Li Amedê tura bisîklêtê ya jinan hat lidarxistin
Jinan li Amedê di çarçoveya "Tûra Bisîkletê ya Jinên bi xeml” a ku li 32 welatên cîhanê tê pêkanîn de, bisêklêt ajotin. Organîzatora çalakiyê Çîlem Dogan, wiha got: “Em dixwazin ji zarokên xwe re cîhaneke paqijtir ku mirov dikare lê bijîn bihêlin.”
Navenda Nûçeyan – Tûra Bisîkletê ya Jinên bi xeml” ku di sala 2013’an de li Îzmîrê dest pê kir, îsal jî li 200 bajarên 32 welatan bi gerên bîsîkletê berdewam kir. Yek ji navendên ku Tûra Bisîkletê ya Jinên Bi xeml lê pêk hat jî Amed bû. Jinên ku li navçeya Peyasê li ser riya 75 metreyî li hev civiyan, bi boneya "Roja Bajarê Bê Otomobîl" li navçeya Sûrê pedal zivirandin. Welatiyan di guzergeha 10 kîlometreyî de çepikan piştgirî dan jinan.
“Em dixwazin jin bên dîtin”
Organîzatora çalakiyê Çîlem Dogan der barê wate û girîngiya çalakiyê de ev tişt gotin: “Tûra Bisîkletê ya Jinên Bi xeml ji bo ku jin di nava civakê de zêdetir bên dîtin, ji bo temsîlkirina xwe firsend bê dayîn bikin û ji bo daxwaziya binesaziyê ya ajotina bisiklêtan a bi ewle xurt bike, hat li dar xistin. Em bi hezaran jin; dixwazin hêza ajokera pedalên xwe nîşanî hemû civakê bidin û em dixwazin ji bo zarokên xwe cîhanek hin paqijtir û bê jiyîn bihêlin, çi ji destên me tê em ê bikin. Em daxwaz dikin ku jin di civakê de zêdetir bên dîtin û xwedî berpirsyarî bin.
“Bila 'Yekşema li pêş bê wesayîd' bê îlankirin”
Em dixwazin hukûmet jî demildest li dijî qeyrana avhewayê tevbigerin. Em dixwazin qadên giştî, bi taybetî jin, zarok û extiyaran re ji bikaranîna hevpar re bên pêşkêşkirin. Em dixwazin ji bo peya û biskîletçiyan binesaziya veguhestinê û karûbarên ewledar bistînin. Em dixwazin mirina biskîletçiyan a qezayên ji ber wesayîdên bi motor pêk tên raweste û ji bo we rêkûpêkkirina zagonî yên pêwîst bên kirin. Em dixwazin bi taybetî rojên yekşemê li bajarên me yên mezin li navenda bajêr hin kuçe û kolanan wesayîdên bi motur ji trafîkê re bê girtin û weke 'Yekşema bê wesayîd' bê îlankirin."
Jinên ku piştî daxuyaniyê pedal zivirandin, li Birca Keçikê ji aliyê koma erbaneyê ve hatin pêşwazîkirin.
Çalakî bi govend û tililiyan bi dawî bû.
Polîsan çalakiya li Şirnexê asteng kir
Çalakiya ku dihat xwestin li navçeya Silopiya Şirnexê bê lidarxistin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta qedexeya çalakiyan ku Walîtiya Şirnexê li bajêr hatibû ragihandiye, hat astengkirin. Tûra bisîkletê ya ku jinan bi xemilandina bîsîkletên xwe xwestin ji sûkê derbasî Parka Newrozê bibin ji aliyê polîsan ve bi hinceta "ewlehiyê" hat astengkirin.