Girêdayî entegrasyona Şengalê daxuyanî
YBŞ’ê di daxuyaniya têkildarî pêvajoya entegrasyona li nav artêşa Iraqê de destnîşan kir ku îro ew ne rûpela dîroka xwe digirin û ne jî fedakariyên salên berxwedanê red dikin. Wan tekez kirin ku ev biryar bingeha aramiyê ye.
Navenda Nûçeyan – Şerê ku niha zêdetirî çaryek sedsalê ye didome, bi taybetî Rojhilata Navîn kiriye hedef. Bi taybetî jî herêmên ku gelê Kurd û gelek gel, civak û komên baweriyê yên din lê dijîn. Armanca vî şerî ew bû ku felsefe û pergalên baweriyê yên ku şopên dîroka mirovahiyê heta roja me anîne, ji holê rake. Di encamê de, di van bîst û pênc salan de gelek civakên bêparastin rûbirûyê xetereya qirkirinê bûn. Bi rêya pêkhateyên mîlîtan û çeteyî yên ku li Rojhilata Navîn hatibûn rêxistinkirin, rêze-dagirkerî û komkujî pêk hatin; ev yek herî zêde li erdnîgariya Kurdistanê diyar bû.
Yek ji bûyerên herî girîng di nava van hovîtiyan de, rewşa civaka Êzidî ya li Şengalê bû, ku xwedî baweriyeke Kurdî ya kevnar in. Di sala 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê Şengal dorpêç kirin û bi armanca pêkanîna komkujiyeke mezin êrîş pêk anîn. Lê belê, berxwedana xelkê herêmê, bi piştgiriya gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên ku ji Rojavayê Kurdistanê hatibûn, rê li ber vê komkujiya plankirî girt. Çiyayên Şengalê bûn keleha berxwedaneke xurt. Piştî wê, Şengal bû xwedî statuyeke xweser ku dikare xwe birêxistin bike û parastina xwe xurt bike.
Pêvajoya aştiyê û pêşveçûna civakî ya demokratîk ku bi saya însiyatîf û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê. Di encama danûstandinên di navbera civaka Êzidî û Bexdayê de, îro bi daxuyaniyeke hevpar ku li çiyayên Şengalê hate dayîn, hat ragihandin ku pêvajoya entegrasyonê bi awayekî fermî dest pê kiriye.
Di merasîma daxuyanî de gelek berpirsên dewleta Iraqê, tevî Waliyê Nînova, her wiha endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ), nûnerên civaka Êzîdî li Şingalê, nûnerên Koalîsyona Êzîdî û dayikên şehîdan di civîna çapemeniyê de amade bûn.
Bibîranîna kesên ku ji bo azadiya Şengalê canê xwe feda kirine
Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ, têkildarî pêvajoyê daxuyaniyek da. Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku “Ji bo rêzgirtina ji xwîna şehîdan û parastina rûmeta gelê xwe, em şehîdên qirkirina gelê Êzidî û hemû şehîdên Iraqê bi bîr tînin. Di pêşiya wan de şehîdê rêber Aba Nûrî, Mam Zekî, Şêx Xêrî, şehîdên jin Bêrîvan û Berfîn, şehîd Zerdeşt Şengalî, şehîdê pîlot Macîd El-Têmîmî, şehîd Merwan Bedel û hemû kesên ku ji bo parastina axa Iraqê, gel û serweriya wê canê xwe feda kirine, cih digirin. Her wiha em hemû kesên ku ji rojên destpêkê yên qirkirinê heta îro bûne alîkarê civaka Êzidî bi bîr tînin. Fedakariyên wan û helwestên wan ên hêja dê her tim wek emanet û peymanek li ser milên me bimînin.”
YBŞ’ê ragihand ku bi hikûmeta federal a Iraqê re lihev kirine û ev agahî dan: “Li ser bingeha baweriya me bi yekîtiya Iraqê û serweriya wê û ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya li Şengalê, em ragihînin ku me bi hikûmeta federal a Iraqê re li ser bidawîkirina girêdana leşkerî ya serbixwe ya hêzên xwe, ango Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê, li hev kiriye.”
‘Ev gav dê bingeha qonaxeke nû ya hevkariya neteweyî û berpirsyariya hevpar ava bike’
YBŞ’ê da zanîn ku hejmara şervanên van her du yekîneyan 4 hezar û 165 şervanên jin û mêr in û ev agahî dan: “Li gorî çarçoveyên zagonî û sazî û lihevkirinên hatine kirin, dê her du yekîne di nava pergala ewlehiyê ya federal de bên yekgirtin û çek di destê dewletê de bêne komkirin. Ev gav dê bingeha qonaxeke nû ya hevkariya neteweyî û berpirsyariya hevpar ava bike. Ev lihevkirin di çarçoveya dîroka Şengalê û qirkirina ku di Tebaxa 2014’an de li dijî gelê Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin, de tê. Di wê demê de gelê me bi kuştin, revandin, koçberkirin û xetera tunekirinê re rûbirû ma. Dema ku nêzî sêyeka axa Iraqê, di nav de parêzgeha Nînowa jî, ket bin kontrola rêxistina terorîst, Çiyayê Şengalê bi berxwedana lehengên xwe û şervanên berxwedana Êzidî li ber xwe da. Wan ji bo parastina gel, ax û rûmeta xwe şer kir û bi îradeya xwe wateya berxwedan û mayîna li hemberî qirkirinê nîşan da.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di wê qonaxa dîrokî ya girîng de, Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ji nav êş û azarê û îradeya mayîna zindî derketine holê. YBŞ’ê wiha domand: “Armanca wan parastina gelê ku rastî qirkirinê hatibû, axa ku di xetera tunekirinê de bû û rûmeta ku qebûl nedikir biçûk bibe, bû. Şervanên me yên jin û mêr di şerên parastin û rizgarkirinê de cih girtin û me ji bo parastina gel û axa xwe 530 şehîd û bi sedan birîndar dan. Her wiha em yekem hêz bûn ku piştî derxistina DAIŞ’ê ji Şengalê, ala Iraqê li wir hildan. Ev yek piştrast dikir ku Şengal beşeke bingehîn û nayê veqetandin a Iraqê ye û parastina gelê me tu carî ji berpirsyariya me ya neteweyî cuda nebûye.”
