Zext û zordariya rejîma Îranê bi awayekê tund di dome

HRANA ragihand ku rejîma Îranê di nava du rojên borî de dest danîne ser mal û milkê 62 xwepêşander, girtiyên siyasî, çalakvan, rojnameger û kesên ku li derveyî welat dijîn.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan HRANA, ragihand ku bi fermana desthilata dadweriyê, rejîma Îranê li bajarên Hemedan û Sêminanê dest daniye ser mal û milkên 62 welatiyên ku li dijî desthilata rejîma hikûmeta Îranê bûn.

Hate diyarkirin ku ew kesên ku dest danîne ser mal û milkên wan xwepêşander, girtiyên siyasî, çalakvan, rojnameger û kesên ku li derveyî welat (derveyî Îranê) dijî in.

Dozgerê Giştî yê Tehranê beriya niha biryara xwe ragihandibû

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Dozgerê Giştî yê Tehranê, beriya niha biryara naskirin û desteserkirina mal, milk û girtina hesabên bankayê yên zêdetirî 400 kesayetên naskirî yên li derveyî welat ragihandibû. Ev lîste li gorî desthilata dadwerî, ji lîstikvan (aktor), werzîşvan, rêvebir û çalakvanên medyayê pêktên.

Di 26’ê Cotmeha sala 2025’an de ji aliyê parlamentoya Îranê ve ev ceza hatibû erêkirin, ew jî ‘yasaya zêdekirina cezayê sîxurî û hevkariya dijminan li dijî ewlehiya neteweyî û berjewendiyane’.