Nobeta edaletê di roja 458’emîn de ye
Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar 458 roj in li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar, dixwaze êdî dengê wan bê bihîstin.
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû didomîne, di roja xwe ya 458’emîn de ye.
Malbata Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe dan destpêkirin. Emîne Şenyaşar a ku nobetê bê navber didomîne, wiha axivî: “Ev 458 roj in em li vir rûdinin. Kurê min Fadil bi awayekî bê sûc ev 4 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Heta ku edalet pêk tê jî ez ê ji vir ranebim. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Du daxwazên me hene; berdana kurê min û girtina hemû kesên beşdarî komkujiyê bûne. Daxwazên me pêkhatin, lê heta ku pêk tên ez ê bêm vê derê.”
Hesabên hunermendan hat etîket kirin
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê hesabên lîstikvan Mûjdat Gezen, Nîhal Yalçin, hunermend Aynûr Dogan û hevjîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di sala 2015’an de li Sûr a Amedê hatibû qetilkirin, Turkan Elçî etîket kir û ev parvekirin kir: “Têkoşîna dayika ku ji bo bi milyonan insanên li Tirkiyeyê bûye hêvî û ya ku dema qala edaletê tê kirin ji ewil tê bîra hemû kesî, ev 458 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam dike.”