Zextên li ser malbatên ku daxwaza edaletê dikin didome

Biryara binçavkirina der barê Kejal Rahmanî, hevjinê wê û birayê wê de mehek din hate dirêj kirin. Tê îdia kirin ku Kejal Rahmanî û malbata wê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin û ji bo wergirtina îtîrafan zext li wan tê kirin.

Navenda Nûçeyan – 3’emîn Şaxa Lêkolînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê, biryara binçavkirinê ya der barê Kejal Rehmanî, hevjînê wê û birayê wê de mehek din dirêj kir. Mehek din dirêj kir. Sê endamên malbata ku li Kamyaranê dijîn û edaletê digerin, ji mafê hevdîtina parêzer û hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re bêpar in. Der barê wan de îdiayên îşkence û wergirtina îtîrafên bi darê zorê heye, lê ev îdia hîn ji hêla rayedarên dadwerî ve nehatine lêkolîn kirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hatine dayîn, ev sê welatiyên Kurd û endamên malbatekî yên ku li edaletê digerin hîn jî girtî ne. Kejal Rahmanî di hucreyek yek kesî ya hûcreya jinan a Navenda Çaksazî û Perwerdehiyê ya Senendecê de tê girtin û hevjîn û birayê wê jî di hucreyên yek kesî yên Girtîgeha Kamyaranê de têne girtin.

Di raporê de tê gotin ku biryara dirêjkirina dema binçavkirina wan bi awayekî fermî ji wan re hatiye ragihandin. Lêbelê, ji roja hatine binçavkirin û heta niha jî mafên xwe yên hevdîtina parêzer û hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re bêpar in.

Bêparkirina ji mafên yasayî û domandina ragirtine

Malbatên sê girtiyan, diyar kirin ku ew bi xizmên xwe re tenê çend hevdîtinên kurt ên rûbirû kirine û ev hevdîtin di bin çavdêriya rayedarên girtîgehê de hatine kirin.

Çalakvanên mafên mirovan, diyar dikin bi taybetî jî di qonaxa lêpirsînê de qedexekirina gihîştina parêzeran û sînordarkirina ragihandinê ya bi malbatên wan re, dikare bandorê li pêvajoya darizandina adilane bike û fikaran li ser rewşa girtiyan zêde bike.

Îdiayên îşkenceyê û îtîrafên bi darê zorê

Hevjîn û birayê Kejal Rahmanî, piştî agahî negirtina 3 heftiyan, di 29’ê Hezîranê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.

Her du girtî jî, îdîa kirin ku ji bo bidestxistina îtîrafên bi darê zorê rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatine. Malbatên wan gilî kirin, lê heta niha jî têkildarî îdiayan lêpirsîn nehatiye destpêkirin.

Piştî serdegirtina hêzên ewlehiyê hatin binçavkirin

Kejal Rahmani û birayê wê, di 6’ê Hezîrana 2026’an de li Kamyaranê piştî serdegirtina hêzên Wezareta Îtlaatê ya li ser mala malbata xwede , hatin binçavkirin.

Hevjînê Kejal Rahmanî jî piştî ku xwest li navenda agahiyê ya Rêveberiya Îstîhbaratê rewşa hevjinê xwe bipirsê, hate binçavkirin.

Piştî binçavkirinê, ev her sê jî sewqî girtîgehê hatin kirin û li 3’emîn Şaxa Lêkolînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê der barê wan de dosyayekî sûc hate vekirin.

Kejal Rahmanî ket greva birçîbûnê

Kejal Rahmanî ya ji roja hatiye biçavkirin heta îro di hucreya yek kesî ya li qawîşa jinan a Navenda Çaksazî û Perwerdehiyê ya Senendecê de tê ragirtin, ji bo protestokirina sûcdariyên ku tên darizandin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Greva birçîbûnê 18 rojan berdewam kir. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, armanca Kejaş Rahmanî ew bû şert û mercên ragirtina xwe, pêvajoya qanûnî û nêzîkatiya saziyên ewlehiyê protesto bike.

Fikarên li ser rewşa malbatên ku daxwaza edaletê dikin zêde dibe

Dirêjkirina binçavkirina Kejal Rahmanî û malbata wê ya di demekî ku malbatên li Kurdistan û deverên din ên Îranê li edaletê digerin  bi berdewamî bi zextên ewlehiyê, gazîkirin, binçavkirin û pêvajoyên darazî re rû bi rû dimînin de pêkhat.

Rêxistinên mafên mirovan, banga dawîanina bşnöavkşrinên dem dirêj, misogerkirina gihîştina parêzerên û lêkolinkirina îdîayên îşkenceyê kirin.