Ehlî Heq daxwazên Sedir red dikin.

Piştî wê Sedir endamên parlemenderên xwe kişand, rê neda li ser bingehê hikûmeta piranî li hev bikin, piştre dest bi kar anîna berbi qadan ve hêzên xwe xist tevgerê û heta niha jî hîna nakokiyên avakirina hikumeta nû ya Îraqê berdewame.