Taîz: Di 48 saetan de 42 binpêkirinên Hûsiyan pêk hatin
Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan ji karesateke mirovî ya nêzîk li parêzgeha Taîzê hişyarî da. Li gorî rapora torê, di nav 48 saetan de 42 binpêkirin û sûc ji aliyê Hûsiyan ve hatine tomarkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan di encama avêtina 369 gule û topan a ji aliyê Hûsiyan ve, 4 sivîl hatine kuştin û 7 kesên din birîndar bûne û di nav wan de du keçên biçûk hene. Her wiha 8 welatî ji mal û dikana xwe hatine revandin, 8 mal hatine desteserkirin û talankirin û li hin deverên din êrîş û gefxwarin pêk hatine. Rapora torê behsa zextên ji bo leşkerkirina bi zorê ya xortên herêmê jî dike.
Qeyrana tenduristiyê û metirsiya jiyana bi hezaran kesan
Torê diyar kir ku dorpêçê gihîştina nexweşan bi dermanên girîng û jiyanrizgar asteng kiriye. Li gorî raporê, ji ber qeyranê, xizmetên nexweşên bi nexweşiya tuberkulozê û navendên lênêrîna zarokên kêmxwarinî asteng bûne. Her wiha ji ber girtina hin klînîkên dayîkbûnê û lênêrîna jinên ducanî, 734 bûyerên zayînê bê xizmet mane û 3 hezar û 600 zarok ji derzîlêdanê bêpar mane.
Rapora torê dibêje ku nêzî 45 hezar û 678 kesên di nav wan de jin û zarok hene, ji testên malaryayê bêpar mane. Topbaran û gulebarana kesên nişangirtî, gihîştina nexweş û birîndaran bo nexweşxaneyan jî asteng dikin. Kêmbûna derman û enerjiya elektrîkê jî şiyana navendên tenduristiyê kêm kiriye. Her wiha berhevbûna çopê, belavbûna kêzikan û rijîna ava kanalîzasyonê li kolanan, xetera hawîrdorê zêde kiriye.
Daxwaza destekkirina xizmetên tenduristiyê
Tora Yemenî bang li rawestandina êrîşên li ser sivîl û navendên tenduristiyê, rakirina dorpêçê û vekirina rêyan kir. Di heman demê de ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî xwestin ku ji bo destekkirina xizmetên tenduristiyê, zû destwerdanê bikin.
Bi domandina êrîşan dê kerasetek mirovî çêbibe
Torê hişyarî da ku berdewamiya topbaran û dorpêçê, li gel revandin, hilweşîna xizmetên tenduristiyê, kêmbûna avê û xerabûna rewşa hawîrdorê, dikare bibe sedema karesateke mirovî ya mezintir li parêzgeha Teîza ku nêzî 4 milyon kes lê dijîn.