YPJ’ê li kampa Holê jinek Êzidî rizgar kir

Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve bi alîkariya YPJ’ê û QSD’ê hatibû destpêkirin di roja 20’emîn de didome. YPJ jinek din a Êzidî ya di fermana 2014’an de hatibû revandin rizgar kir.

Hesekê – Operasyona Mirovî û Ewlehî ya di 25’ê Tebaxê de li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Kampa Holê hatibû destpêkirin di roja 20’emîn de didome. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro jinek din a Êzidî Sosin Hesen Heyder a 24 salî ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ji Şengalê hatibû revandin, rizgar kir.