rojane
-

‘Êrîşa li ser NÛJINHA’yê li dijî kesên li pey rastiyê hatiye kirin’
Nişteciha pêrêzgeha Sar-e Pol a Efganistanê Meryem Ehmedî, êrîşa li ser ajansê şermezar kir ku û got ku hinek kes û kom naxwazin rastî derkeve holê loma êrîşê ajansa ku ji bo eşkerekirina rastiyan dixebite kirine.
-

Di êrîşên hewayî yên Pakistanê de 11 zarok mirin
Rêveberiya Talîbanê ragihand ku artêşa Pakistanê êrîşî qadên sivîlan ên li parêzgehên Kunar, Xost û Paktîkayê kiriye. Hat diyarkirin ku di êrîşan de 11 zarok, jinek û mêrek extiyar jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.
-

Li Kongoyê hejmara mirina ji ber Ebolayê ji sedî derbas bû
Rayedarên Kongoyê ragihandin ku li parêzgeha Ituriyê ji ber vîrusa Ebolayê zêdetirî 100 kes mirine. Pirsgirêkên ewlehiyê û gumanên raya giştî li pêşiya hewldanên bersivdayînê dibin asteng, hejmara bûyeran bû 550 û nexweşî li Ugandayê belav bûye.
-

Li Îranê îdiayek balkêş: Girtiyan dişînin qadên şer
Saziyên mafên mirovan ên li Îranê, ragihandin ku rejîm zorê dide ser girtiyan ku ji bo çûyîna herêmên şer, ‘dildar’ bin û hişyariya “Ev dê rê li ber fikarên mezin veke” kirin.
-

Li Xezayê pêşangeha “Strip Art”
Li Xezayê pêşangeha “Strip Art”ji hêla Desteya Pêşveçûnê ya Filistînê ve hate organîzekirin. Pêşangeh wekî beşek ji projeyek ji bo xurtkirina berxwedana çandî û piştgiriya azadiya hunerî hate lidarxistin.
-

Fenîksa Elewiyan: Ji xweliya revandin û dîlgirtinê avakirina nasnamê
Piştî destpêkirina pevçûnên li Sûriyeyê û hilweşîna rejîma Baasê, civaka Elewî wek sûcdarek amade ku berpirsyartiya her tiştên ku li welat qewimî lê hatî barkirin bû.
-

‘Em dixwazin Rêber Apo di nav me de be’
Di derbarê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jinên Êzidî dan zanîn ku Şengal bi fikrê wî aram û bi ewle ye, dan zanîn ku dixwazin wî di nav xwe de bibînin û ji bo vê jî çi pêwîst bike wê bikin.
-

‘Ji bo azadiyê pêkanîna mafê hêviyê divê bibe gaveke lezgîn’
Li wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo naskirina ‘mafê hêviyê’ yê di hiqûqa navneteweyî de, meşeke girseyî hat lidarxistin.
-

RONAK: Êrîşa li dijî NûJINHA hewldana bêdengkirina dengê jina ne
Federasyona Jinên Rojhilatê Kurdistanê (RONAK), bi daxuyaniyek nivîskî êrîş û gefên li dijî ajansa me NûJINHA şermezar kir.
-

Rêxistinên hiqûqî: Mafê nefeqeyê mafek krîtîk e
Rêxistinên hiqûqî ji bo protestokirina rêziknameyên derbarê mafên nefeqeyê de li ber Dadgeha Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
-

Li Îranê girtina jinan û sewqkirina ji bo girtîgehan didome
Li Îranê gelek aktivîst û beşdarên xwepêşandanan yên tên girtin, cezayên girtîgehê ên demdirêj lê tên birîn û wan sewqî qawîşên hikûmxwariyên ji sûcên giran hatine girtin, tên kirin.
-

82 xelatgirên Nobelê nameyek nû ji KE re şandin
82 xelatgirên Nobelê nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di nameyê de hatiye gotin ku: "Di vê kêliya krîtîk de pêwîstiya cîhanê bi lezgînî bi lîderên dilsozê aştiyê heye."
-

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Silêmaniyê bazarek heftane vekir
Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ji bo piştgiriya hilberîna herêmî bi berhemên xwemalî û çandiniyê yên xwendekaran bazarek heftane li dar xist.
-

Hêjmara kesên ku ji ber Ebolayê jiyana xwe ji dest dide zêde dibe
Hejmara bûyer û mirinan di şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê de her roja diçe zêde bibe. Wezareta Tenduristiyê ya Kongoyê ragihand ku hejmara bûyerên Ebolayê yên piştrastkirî gihîştiye 550.
-

Li Tûnisê forûma Ereb kalîteya perwerda di saziyên zarokan de nîqaş kir
Di forûma Ereb a li Tûnisê hat lidarxistin de, kalîteya perwerdê ya di saziyên zarokatiya zû de hate nîqaşkirin. Armanca forûmê, başkirina kalîteya xizmetên perwerdê ye û hewl dide ku hemû zarok bighên xizmeta perwerda wekhev.
-

Kampanyaya ‘‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’: 49 girtî hatine darve kirin
Kampanyaya ‘‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ji bo piştgiriya xwepêşandanên xwendekaran, destnîşan kir ku ji destpêka Hezîranê ve herî kêm 49 girtî hatine darvekirin.
-
Pêleke nû ya girtina jinan li Herata Efganistanê
Hêzên "fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê" yên Talîbanê li Herata Efganistanê pêleke nû ya girtinê dane destpêkirin ku ber ku qaşo rêzikên hîcabkirina mecbûrî pêk naynin, jinan hedef digirin.
-

Bajarê jinan Cizîra Botan: Em ê bajarekî bi rengê jinan ava bikin
Hevşaredara Cizîra Botan Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku wan saziyên jinan ên qeyûman girtibûn ji nû ve vekirine, ji bo xebatên bajarê jinan civînan li dar dixin û got: “Bajarê jinan, modela jiyana wekhev a bi mîrasa berxwedana jinan hatiye avakirin e.”
-

Çalakvanên Mexmûrê: Dewleta Tirk hemû qanûnên navnetewî binpê dike
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 203’an, di roja 1054’an de didome.
-

Li Şîrazê sê parêzer hate girtin
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê sê parêzerên bi navê Nazanin Salari, Mahmoud Taravatrooy û Massoud Ehmedian bi tohmetên ewlehiyê sê sal cezayê girtîgehê û du sal qedexeya derketina ji derveyê welat li wan birî.