Li Mexribê dê Komîsyona Wekheviya Zayendî were avakirin

Hikumeta Mexribê, di çarçoveya bernameya 2021-2026’an de ji bo bihêzkirina wekheviya zayendî biryar da ku komîsyonek neteweyî were avakirin.

Mexrib – Konseya Hikumeta Mexribê di 9’ê Hezîranê de li hev civiya, pêşnûmebiryara ku avakirina Komîsyona Neteweyî ya Bihêzkirina Jinan û Wekheviya Zayendî ya civakî dihewîne, erê kir.

Wezîra Malbat, Yekparebûna Civakî û Piştevaniyê Awatif Hawar, bi taybetî ji bo salên 2021-2026’an  projeyek pêşkêş kir ku di çarçoveya bernameyên hikumetê de weke parçeyek ji eleqedarbûna wî ya li hemberî pirsgirêkên jinan, ji bo bihêzkirina wekheviya zayendî komîteyek were avakirin. Di kombûna Hikumeta Mexribê ya 9’ê Hezîranê de ev proje hat erêkirin.

Ev proje armanc dike ku ji bo pêkanîna wekheviya zayendî û di hemû qadên jiyanê de jin werin bihêzkirin derfetên şênber ava bike.