Zextên li ser Rojan Îbrahîmî bûn sedema hewldana xwekujiyê
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî eşkere kir ku şervana hunerên şer Rojan Îbrahîmî, di bin zext û îşkenceya îstîxbarata Îranê de ku dixwestin hevkariya wan bike, hewl da dawî li jiyana xwe bîne.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê, werzîşvan bi zextên siyasî û ewlehî her wiha bertekên li hemberî cezayên navneteweyî û binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû dimînin. Çalakvana mafên mirovan a Îranî û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ragihand ku werzîşvana Kurd Rojan Îbrahîmî ji ber zextên hêzêcn ewlehiyê hewl daye dawî li jiyana xwe bîne.
Şîrîn Ebadî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rojan Îbrahîmî ya 20 salî, şervana hunerên şer ên tevlihev (MMA), ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye neçarkirin ku di çalakiyên îstîxbaratî de hevkariyê bike.
Bi îşkence û girtina demdirêj hat tehdîtkirin
Li gorî Şîrîn Ebadî, Rojan Îbrahîmî gelek caran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji bo lêpirsînê hatiye gazîkirin û gef li wî hatiye xwarin ku ew ê îşkenceyê û cezayê girtîgehê yê dirêj lê were birîn. Piştî serdegirtina mala wî, hêzên ewlehiyê telefona werzîşvanê ciwan desteser kirine.
Şîrîn Ebadî diyar kir ku hêzên ewlehiyê telefon û hesabê medyaya dîjîtal ê Rojan Îbrahîmî bi kar anîne da ku bi çalakvanên siyasî yên li derveyî Îranê dijîn re têkilî daynin, bişopînin û wan nas bikin.
Pênc rojan li nexweşxaneyê ma
Rojan Îbrahîmî ku tê gotin ji ber zext û gefên ku lê hatine kirin, hewl daye xwe bikuje, pênc rojan li nexweşxaneyê hatiye dermankirin. Şîrîn Ebadî diyar kir ku werzîşvana ciwan di vê heyamê de di rewşeke krîtîk de bûye heta dema ku dermankirinê digirt jî xwe ewle hîs nedikir.
Ezmûna Rojan Îbrahîmî li ser pêkanînên ewlehiyê û tepeserkirina ciwanan li Îranê dîsa fikaran bi xwe re anî.