Zêdebûna krîzan bû sedema xirabûna ewlehiya xwarinê ya cîhanî

Hejmarek ji serokên rêxistinên navdewletî daxwaz kirin ku tedbîrên lezgîn werin girtin ji bo rûbirûbûna xirabûna ewlehiya xwarinê ya cîhanî ku ji ber zêdebûna qeyranan pêk tê.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO), Sindoqa Navdewletî ya Dirav, Koma Banka Cîhanî, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê de daxwaz kirin ku ji bo çareserkirina krîza ewlekariya xurek a cîhanî bi lezgînî xebat bên kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pandemiya COVID-19, qutkirina zincîreyên peydakirina navneteweyî û şerê li Ukraynayê bandoreke neyînî li bazarên xwarin, sotemenî û semadê yên bi hev ve girêdayî ne kiriye.

Di daxuyaniyê de, berpirsên Neteweyên Yekbûyî teqezî li ser pêwîstiya derxistina stokan û dîtina çareseriyek dîplomatîk kirin ji bo hinardekirina genim û semadê ku niha li Ukraynayê dorpêçkirî ne, ji bo çareserkirina peydabûna pêdiviyên xwarinê.

Di daxuyaniyê de serokên rêxistinên beşdar banga xurtkirina torên ewlehiyê, hêsankirina bazirganiyê û zêdekirina hilberînê kirin.

Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, heya Tîrmeha sala 2022'an hejmara kesên ku ji ber xirabûna ewlehiya xwarinê êşê dikşînin li 82 welatan gihîştiye 345 milyonî.