Xizmên nexweşekî êrîşî pîrik û hemşîre kirin
Xizmê nexweşek ku li SEAH Klinîka Jineolojî û Zarokan a Sakaryayê dihat dermankirin bi doktor re nîqaş kir û li pîrik û hemşîre xist.
Navenda Nûçeyan – Tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê ranaweste. Vê carê jî xizmên nexweş ên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sakaryayê (SEAH) bi doktor re nîqaş dikirin, li pîrik û hemşîreyê xistin.
Di dema ku xebatkarên tenduristiyê ji xizmên nexweşan gilî kirin, di daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê de ev tişt hatin gotin:
“Di dawiyê de em lêdana du xebatkarên xwe yên tenduristiyê yên îro li Klînîkolojiya Jineolojî û Zarokan a SEAH’ê şermezar dikin. Em tundiya li ser bijîjkên xwe û hemû xebatkarên tenduristiyê yên ku karê wan saxkirina mirovan e, heta dawiyê dişopînin."