“Yên hêza DAIŞ’ê şikandin dê pêşî li îxanetkaran jî bigrin”
Di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrîşê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê kir û her wiha êrîşê kirtasyeyek kir û di encama êrîşê de zarokê 12 salî yê bi navê Saleh Xidir jiyana xwe ji dest da 7 kes jî birîndar bûn.
NESRÎN HISÊN
Şengal – Di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrîşê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê kir û her wiha êrîşê kirtasyeyek kir û di encama êrîşê de zarokê 12 salî yê bi navê Saleh Xidir jiyana xwe ji dest da 7 kes jî birîndar bûn. Li hemberî êrîşên dewleta tirk, şêniyên jin ên li Şengalê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ev êrîş berdewamiya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an e.
Jinên niştecihên Şengalê, der barê êrîşên dewleta tirk her wiha hevkariya PDK’ê û hewldanên provakasyonên ku PDK li Şengalê dike ji ajansa me re nirxandin kirin û dan zanîn ku çawa hêza DAIŞ’ê bi têkoşînê hatiye şikandin dê îxanetkar jî têk biçin.
Dayê Berfê Elyas a li hemberî êrişan hêrsa xwe anî ser ziman, di destpêka gotinên xwe de ji malbata zarokê 12 salî yê di bombebarana dewleta Tirkiyeyê de di 15’ê Hezîranê de li Sinûnê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û êrîşên dewleta tirk ên li ser civaka Êzidî bi van gotinan pênase kir: “Em yek bi yek êrîşên piştî fermana 2014’an ên li ser civakê weke berdewamiya fermanê dibînin. Gelê me di nava 7 salan de xwe bi rêxistin kiriye wê tu kes nikaribe hêza gelê me bişkîne, wê hewldanên wan ên tunekirina civaka me yek bi yek têk biçin.”
Dayê Berfê hêrsa xwe ya li hemberî êrîş û topbaranên dewleta tirk bi van hevokan anî ziman: “Yên DAIŞ xwedî kirin, di fermanê de bi ser me de şandin, hevkarî jê re kirin û gelê Şengalê ji bo berjewendiyên xwe firotin. Dema dîtin DAIŞ bi ser nakeve, vê carê ew bi xwe ketin dewrê û bi sîxurên xwe û xwefiroşan xwestin fermanê temam bikin.”
“Bi êrîşên li ser meclisên me rêxistinbûna me hedef digrin”
Dayê Berfê di berdewamiya gotinên xwe de got ku dijmin dixwaze gelê Êzidî bê rêxistin bihêle û wiha pêde çû: “Di meclisên me yên navçeya Sînûnê û bajarokê Xanesorê de rêxistina me bi hêz bû, di van meclisan de li ser tevahî pêdiviyên civakê nirxandin dihatin kirin û ji aliyê endamên meclisê ve, çi tişt pêwîst bikira dihat pêkanîn. Dijmin bi êrîşên xwe yên li ser pêşengên me, li ser meclis û çiyayên me dixwaze me bê star bihêle.”
“Divê em tev ji bo Êzidatiyê kar bikin”
Dayê Berfê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser komên provakator û wiha got: “Bila kes li ser navê Êzidayetî û Kurdîtiyê xayîntiyê neke. Yên êrîş dikin PDK Tirkiye û hukumeta Kazimî ne lê PDK’ê ji kampên Şarya û hinek deverên din komek amade kiribûn ji bo li hemberî asayîşa Êzidîxanê bi kar bîne. Bila gel neyê listikan ger ew ciwan ji xwe re dibêjin em serbixwe ne, bila destên xwe daynin ser wijdanê xwe û zarokê 12 salê yê ji ber bombebaranê, di dikanê de şewitî ji bîr nekin û li hember dijminên xwe rabin. Her roj li kampan zext li ser civakê tên kirin ger di berjewendiyên civakê de çalakiyan dikin bila li kampên Başûrê Kurdistanê li hemberî şewata kampan, li hemberî zextên li ser jin û ciwanan rabin. Bila ji xwe pirs bikin çima kampên Holê naşewitin çima tenê kampên Êzidiyan dişewitin bila bi wijdan tevbigerin û ji bo civaka me çi baş e wê bibînin. Divê em tev ji bo Êzidayetiyê kar bikin”
“Li dijî êrîşan têkoşîn pêwîst e”
Dayê Berfê di dawiya gotinên xwe de biryardariya gelê Şengalê wiha anî ziman: “Bila îxanetkar baş bizanin zarokên me DAIŞ’ê tune kirin wê îxaneyê jî li ser vê axê tune bikin. Ne balafirên dewleta tirk ne îxaneta PDK’ê û hevkarên wê, bi vîna me nikarin bi hêza me nikarin. Civaka me ferman, şer, xwîn, berxwedan, îxanet û xayîntiyê dît ji bo wê baş dizane ya rast çi ye û ev civak ji bo ku sazî û dezgehên wê tune nebin dê her tiştî bike.”
“Rojê bi dehan kes li meclisa me kom dibin”
Endama Meclisa Sinûnê Hediya Birahîm jî êrîşên dewleta Tirk bi van hevokan şermezar kir: “Meclisa me yek ji cihên ku herî zêde gel diçe serdana wê ye. Li wir em jin û mêr bi hev re dixebitin me bi hev re pêdiviyên civaka xwe pêk dianî. Wê roja ku êrîş li ser meclisê çêbû, bi dehan kes li wê derê hebûn loma gelek kes birîndar jî bûn. Ev êrîşên hovane ne divê cîhan çavên xwe ji wan re negire. Em êrîşên li ser meclisa xwe şermezar dikin.”
Hediya Birahîm di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Ev êrîş berdewamiya peymana 9’ê Cotmehê ye divê gelê me li hemberî van êrîşan xwedî helwestek bi hêz be, ji ber ku ger hinek ji me li pey berjewendiyên xwe yên malbatî biçin wê her dem êrîş li ser me bi hêsanî bên kirin lê ger em yek bin, em ê nebin amûrên dijmin ji bo wê ez bang dikim ku gelê me tev bibin yek li dijî dagirker û îxanetkaran rawestin.”