Zimanzan Gilale Derûdiyan: Ziman mala nasname ye

Lêkolîner, helbestvan û zimanzan Gilale Derûdiyan, diyar kir ku du zimanî û asîmîlasyona çandî ji bo ziman û nasnameya Kurdan gefek cidî ye û destnîşan kir ku divê zimanê dayîkê bê parastin û bihêzkirin.

RAHA NEZERÎ

Sine – Di 11’ê Tebaxê de li Pirtûkxaneya navenda bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê , bi hevkariya Komeleya Mavlana ya Sine û Mala wergerê ya Hojîn, semînerek hat lidarxistin. Di semînera bi sernavê ‘Avabûna dîroka ziman, di perwerdê de li ser kesan bandora du zimanî, di jiyana rojane de tunebûna zimanê dayîkê, serdestbûna zimanek din’ de zimanzan, lêkolîner û helbestvan Gilale Derûdiyan axivî.

Gilale Derûdiyan di axaftina xwe de rewşa du zimanî, pêşengiya zimanê dayîkê, krîza nasnameyê ya du zimanî, bi piştgiriya belgeyên derbarê pirsgirêkên ziman de nirxand. Di semînerê de helbestvanên jin û nivîskar amade bûn. Gilale Derûniyan destpêkê bersiv da pirsên guhdaran ên wek “Hûn çawa li ziman dinhêrin? Em wek du ziman û kesên Kurd, her tim rû bi rûyî hegomoniya zimanek cûda tên, bi wî zimanî me perwerde dît, axivî, nivîsî û heta fikirîn. Em bi kijan nêrînê nêzî ziman bibin?”

Rola ziman a di têkilîdanînê de

Gilale di bersivên xwe de bal kişand ser dîroka zanista ziman û wiha got: “Kesek dema dikeve nava civakê, divê bikaribe têkilî deyne. Ev amûra herî girîng a ziman e. Li vê derê em ziman, tenê wek amûrek digrin dest, ji ber ku ziman ne tenê amûrek e. Ev amûr ji dîrokê ve hişê mirov û fikrê wê çiqas mijûl kiriye? Pirtûka ku di vê mijarê de tê zanîn, berhema ku zanayê ziman ê Hindî Panînî 400 sal Beriya Zayînê li ser Sanskrîdî nivîsî bû. Armanc, rast xwendina metnên ziman ên wek xatirxwestinan bû. Hemû şaristaniyên wek Sumer, Misir, Çin û Cihu her çiqas li ser zanista ziman xebitî be jî, pirtûka Panînî wek berhema yekem a nivîskî qebûl dikin.”

‘Hemû hebûn bi rêya ziman wate digre’

Gilale Derûdiyan diyar kir ku li gorî Heîdegge, hebûna mirov û bingeha wê, bi rêya ziman wate qezenc dike. Gilale destnîşan kir ku ger ziman nebûya, tu tiştên wek derew, eşq, cînayet, merhemet tu wate nedigirtin û wiha domand: “Gadamer jî balê dikşîne ser heman xalê. Hemû hebûn, bi rêya ziman wate digrin. Lê belê em mirovên du zimanî emê çi bikin? Li malê bi zimanê dayîkê diaxivin, pirsgirêkên rojane em bi zimanê xwe îfade dikin, lê belê ji derve di dibîstanan de û dema dinvîsîn, em neçar in bi zimanek din bifikirin û fêr bibin. Jiyanek wiha, di dinyaya ruh û hiş de tevliheviyek kûr ava dike. Ev bandor ji zaroktî heta mezinbûnê di her qadê jiyanê de xwe dide der.”

‘Her ziman dinyayek cûda ye’

Gilale Derûdiyan behsa ceribandindinê xwe jî kir û da zanîn ku di zaroktiya wê de, li bajarê Kamyaran zimanê wan ê axaftinê bi piranî Farisî bûye, rêjeya Kurdî ji sêyan yek bûye. Gilale wê pêvajoyê wiha vegot: “Ji bo fêrbûn û famkirina zimanê dayîkê, bi caran li gel ên derdora xwe dijberiya wê û wateya wê min pirs dikir. Derrîda dibêje; ‘Nêrîna her mirovek bi rêya ziman derdikeve holê.’ Ji ber vê her ziman, dinyayek cûda û ceribandinek taybet ava dike. Rojane bi zimanek din dixwînin û bi wî zimanî perwerde didin û li gel zarokan diaxivin. Ruhê me tevliheviyek cidî dijî û reva ji vê yekê, hema bêje ne gengaz e.”

‘Divê em zimanê xwe biparêzin’

Gilale Derûdiyan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya çanda Kurdan û asîmîlasyona zimanî û wiha got: “Ger em di hişê xwe de bi zimanek duyemîn bifikirin, em rastî asîmilasyona çandî hatine. Em Kurd, ji ber zoriyên erdnîgarî, bê zanabûn û bi zanabûn, her tim di bin bandora Tirkî, Erebî û Farisî de mane. Xeteriya windabûna çanda nasanameya zimanê dayîkê her tim hebû. Ev bandora xwe ne tenê li ferd, li civak û çanda me jî dike. Ji ber vê yekê parastina zimanê dayîkê, fêrbûn û bihêzkirina wê, girîngiya jiyanî ye. Ji ber ku ziman mala me ye, tekane rêya nasname, ceribandin û nêrîna me ya dinyayê zindî hiştî ye.”