rojane
-

Li Efrînê jinek hat qetilkirin
Di nava kaosa ewlehiyê ya berdewam de, li Efrînê cînayetên jinan dubare dibin û ev rewş rewşa sivîlên ku di bin kontrola leşkerên bi pere yên Tirk de dijîn radixe ber çavan.
-

Yemen di nava welatên herî zêde ji şewba kolerayê bandorbûyî de cih digre
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmarên tirsnak ên di sala 2025’an de li Yemenê derbarê şewba kolerayê û zikêşê ya giran de hatine jiyîn eşkere kir. Ev rewş, nîşan dide ku Yemen di nav welatên herî zêde bandorbûyî yên cîhanê de cih digre.
-

Ji 17 aktîvîstên Îranî banga ‘edaletê’
17 aktîvîstên siyasî, sivîl û hunermendên Îranî, qetilkirina xwepêşanderan mîna "sûcekî li dijî mirovahiyê yê ji hêla dewletê ve hatî organîzekirin" hat binavkirin û lîderê Komara Îslamî ya Îranê û pêkhateya zextkar, wek berpirsyarê sûcan dîtin.
-

Li Çemçemal peykerê keziyek 5 metre ji bo piştgiriya Rojava hate danîn
Li Peymangeha Hunerên Ciwan a Çemçemalê di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, peykerek 5 metreyî yê ‘Kezî’ hate danîn.
-

Kovara Ozgur Halk dest bi weşana dijîtal kir
Kovara Ozgur Halk dest bi weşana dijîtal kir. Di yekem hejmara kovarê de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, wek heşt beşan bi vîdeo û vezarkirinan hate pêşkêşkirin.
-

SOHR’ê têkildarî malbatên Efrînî yên li Kobanê daxuyanî da
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku bi dehan malbatên Efrînê ku koçberî Tebqa û Reqayê bûbûn, ji ber êrişên dawîn neçar man xwe li dibistanên li Kobanê bigrin.
-

Mamosteyên Til Temir pênûs danîn, çek hilgirtin û beşdarî seferberiyê bûn
Rêveberiya Dibistanên Til Temirê îro li ser banga seferberiyê pênûs danîn, bi hilgirtina çekê û li xwekirina rextan beşdarî seferberiyê bûn. Rêveberiya Dibistanan got: “Em ê destkeftiyên 14 salên şoreşa xwe biparêzin.”
-

Ji baroyên Kurdistanê bang: Bila Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê bê vekirin
16 baroyên li Kurdistanê, ji bo vekirina deriyê sînor ê Murşîdpinarê bang kirin.
-

Ji Kongra Star banga seferberiya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’
Kongra Star, bang li tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên li çar aliyên cîhanê kir ku di 31`ê Çileyê de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava li dijî êrişên qirkirinê, qadên giştî veguherînin qadên berxwedanê.
-

Tundiya navxweyî, belavkirina bersiva yekgirtî ji Ewropayê bo pasdarên Îranê
Di roja 33’yemîn a serhildana giştî ya li Îranê de, Parlamentoya Ewropayê îlankirina Pasvanên Şoreşê wekî rêxistineke terorîst û zêdekirina cezayên siyasî û aborî li dijî çewsandina xwepêşanderan kiriye rojeva xwe.
-

SOHR: Li herêmên cuda yên Sûriyeyê 20 kes hatin qetilkirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di meha Çileyê de li herêmên di bin kontrola rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de 20 kes hatin qetilkirin.
-

Krîza li Sûriyeyê her diçe kûrtir dibe
Êrîşên li dijî Rojava, ji şerê herêmekê wêdetir, wek gavek berfireh a tasfiyeyê li dijî azadiya jin, jiyana demokratîk û îradeyan gelan tê meşandin.
-

Manşeta kovara Le Point: Xiyaneta welatên rojava
Kovara bi nav û deng a Fransî Le Point bi manşeta “Welatên rojava xiyanet li Kurdan kirin” derket.
-

NY: Ji ber bahoza berfê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê xerabtir bû
Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji ber bahoza duyemîn a berfê, rewşa bi hezaran koçberên Sûriyeyê xerabtir bû.
-

KJK: Kurdan li dijî rejîma Îranê hemû dîwarên tirsê hilweşandine
KJK’ê berxwedana gel a li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê silav kir û got: “Pêwendî û hevkariya ku dewleta Tirk li Sûriyeyê bi hêzên cîhadîst re daniye, xeter e. Berxwedana gelên Îranê ya li dijî rejîma Îranê hemû dîwarên tirsê hilweşandine.”
-

Prensîbên dadê ne an azadiya rejîma Talîbanê?
Talîbanê di rêziknameyên dadgehê yên nû derxistine de, mafên jinan paşguh kir û bi tevahî prensîba bingehîn a serxwebûna dadwerî binpê kir.
-

‘Porê jinên me ne sembola teslîmbûnê ye, ya serbilindiyê ye’
Pirsgirêk ne tenê li ser porê jinan bû, her wiha tevahiya pergalekê bû ku bedena jinê wekî cîhek ji bo kontrolê û çandên cûda wekî gefek ji bo bindestkirinê dibîne.
-

‘Nifşê nû dê xaka xwe bi berxwedanê biparêze’
Pêşengiya nifşê nû di xwepêşandanên piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê e, encama asta serkeftina gelê Kurd nîşan dide û her wiha rola û misyona nefşê pêşrojê diyar dike.
-

Berteka li dijî derpêçkirina Kobanê: Cîhan çawa dikare li vê hovîtiyê temaşe bike?
Li dijî dopêça li ser Kobanê bertek zêde dibin. Zubeyde Înce bi gotina “Divê her kes a niha bibêje bes e ev zulm” diyar kir ku beriya zêdetir jin û zarok neyên kuştin, ji bo pêşîgirtina vê hovîtiyê divê her kes dengê xwe derxe.
-

Li Yemenê ji ber bêcezatî û hilweşîna pergala parastinê qetilkirina jinan zêde dibe
Li Yemenê di salên dawî de, bi pevçûnên didomin û lewazbûna serweriya hiqûqê re, bûyerên kuştina jinan zêde dibin. Li gorî raporên mafên mirovan ên xwecihî û navneteweyî, sala 2025’an li gorî salên din weke sala herî bi xwîn bû.