YPJˈê li dijî şaneyên DAIŞ’ê çalakî kir

YPJˈê ragihand ku di 2 çalakiyên wan ên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê de 3 çete hatin girtin û miqdareke çek hat desteserkirin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê çalakiyên li dijî şaneyên DAIŞˈê de daxuyaniyek  li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di van rojên ku herêma me ya Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din bi êrişên giran ên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re rû bi rû tê, şaneyên DAIŞ’ê hewl didin li dijî gelê me êriş û komkujiyên nû pêk bînin. Li ser vê bingehê yekîneyên me yên ewlekariya YPJ’ê bi baldarî nêz bûn û li dijî du şaneyên cuda yên DAIŞ’ê rêze çalakî li dar xistin.

Li ser rêya Şedadê-Hesekê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê çalakiyeke serde girtinê pêk hat û di encamê de 2 çete hatin girtin û mayînek hate bê bandorkirin.

Li Dêrazorê 3 çete hat girtin

Her wiha yekîneyên me li herêma Dêrazorê çalakiyek pêk anîn û di encamê de çeteyek DAIŞ’î hate girtin û hejmarek cebilxane hate desteserkirin.

Di encama van herdu çalakiyan de 3 çete hatin girtin û tevî mayînekê, hejmarek cebilxane hate desteserkirin. Bi vî awayî planeke din a DAIŞ’ê hate têk birin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dê li eniyên pêş ên cengê bin û dê tu êrişên dagirkeriyê bê bersiv nehêlin.