‘Armanc, pêşîlêgirtina vegera terorîzmê û zêdekirina aramiyê ye’
YBŞ’ destnîşan kir ku îro ew ne rûpela dîroka xwe digirin û ne jî fedakariyên salên berxwedanê red dikin û wiha pê de çû: “Em ji qonaxeke ku ji ber qirkirin û şer li ser me hatibû ferzkirin, derbasî qonaxeke nû ya xebatê di nav saziyên dewletê de dibin. Em tekez dikin ku komkirina çekan di destê dewletê de û yekgirtina biryara ewlehiyê bingeha bihêzkirina serweriyê, pêşîlêgirtina vegera terorîzmê û zêdekirina aramiyê ye. Lê divê pêkanîna lihevkirinê bi parastina mafên şervanên jin û mêr, biparêzîna rûmeta şehîdan û misoger kirina ewlehî, maf û taybetmendiyên gelê Şengalê re bê pêkanîn.
YBŞ’ê diyar kir ku hêza dewletê tenê bi şiyana wê ya belavkirina desthilatdariya xwe nayê pîvan û wiha domand: “Ew bi şiyana wê ya hembêzkirina gelê xwe, naskirina fedakariyên wan û misogerkirina mafên wan jî tê pîvan. Ji ber vê yekê, serkeftina vê lihevkirinê pêdivî bi pêkanîna cidî ya lihevkirinên hatine kirin, çareserkirina encamên qirkirinê, eşkerekirina çarenûsa windayan, dabînkirina dadmendiyê ji bo malbatên qurbaniyan, amadekirina şert û mercên vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê û misoger kirina ku ev karesat careke din neyê dubarekirin, heye.”
‘Em hêvî dikin ku ev ruhê neteweyî di qonaxa pêkanîna lihevkirinê de jî bidome’
YBŞ’ê bal kişand ser girîngiya girîngiya bihêzkirina rola saziyên sivîl û rêveberiya herêmî ya li Şengalê û pêşxistina demokrasiyê û wiha got: “Em tekez dikin, bi awayekî ku beşdariya hemû pêkhateyên wê misoger bike û Şengalê bike bin siya yekîtiyê ya hemû gelên wê. Em spas û rêzên xwe yên ji dil pêşkêşî Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê, saziyên hikûmetî, ewlehî, siyasî û civakî, komîte û desteyên têkildar, hemû kesên ku ji rojên destpêkê yên qirkirinê heta îro bûne alîkarê civaka Êzidî û her kesê ku di serkeftina diyalogê, nêzîkkirina nêrînan û rakirina astengan de roleke wî hebûye, dikin. Em hêvî dikin ku ev ruhê neteweyî di qonaxa pêkanîna lihevkirinê de jî bidome, da ku domdariya wê û gihîştina armancên wê were misoger kirin û derfetên nû ji bo aramî, hevkarî û xizmeta hemû gelê Şengalê bên vekirin.”
‘Me berpirsiyariya xwe di qadên şer de pêk anî’
Di dawiya daxuyaniya Rêveberiya YBŞ’ê de wiha hat gotin: “Ji malbatên şehîd, birîndar û windayan re, her wiha ji gelê xwe yê Êzidî û hemû gelê Iraqê re, em tekez dikin ku fedakariyên me ne ji bo çekan bi xwe, ji bo mirovan, axê, rûmet û jiyanê bûn. Me berpirsiyariya xwe di qadên şer de pêk anî û îro em di qonaxeke nû de berpirsiyariya xwe didomînin. Yekîtiya Iraqê û serweriya wê, ewlehiya Şengalê û rûmeta gelê wê û avakirina dahatiyeke ewle û dadmend ji bo hemû gelê wê, armancên sereke yên me ne. Rêzgirtina rastîn ji şehîdan ew nîne ku em di nava şerê borî de bimînin, lê ew e ku em tiştê ku ew ji bo wê şehîd bûne biparêzin. Serkeftina herî mezin li hemberî qirkirinê ew e ku gelê me zindî, azad û ewle bimîne, li ser axa xwe hebûna xwe bidomîne û mafên wî di welatê xwe Iraqê de bêne parastin.