Zêdetirî hezar çalakvanan xwestin çalakvanên binçavkirî werin berdan

Zêdetirî hezar çalakvanên siyasî û sivîl bi daxuyaniyekê binçavkirina çalakvanên mafên mirovan ên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin, şermezar kirin û xwestin demildest bêyî şert û merc hemû çalakvan bên berdan.

Navenda Nûçeyan – Beriya du hefteyan cenazeyê parêzerê Kurd Xesrew Elî Kurde (46) li ofîsa wî hatibû dîtin. Malbatê diyar kir ku hêzên Îranê dest danîne ser hemû qeydên kamerayên çavdêriyê yên li ofîsa wî de. Di dema veşartina cenazeyê Xesrew Elî de gelek çalakvan ku di nava wan de Xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî hebû, hatin binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyar e. Nerazîbûnên li dijî binçvakirinan her diçe zêdetir dibe.

Zêdetirî hezar çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd û Îranî têkildarî binçavkirina çalakvanên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevlîbûna zêde ya welatî û çalakvanan ji beşên cuda yên welat a di merasîma Xesrew Elî Kurdî de nîşaneyek zelal a hevxebata civakî ye li hemberî bêedaletiyê û bêdeng nabin.

‘Divê demildest hemû çalakvan werin berdan’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Binçavkirina welatiyan û çalakvanan di kombûnên aştiyane de weke binpêkirina rûmeta mirov e. Hejmara kesên hatine binçavkirin, ji wê hejmara ku bi fermî hatiye ragihandin zêdetir e. Rewşa hinek ji wan hê jî nediyar e. Divê demildest hemû çalakvanên hatine binçavkirin bêyî şert û merc werin berdan.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû parêzvanên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî binpêkirinên mafên hemwelatiyan bêdeng nemînin.

Navê hinek çalakvanên ku daxuyanî îmze kirine ev in; Tirane Elîdostî, Hana Kamkar, Îlahe Mihemedî, Nîlufer Hamêdî, Cehfer Penahî, Rexşan Benî Îtîmad, Mîna Ekberî, Nesîm Sultanî Beg û Leyla Ferhadpur.