WFP: Deverên dibin kontrola Hûsiyan de qeyrana mirovî kûrtir dibe

Bernameya Xurekê ya Cîhanî (WFP), di Rapora Ewlekariya Xurekê de diyar kir ku polîtîkayên aborî yên ku li deverên di bin kontrola Hûsiyan de tên sepandin, qeyrana mirovî ya ku gel pê re rû bi rû dimîne, girantir dike.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê qeyrana mirovî û aborî kûrtir dibe. Lêçûnên jiyanê yên zêde, kêmbûna hêza kirînê û zehmetiyên di gihîştina alîkariyên mirovî de tên jiyîn, bandorek neyînî li ser jiyana bi mîlyonan kesan dike.

Di raporê de hate destnîşankirin ku zêdebûna bac û erkên darayî yên cûrbecûr ên vê dawiyê û desteserkirina mal û milkên bazirgan û veberhêneran, bandorek rasterast û neyînî li ser faaliyetên bazirganî û derfetên kar kiriye.

Aborî di bin zextê de ye

WFP’ê, diyar kir ku aboriyên van herêman ji ber kêmbûna rezervên diravê biyanî, kêmbûna pereyan, cezayan û veguhestina gelek navendên bankayan a ji bo Adenê bi zextek zêde re rû bi rû ye. Hate diyar kirin ku ev pêşketinan di sektora darayî û hêdîbûna çalakiyên bazirganî de bûne sedema pirsgirêkên nû. Li gorî raporê, polîtîkayên aborî yên Hûsiyan ên li ser sektora taybet ne tenê bandorê li ser veberhêner û bazirganan dike, di heman demê de ji ber kêmbûna derfetên kar û windakirina dahatê rasterast bandor li ser gel jî dike. Her wiha zirara li benderên li perava Deryaya Sor dahatên hikûmetê kêm kiriye û ev yek jî di aboriya welat de bûye sedema windabûna nêzî 1.4 mîlyar dolar.

Di dahatan de daketin hate jiyîn

Di rapora ku hate balkişandin Yemen beşek mezin a ji pêdiviyên xwe yên xurekê yên bingehîn bi rêya ithalatê mîsoger dike de, heta tekez kirin ku windahiyên aborî zexta li ser ewlehiya xurekê zêde dikin. Li gorî daneyên Bernameya Xurekê ya Cîhanî, ji sedî 70’ê kesên ku li deverên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn, di dahata xwe ya mehane de daketinek jiyan kirine. Di raporê de hate diyar kir ku ev rewş cûdahiya di navbera pêdiviyên malbatan û hêza kirînê de mezintir dike. Rêxistinê, kêmbûnên girîng a di bernameyên alîkariya mirovî û piştgiriya civakî de, pratîkên ku xebatên rêxistinên alîkariyê sînordar dikin û fînansmana navneteweyî ya nebaş, mîna sedemên sereke yên kêmbûna dahatê destnîşan kir.