Karwanê seferberiyê gihîşt Dêr Hafirê

Karwanê seferberiyê bexwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gihaşt deriyê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê.

Navenda Nûçeyan – Bi hezaran şêniyên kantonên Cizîrê, Dêrazor, Firat, Tebqa, Reqayê bersiva banga seferberiya giştî da ku Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li hemberî êrişên çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk kiribû.

Girse gihîşt deriyê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê yê li beramberî herêmên di bin kontrola HTŞ'ê de ye.

Ji 6’ê çileyê ve çeteyên HTŞ'ê û dewleta Tirk êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin û komkujî dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan didin.