Li Xezayê ji bo bihêzkirin û mayîndekirina serkeftinên jinan konferansek hat lidar xistin

Wezareta Karûbarên Jinan a Filistinê, ji bo di hemû qadan de zêdekirina beşdariya jinan û bi armanca pêkanîna hêza biryargirtin û mayîndekirina serkeftinên jinan konferansek lidar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Wezareta Karûbarên Jinan bi armanca di hemû qadn de bihêzkirina beşdariya jinan bi sernivîsa “Jinên Filistinî û vîzyonên wan pêşketina berdewam... vîzyoneke rexnegir” duho konferansek lidar xist.

Mişteşara Wezareta Karûbarên Jinan Amira Haroun a di konferansê de axifî wiha got: “Di çarçoveya guhartin û vegûhartinên kûrevî û gerdûnî de pirsgirêkên ku jin dijîn bûye diyardeyek. Ji bo di civakê de avakirina guhartinê, bi rêya konferansa wezaretê hewil tê dayîn ku piştgirî ji guftûgoyên herî zanistî re bê dayîn.”

Dîrektora Navenda Lêkolînên Jin a Netewî ya Filistinê Ibtihaj Al- Gharbawi jî wiha got: “Konferans ji bo bihêzkirina jinan û pêşxistina jêhatîbûnên wan ji aliyê Wezareta Karûbarên Jinan ve tê lidarxistin. Konferans li ser sê mijaran rawestiya: Ya yekemîn di warê tevgerên rizgariya netewî de jinên Filistinî, ya dûyemîn beşdarbûna jinan a ji xebatên rabûna aborî re û ya sêyemîn jî rola jinan a di nav rabûna aborî de.” Her wiha da zanîn ku konferans vê yekê armanc dike ku derbarê pirsgirêkên jinan a di hemû qadan de lêkolînên zanistî bibandor bike.

Koordînatora Medya ya Wezareta Karûbarên Jinan Duaa Ammar jî wiha got: “Beriya her tiştî konferans vê yekê dike armanc ku pêdiviyên jinan ên di pêşerojê de pêk bîne.” Û da zanîn ku li gor raporên berê yên Netewên Yekbûyî li pêşiya rabûn û pêşketina jinên Filistînî yên li ser axa ku hatiye dagirkirin dijîn, astengiya herî mezin diyardeya dagirkeriyê ye.

Lêkolînvan Noha Abul-Ela jî da zanîn ku ev konferans xwedî girîngiyekê mezin e ji bo jinên Filistinê ji ber ku pirsgirêka rizgariya ji dagirkeriyê li pêşiya jinan pirsgirêkek bingehîn e û wiha got: “Dê ev konferans rastiyê hîn bi dîtbarî bike û bihêle ku jinên Filistinî ber bi rabûnekê azad ve biçin. Her wiha dê hay jê hebûn û rola jinan a di rabûnê de pêş bixe û wê hewl bide nêrîn û encamên bingehîn bidest bixe.”