Neteweyên Yekbûyî: Divê li heremên şer lê heyî xebatên parastina zarokan bên meşandin
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Karûbarên Zarokan li herêmên şer Virginia Gamba destnîşan kir ku divê xebat ji bo parastina zarokan û dabînkirina paşerojeke baştir û ewletir ji bo wan bên kirin.
Navenda Nûçeyan - Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya salane ya li ser zarok û şerê çekdarî (CAAC) weşand û tê de bandora wêranker a ku cûreyên cûda yên şer li ser zarokan di sala 2021'an de li seranserê cîhanê kir eşkere kir. Raporê bal kişand ser nêzî 24 hezar binpêkirinên giran ên li dijî zarokan ên hatine piştrastkirin.
Li gorî raporê, qetilkirina zarokan binpêkirina herî mezin a piştrastkirî ye, piştre jî leşkerkirin û bikaranîna zarokan û nehiştina gihandina alîkariyên mirovî ye, ku nêzîkî şeş hezar zarok bûne qurbanî. Raporê eşkere kir ku 5242 jinên ciwan û 13663 kur bûne qurbaniyên binpêkirinên giran, her wiha 1600 zarok bûne qurbaniyên binpêkirinan.
Raporê bal kişand ser wê yekê ku ji ber bermahiyên şer û teqemeniyên bidestçêkirî ku bandor li ser 2257 zarokan kiriye, 8070 zarok bûne qurbanî.
Binpêkirin ji sedî 20 zêde bûne
Li gorî rapora salane, cihên ku herî zêde zarok rastî binpêkirinên giran hatine di sala 2021'an de, Afganîstan, Komara Demokratîk a Kongo, Îsraîl, herêmên Filistînê yên dagirkirî, Somalî, Sûriye û Yemen in.
Li gorî raporê di sala 2021'an de du cure binpêkirin zêdebûneke tund tomar kirine, ew jî revandin û şîdeta zayendî ye, tecawiz jî di nav de, ku her du jî ji sedî 20 zêde bûne.
Raporê destnîşan kir ku zêdetirî 2800 zarok ji ber têkiliya wan a rastî an jî tê îdîakirin ku bi aliyên şer re, hatine binçavkirin.
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Karûbarên Zarokan li herêmên şer Virginia Gamba da zanîn ku divê xebat ji bo parastina zarokan û dabînkirina paşerojeke baştir û ewletir ji bo wan bên kirin û wiha got: "Tu peyv têra xwe xurt nînin ku şert û mercên hovane yên ku zarokan di şerê çekdarî de derbas kirine binirxîne."