YRA: Divê Tirkiye dev ji zext û êrişên li ser saziyên rojnamegerî û medyayê berde

Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binçavkirina rojnamegerên li Amedê şermezar kir û got: “Divê Tirkiyê dev ji zext û êrişên li ser saziyên rojnamegerî û medyayê berde.”

Navenda Nûçeyan – Îro serê siharê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinê de Gerînendeya ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel û Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. Feynaz Koçuk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Stenbolê hat binçavkirin. 

Li hemberî binçavkirinên rojnamegeran bertek û nerazîbûn her ku diçe zêde dibe. Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û piştgiriya xwe ya li hemberî rojnamegerên hatine binçavkirin diyar kir.

Di daxuyaniyê de bal li ser zext û êrişên Tirkiyê yê li hemberî rojnamegeran hat kişandin û wiha hat gotin: “Îro li Tirkiyeyê careke din mafê rojnamegeran hate binpêkirin û gelek rojnameger hatine binçavkirin. Em YRA ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van kirinên dewleta Tirk ên li dijî qanûnên navdewletî şermezar dikin. Em piştgiriyê didin rojnamegerên ku hatine binçavkirin. Divê hemû rojnameger di zûtirîn demê de werin berdan û divê Tirkiye dev ji zext û êrişên li ser saziyên rojnamegerî û medyayê berde."