Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da
Dayîka Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz a ku li nexweşxaneyê di beşa awarte de dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Dayîka yek ji avakerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da.
Dayîka yek ji avakerên PKK’ê Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hate qetilkirin, Zeynep Cansiz ji ber nexweşiyek mejî rakirin nexweşxaneyê. Zeynep Cansiz ku rakirin nexweşxaneyê, di roja 11’ê Nîsanê de hatibû entubekirin.
Zeynep Cansiz li nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê di beşa awarte de tedawî didît, vê siharê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Zeynep Cansiz, rê bikin Saziya Tiba Edlî ya Bucayê. Piştî kar û barên li Saziya Tiba Edlî, wê cenaze berbi Dersîmê ve bê şandin.