Yelîz Kalkan, rûxmê biryara dûrxistinê jî nehat parastin
Li Tirkiyeyê jin tevî biryara dûrxistinê nayên parastin û tên qetilkirin. Yek ji van jinan jî Yelîz Kalkan e.
Navenda Nûçeyan- Di sala 2021’an de herî kêm 339 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Der barê ji van 20 jinan de biryara parastinê hebû. Jinan tevî gelek caran serlêdan kirin jî, ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Di çar mehên destpêkê yên sala 2022’an de jî 99 jin hatin qetilkirin. Di nava van jinan de jî yên ku biryara wan ya parastinê heye, hebûn.
Yelîz Kalkan a li Stenbolê dijî, bû yek ji jinên ku tevî biryara dûrxistinê girtiyê jî nehat parastin. Ji aliyê polîsê malnişîn Hudaverdî Ocal ê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn ve bi çekê hat qetilkirin.
Destpêkê derp kir, piştre qetil kir
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin bûyer duh êvarê li navçeya Beylikduzuya Stenbolê hat jiyîn. Yelîz Kalkan ji aliyê polîsê malnişîn Hudaverdî Ocal ê ku berê bi wî re bi zewaca olî zewicandi bû re, xwest bi wesayitê bê qetilkirin. Jina ku di vê navberê de hewil da bireve, destpêkê hat derp kirin û piştre ji bi çekê hat gulebaran kirin. Yelîz Kalkan bi giranî birîndarbûne rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat xilas kirin.
30 rojan dûrxistin
Hat hînbûn piştî cînayetê polîsê kujer Hudaverdî Ocal dawî li jiyana xwe anî ye. Hat diyarkirin ku Yelîz Kalkan der barê Hudaverdî Ocal de gilî kiriye û ji bo 30 rojan biryara dûrxistinê girtiye.