rojane
-

Li Sûriyeyê di bûyerên cuda de 13 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Sûriyeyê di hawîrdora nebûna ewlehiyê de, di 24 demjimêrên dawî de di bûyerên cudayên çekdarî û ewlehiyên de 13 kesan hatin qetilkirin.
-

Înîsiyatîfa Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye: Êrîşan rawestînin!
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, piştî çalakiya xwe ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li Kadikoyê daxuyanî da û got: “Êrişên ser gelê Kurd û gelên Sûriyeyê bidin sekinandin. Bila Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê were vekirin.”
-

HRANA: Li Îranê di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin
Human Rights Activists News Agency (HRANA), ragihand ku di xwepêşdanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin.
-

Îlham Ehmed: Ev lihevkirin qonaxeke nû ye
Îlham Ehmed, diyar kir ku we pabendiya xwe ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê dubare dikin ku xizmeta yekitiya Sûriyeyê bike, aştiya sivîl xurt bike û qonaxeke nû ya aramî û pêşketinê bide destpêkirin.
-

Li Kordofana Başûr karesata mirovî gef li bi sedan zarok û jinan dixwe
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku rewşên mirovî yên krîtîk li kampeke li Kadugliyê gef li jiyana zêdetirî 240 zarokan û 381 jinan dixwe.
-

ROJIN: Medya li şûna aştî û ragihandina rastiyan alîgiriya şer dike
ROJIN’ê, bi daxuyaniyek dezgehên medyayê yên Ereb û Tirk ku bûne hevkarên sûcên qirkirinê yên li Sûriye û Rojava şermezar kir û bi gotinên; “Medya li şûna aştî û ragihandina rastiyan alîgiriya şer dike” bang li rêxistinên medyayê yên navneteweyî kir.
-

Komeleya Jinên Rojhilat: Jin bûne hêza sereke ya parastin û rêxistinkirina civakê
Komeleya Jinên Rojhilat, bi daxuyaniyek ragihand ku ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê diqewime, sûcek li dijî mirovahiyê ye û pêwîstî bi bersiveke rastîn a navneteweyî heye.
-

Koçberên Serêkaniyê: 7 sal in em ji warê xwe dûr in bila şer bi dawî bibe
Koçberên Serê Kaniya ku 7 sal in hatiye dagirkirin, di nava mercên xirab, tunebûna pêdiviyên bingehîn de jiyana xwe didomînin. Bi destpêkirina êrîşan re mercên wan girantir bûn, bê derman, xurek û pêdiviyên jiyanî hewl didin li piyan bimînin.
-

Pêşengên Şoreşa jinê deskeftiyên Şoreşê diparêzin
Yek ji pêşengên Şoreşa Jinê Evîn Paşo di vê qonaxa hestiyar de ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jinên Kurdistanê çek hilgirtiye û parastina bajarê xwe dike.
-

Tirsa ‘îdeolojiya DAIŞ’ê dikare li welatên cîran dîsa derkeve holê’
Parêzer Redîna el-Xetîb ji Suweydayê balkişand ser xetereya belavbûna DAIŞ’ê ya li heremê û hişyariya “Ev îdeolojî dikare li welatên cîran jî ji nû ve derkeve holê” kir.
-

Rûbirûbûna kolektîf a bi sûc û şînê re
Di serdemek ku medyayê û torên civakî şînê kirine bazirganî de, civakek şînê di navbera du xetereyan de asê maye: pasîfbûna kujer an radîkalîzma bêserûber.
-

‘Çareserî bi guherîna hişmendiyê gengaz e’
Binpêkirinên mafan û bêrêziya li dijî cenazeyan, rasterast gefê li aştiya civakê û nirxên rêzdariya mirovan a li hemberî hev dixwe û bi taybetî zirarê dide çanda jiyana bi hev re ya dîrokî ku di navbera Kurd û Ereban de hebûye.
-

Rûken Ehmed: Êrîşên li ser Rojava bi serkêşiya dewleta Tirk tên kirin
Endama Koordînasyona Kongra Star Rûken Ehmed tekez kir ku êrîşên HTŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya li dijî îradeya gelan e bi serkêşiya dewleta Tirk tên kirin.
-

Jinên Avustralî: Em bi berxwedana jinên Rojava re ne
Endamên jin ên sazî û rêxistinên li Avustralyayê, piştgiriya xwe ya bi jin û gelên Rojava re bi rêya vîdeoyan bi gotinên wekî “Em ê bi we re di nav hevgirtinê de bin” anîn ziman.
-

Jin di nava komînan de bişev û roj parastinê dikin
Jinên li bajarê Hesekê ku di nav komînan de bişev û roj taxên xwe diparêzin, dibêjin ku êrîşên li ser axa wan armanc dikin ku sîstema komînan a li ser jiyana hevbeş hatiye avakirin, bi dawî bikin.
-

‘Îro li dijî paradîgmaya Rêbertî komplo tê meşandin’
Endama koordînasyona TAJÊ Riham Hico diyar kir ku Paradîgmaya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê bi pergal bûye da zanîn ku hêzên hegemon bi şerê îro li Rojava dimeşînin, dixwazin vê paradîgmayê vala derbixin.
-

Rojnameger Zîlan Gul hat berdan
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul, piştî îfadeyan serbest hat berdan.
-

Li Wanê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiya
Li Wanê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiya. Di meşê de peyama “Divê bê zanîn ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” hate dayîn.
-

‘Em ê têkoşîna jinan a li Rojava bilind bûye tu car bi tenê nehêlin’
Li bajarên Bakurê Kurdistanê, çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê didomînin. Di meşên hatin lidarxistin de, peyama "Em ê şoreşa xwe biparêzin" hate dayîn.
-

Ji sînorên Kobanê bang kirin: 3 daxwazên lezgîn ên jinan heye
Jinên li ser sînorê Kobanê kom bûn, ji bo Rojava 3 daxwazên lezgîn rêz kirin; Dorpêçê rakin, ji berpirsyaran hesab bipirsîn û mafê Kurdan û gelên din ên li Sûriyeyê divê bê naskirin.