Di parlementoya 2022'an de hebûna jinan zêde bû
Hilbijartinên parlemanî yên sala 2022`an bû şahidê ketina hejmareke mezin ji rûyên nû û guhêrbar bo sempozyûma parlemanê û hebûna jinan tê de zêde bû.
CAROLINE BAZZI
Beyrûd- Hilbijartinên parlemanî yên sala 2022`an bû şahidê ketina hejmareke mezin ji rûyên nû û guhêrbar ji bo sempozyûma parlemanê, tevî ku hilbijartinan nîşana derketina tu hêzên siyasî yên mezin li Lubnanê neda ku ev 30 sal in welat bi rê ve dibe, ji bilî Tevgera Pêşerojê ku karê xwe yê siyasî rawestand û hilbijartin boykot kir.
Partiyên siyasî yên ku di hilbijartinên 2022'an de herî zêde bi ser ketine, Tevgera Emel û Hizbullah, Tevgera Niştimanî a Azad û Hêzên Lubnanê ne. Di parlementoya 2022'an de hebûna jinan zêde bû. Nûner Înaya Eze El-Dîn, Pola Yaqûbiyan û Strida Ceceh dîsa vegeriyan sempozyûma parlementoyê. Ji rûyên nû yên tevli hilbijartinan bûne Helîma El-Qeqûr, Neda El-Bustanî (wezîra berê), Sîntiya Zerazîr, Nejat On û Xada Eyub in.