‘Divê jinên Sûriyê liberxwe bidin’
Endama Koordînasyona Kongar Starê Peyman Elûş got ku divê hemû jinên Sûriyê di vê pêvajoyê de, ji bo ku bighên mafên xwe yên di hundirê civakê de, Şoreşa Jinan weke mînak ji xwe re bibînin û li ber xwe bidin.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku di sala 2012'an de ji bajarê Kobanê destpê kir, gelê herêmê û bi taybetî jinan ber bi pêvajoyeke nû ve bir da ku ber bi jiyaneke azad, demokrat û wekhev de biçin. Di 13 salên ji aloziya Sûriyê de, jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dan ku dikarin şoreşê û civakê birêve bibin. Her wiha gelek destkeftî bi saya jinan hatin bidestxistin. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re bûn mînak. Dewleta Tirk ê destkeftiyên jinan ji xwe re li hemberî polîtîkayên xwe yên qirker ên li dijî jinan weke xeteriyekê dibîne bi rengekî dewamî êrîşî gelê herêmê, jinan û projeya demokratîk dike.
Endama Koordînasyona Kongra Star a li Kantona Firatê Peyman Elûş, derbarê tiştên nû di rûbera siyasî ya Sûriyê de diqewimin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, axivî.
Peyman Elûş bi bîr xist ku li hemû dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di sala 2011’an de bi destpêkirina serhildanên gelêrî yên bi daxwaza demokrasî û azadiyê, Buhara Gelan destpê kiriye û wiha got: “Çirûska serhildana gelêrî li Sûriyê jî vêket. Xelk li gelek bajaran derketin û li dijî rejîma desthilatdar serî rakirin. Gelê Sûriyê ji ber siyaseta qirkirin û cudahiya zayendî serî hildan û li dijî zilm û çewisandinê serî rakirin. Lê belê bi destwerdana hêzên derve re ev şoreş veguherî krîzeke mayînde. Di encamê de bandor li gelê Sûriyê bi giştî kir.”
‘Îro gel bi dengekî bilind bang bike’
Peyman diyar kir ku ketina rejîma Esad li ser destê gel pêk hatiye, ji ber ku her tim di nav berxwedan û têkoşînê de bûye. Peyman got “Îro roja ku gel dikare nerîna xwe parve bike û bi dengekî bilind bang bike û ji zilmê û çewisandinê re bêje na. Gelên ku salên dirêj di bin zilm û desthilatdariyê de dijîn normal e bi bandor bibin. Ji ber wê em dibînin ku hemwelatiyên daxwaza azadiyê di sala 2011'an de kirin, bi riya destwerdanên derve ji şoreşê dûr ketin. Lewma, niha berê êrîşan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û di bin navên cuda de nikarin hemû pêkhate, ol mezheb bawerî û zimanan li hundirê Sûriyê qebûl bikin.”
‘Ji destpêka şoreşê heta niha, dewleta Tirk piştgiriya çeteyan dike’
Peyman destnîşan kir ku piştî HTŞ bûye desthilatî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine. Peyman wiha got: “Bajarên Şehba û Minbicê hatin dagirkirin. Niha jî berê êrîşên xwe dane bendava Tişrîn û pira Qereqozax û bajarê Kobanî ku sembola berxwedanê ye. Armanc dike gelê Kurd û projeya Neteweya Demokratîk têk bibe. Ji destpêka şoreşê heta niha, dewleta Tirk piştgiriya çeteyan dike û hewl dide ku herêmê bi riya wan dagir bike.”
‘Armanc têkbirina şoreşa jinan û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e’
Peyman Elûş ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demografiya bajarên dagir kirine, guherandine û wiha pê de çû: “Welatî revandin, îşkence kirin, kuştin û destdirêjî li wan kirin. Bi taybetî jî li dijî jin û zarokan ev tişt pêk hatin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li dijî herêmên me, têkbirina şoreşa jinan û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku hemû gelên li Sûriyê hembêz kiriye.”
‘Ewê nikaribin şoreşa jinan têk bibin’
Peyman Elûş anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker şoreşa jinê dike hedef û wiha got: “Ji ber ku wê, jiyana hevbeş ava kiriye û xeta azadiyê ji hemû jinan re xêz kiriye. Dewleta Tirk jinên ku hewl dane civakê ji feraseta baviksalar xilas bikin, mîna xetereya li ser xwe dibîne. Ji ber wê yekê, di demên dawî de endamên Kombûna Jinan a Zenûbyayê kirin hedefa êrîşên xwe. Lê belê tevî van hemûyan jî ew ê nikaribin şoreşa jinan têk bibin. Ji ber ku em her diçe bihêztir dibin.”
Banga ‘Ji bo mafên xwe liberxwe bidin’
Peyman Elûş di dawiya axaftina xwe de got ku di van salên dirêj ên berxwedan û têkoşînê de jin gihîştin pêvajoyên pêşketî yên wek fermandariya Hêzên Leşkerî û Hevserokatiyê. Peyman wiha got: “Sîstema ku em pêk tînin, li ti welatan nehatiye pêkanîn. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin civakê birêve dibin û nerîna xwe tînin ziman. Bêyî reng û dengê jinan, ti wateya demokrasî û azadiyê di pêkanîna hikûmetan de tune ye. Ji ber wê jî divê hemû jinên Sûriyê, ji bo ku bighên mafên xwe yên di hundirê civakê de, di vê pêvajoyê de berxwedana jinan di nav şoreşa Rojava de weke mînak ji xwe re bibînin û li ber xwe bidin.”